Bernameya Taybet ya Ser Kantonên Kurdî li Sûrîyê
Robîn Reşvan 31.01.2014
Di bernama Hello Washinton a Dengê Amerîka de Kantonên Kurdî li Sûrîyê hate gotûbêj kirin.
Di bernameya de ku bi zindê hate weşandin, sîyasetvan, rewşenbîr û rojnamevanên Kurd beşdarî kirin.
Serokê Kantona Cizîrê Ekrem Heso û Serokê Kantona Kobanê Enwer Mislim mêvanên bernamê bûn.
Rojnamevan Masîro Bêkes ku ji roja yekê vir ve konferansê dişopîne, agahîyên herî dawî ya li bajarê Cenevre ragihand.
Herwiha rewşenbîrên Kurd Mustefa Reşîd û Hemên Kurdaxî jî tev li programê bûn û nêrîn, rexne û pêşnîyarên xwe ligel guhdar û temaşevanên me parve kirin.
Bi lînka "Special Show on Kurdish Autonomy in Syria" hun dikarin li vîdyoya vê bernamê temaşe bikin.
Jibo guhdarkirina fayla deng ya bernamê kerem kin li lînka jêrîn klîk bikin: HW_1_31_14_Rojava_RR http://www.dengeamerika.com/content/rojava/1841882.html
