1. Hemû Nûçe

  2. Nirxandin

  3. `Berpirsiyarên bûyaran dê hikûmet be`
`Berpirsiyarên bûyaran dê hikûmet be`,berpirsiyarên,bûyaran,dê,hikûmet,be

`Berpirsiyarên bûyaran dê hikûmet be`

Şerafettin Elçî: Berpirsiyarên bûyaran dê hikûmet be

A+ A-

Serokê Giştî yê KADEP'ê û parlementerê Eniya Ked, Demokrasî û Azadiyê yê Amedê Şerafettin Elçî, têkildarî biryara Walîtiya Amedê ya destûrnedayina Newroza Amedê bertekên xwe anîn ziman. Elçî, da zanîn ku Walîtî, bi astengî û qedexeyan dixwaze alozî û bûyaran derxe û wiha got: "Ger ku di pîrozbahiya Newrozê de bûyerên nexweş pêk bên, dê berpirsiyar rayedarên hikûmetê û dewletê bin."

Serokê Giştî yê Partiya Demokrasî û Tevlêbûnê (KADEP) û Parlementerê Amedê Şerafettin Elçî, bertek nîşanî biryara Waliyê Amedê ya qetexekirina Newroza Amedê da û wiha got: "Li Amed, Stenbol û gelek bajarên din Walîtiyan destûr nedan ku Newroz di roja hatiye diyarkirin de bê pîrozkirin. Waliyan li ser daxwaz û fermana hikûmetê û Wezîrê Karên Hundir destûr nedaye. Daxwaza wezîr û walîtiyan a bila Newroz di 21'ê Adarê de bê pîrozkirin keyfî û dijhiqûqî ye. Newroz cejna Tirkiyeyê ya fermî ye. Ji ber vê yekê divê tenê di nava rojekê de neyê sînorkirin."

'Berpirsiyar hikûmet e'

Elçi, da zanîn ku nûnerên gel û gel bi xwe divê biryara pîrozbahiya Newrozê bidin û karê dewletê jî tenê parastina girsê ye. Elçi, bilêv kir ku ji ber rayedaren dewletê destûr nedaye pîerozkirinê ger ku di pîrozbahiyên Newrozê de bûyerek nexweş derkeve berpirsiyar hikûmet û dewlet e. Elçî, bang li Serokwezîr kir û xwest vê helwesta xwe rast bike.

(mae)