1. Hemû Nûçe

  2. Çand û Huner

  3. Bernameya Newrozê ya Herêma Federal a Kurdistanê aşkere bû
Bernameya Newrozê ya Herêma Federal a Kurdistanê aşkere bû,bernameya,newrozê,ya,herêma,federal,a,kurdistanê,aşkere,bû

Bernameya Newrozê ya Herêma Federal a Kurdistanê aşkere bû

A+ A-

09:41 18.03.2014 HEWLÊR (DİHA) – Bernameya pîrozbahiyên Newrozê yên Herêma Kurdistana Federal aşkere bû. Hûnermendên binav û deng yên wek Çopî Feteh û Silêman Çarnewa dê tevlî pîrozbahiyên Newrozê bibin.

Şahiyên pîrozbahiyên Newrozê yên Herêma Kurdistana Federal dê starta wê li Wargeha Mexmûr bê dayîn. Bernameya Newroza Mexmûrê wê şeva 18’ê Adarê bi meşa meşale û 19’ê Adarê jî bi dayîna konseran berdewam bike. Li gel Çopî Feteh, Silêman Çarneva û dû hûnermendên xwecihî yên li Rusya dijîn wê komên şano û govendê jî derkevin ser dîkê. Bernameya pîrozbahiya Newrozê ya li Herêma Kurdistanê di 21’ê Adarê de wê li Qendîl berdewam bike. Di pîrozbahiya kû tê hêvikirin wê bi sed hezaran kes tevlî bibin de, li gel tevlîbûna Çopî Fetah, Kawa Ûrmiye, Cerciş Çomanî, Feteh Sozarî, Silêman Çarnewa, Awazên Çiya û koruya zarokan a Koma Solîn, wê komên şano û govendê jî derkevin ser dîkê. Di pîrozbahiya li Qendîl de tê hêvikirin kû peyamên gelek derdorên siyasî jî bên xwendin. Pîrozahiyên Newrozê wê di 22’yê Adarê de li Gare berdewam bike. Di pîrozbahiya kû axaftina vekirinê wê ji aliyê endamê KNK’ê û Hînkerê Zanîngeha Duhokê Dr. Kamûran Berwarî ve bê kirin de, wê hûnermendên wek Çopî Fetah, Kawa Ûrmîye, Silêman Çarnewa, Hesen Emîn, Fetih Ararat, Beyar, Refiîq, Koma Arîn û komên govend û şanoyên wê derkevin ser dike.

Kelecana Newrozê wê di 23’ê Adarê de wê li Metîna berdewam bike. Di şahiya Newroza Herêma Metîna de, Dr. Kamûran Berwarî wê wek axaftvan beşdar bibe. Herwisa hûnermend Kawa Ûrmiye, Silêman Çarnewa, Hesen Emîn, Fetih Ararat, Beyar, Refîq û Enwer wê bi stranên xwe şahiyê coş bikin. Herwisa komên govend û şanoyê jî wê di şahiyê de bi berhemên xwe yên hûnerî reng bidin pîrozbahiyê. Di heman rojê (23 Adar) de di Newroza kû wê li Kerkûk bê pîrozkirin de, li gel hûnermendên xwecihî yên weke Emîr Kerkûkî û Kîrîfe tê hêvîkirin kû hûnermendên sûrprîz jî beşdarî pîrozbahiyê bibin.

(wd/mae)