1. Hemû Nûçe

  2. Jin

  3. 'Berpirsyar, sîstema sûcdaran ceza nake ye'
'Berpirsyar, sîstema sûcdaran ceza nake ye',berpirsyar,sîstema,sûcdaran,ceza,nake,ye

'Berpirsyar, sîstema sûcdaran ceza nake ye'

A+ A-

Anf - Zeynep kûray

Parêzer Eren Keskîn diyar kir, ku polîtîka cezanekirina wezîfedarên dewletê yên sûcê îşkenceya zayendî li jinê dikin, cesaretê dide mêran.

Piştî qetilkirina xwendekara zanîngehê Ozgecan Aslan bi awayekî hovane li navçeya Mersîn Tarsûsê, mijara şîdeta li hemberî jinê, hemû Tirkiye rakir ser piyan. Her çend meqamên berpiryar ên dewletê li pêş televîzyonan nîşan didin ku ew xemgînin, raporeke ku nû derketiye holê nîşan dide ku pirsgirêk di asta herî jor de ye. Parêzvana mafên mirovan parêzer Eren Keskîn diyar kir, ku polîtîka cezanekirina wezîfedarên dewletê yên sûcê îşkenceya zayendî li jinê dikin, bi giştî cesaretê dide mêran û rapora Statîstîkên 1997-31'ê Kanûna 2014'an a Buroya Alîkariya Hiqûqî ya li dijî Destavêtin û Destirêjiya Zayendî ya di binê çavan de, ji ANF'ê re aşkera kir. Keskîn da xuyakirin, ku bi giştî 432 jinên li destavêtin û destdirêjiyê rast hatine serî li wan dane û anî ziman ku ji van jinan 91 rastî tecawizê, 341 jî rastî destdirêjiyê hatine. Keskîn ragihand ku di 178 dozên hatine vekirin de heta niha wezîfedarekî bi tenê yê dewletê jî nehatiye cezakirin û got, "Li şûna ku wê rondikên derewîn bibarînin, bila bi cezakirina wezîfedarên xwe yên îşkenceya zayendî li jinan dikin, dest bi kar bikin."

Parêzer Keskîn da xuyakirin, ku kiryarê vê îşkenceya zayendî beriya her tiştî dewlet bi xwe ye û destnîşan kir,ku ji ber polîtîkaya cezanekirina wezîfedarên dewletê yên ev sûc kirine, rondikên ku îro rayedarên dewletê dibarînin, samîmî nîne.

'RONDIKÊN DEREWÎN NEBARÎNE, LI MEJIYÊ XWE BINÊRE'

Keskîn da zanîn ku dewlet di nava nêzîkatiyên ku feraseta exlaqa zayendîperestiya civakî xurt dike de ye û destnîşan kir ku pêwîste kujerên Ozgecan û jinên din, di nava mejiyê mîlîter û feodal ên bi serweriya mêr were dîtin. Keskîn diyar ku ev mejî jî mejiyê dewletê ye. Keskîn berpirsyariya dewletê ya di îşkenceya zayendî ya li dijî jinê de, bi bûyerên di doza hemşîre N.T. a di salên 1990'î de li Stenbolê hat binçavkirin û rastî tecawiza polîsan a bi ço hatibû, mînak nîşan da û got, "Di wê demê de piştî bûyerê Tûrgût Sûanlp li se navê dewletê daxuyaniyek da û got, 'Çi pêwîstî bi ço heye, polîsên me yên mêr ên mîna keviran hene.' Cemîl Çîçek ê niha Serokê Meclîsê ye, beriya niha daxuyaniyeke dabû û gotibû 'Flort fahîşetî ye'. Îro jî Serokkomar Tayyîp Erdogan dibêje 'Rûniştina keç-xortan li heman m alê bê exlaqî ye' û dibêje 'jin û mêr ne wekhev in". Keskîn da zanîn ev nêzîkatî îro bûne sedema qetilkirina Ozgecan. Keskîn got, "Li nava civakeke ku hêzên dewletê yên ev sûc kirine û bêceza mane, di girtin û darziandina kesên sûcê tecawizê kirine de, encamek nayê hêvîkirin" û got, "Eger dewlet samîmî be, bila destpêkê leşker, polîs û cerdevanên xwe yên ev sûc kirine, aşkera bike."

BI GIŞTÎ 432 SERLÊDAN, HEJMARA DOZÊN HATIN VEKIRIN 178, WEZÎFEDARÊN DEWLETÊ YÊN HATIN CEZAKIRIN: 0

Keskîn da xuyakirin ku di navbera salên 1997-2014'an de bi giştî 432 jinan serî li Buroya Alîkariya Hiqûqî ya li dijî Destavêtin û Destdirêjiya Zayendî ya di binê çavan de sane û anî ziman ku ji van 91 rastî tecawizê, 341 jî rastî destdirêjiya zayendî hatine.

Daneyên di raporê de cih digirin bi vî rengî ne:

Hejmara gişî ya serlêdanan 432. Hejmara jinên rastî tecawizê hatin 91, jinên rastî destdirêjiyê hatin 341. Di encama van tecawizan de 4 jinan dawî li jiyana xwe anîn, jinek ji ber îşkenceyê jiyana xwe ji dest da, keçeke 14 salî ji aliyê xizmên xwe ve di bin navê 'paqijkirina namûsê' de hat kuştin, jinek ji ber bandora demdirêj a îşkenceyê di Kanûna 1999'an de jiyana xwe ji dest da. Jinek li cihê kar rastî tecawizê hat. Malbatê der heqê wê de biryara kuştinê derxist.

Cihên bûyer lê qewimîn:

Jinên bi zorê fûhûş pê hat kirin 4, yên di binê çavan de rastî destavêtin û tecawizê hatin 24. Destdirêjiya zayendî ya bi rêya çapemeniyê 1, hejmara jinên di encama îşkenceyê de zarok ji ber çûye 11. Hejmara jinên li gel zarokên xwe yên di navbera 3.5-10 salî rastî îşkenceyê hatin 17. Hejmara jinên piştî tecawizê ducanî man 7, hejmara jinên li kontrola keçîniyê rast hatin 5.

Temen:

Di navbera 10-18 salî de: 55 Di navbera 18-67 salî de: 377

POLÎS 297, JENDERME Û LEŞKER 108

Sûcdar:

Hejmara polîsan 297, jenderme û leşkeran 108. Tîmê Taybet 20, cerdevan 18, gardiyan 49, îtirafkar 4, rojnamevan 1, girtiyê edlî 24, şaredar 1, nobedarê edlî 1, wezîfedarên din ên dewletê 12, DAIŞ 25.

Statuya jinê:

Kurd 313, Tirk 111, Elman 1, Roman 4, Bûlgar 1, Romen 1, Awûstûryayî 1.

Sedemên binçavkirina jinan:

Hejmara sedemên siyasî yan jî şer 325, ji ber şer 41, bi xwe siyasî 249. Ji bo zilamê malbata wê bide axaftin yan jî agahiyan ji zilamê malbata wê bigire 18, Ji bo endamên siyasî yên malbatê ceza bikre 17. Hejmara jinên ji ber sedemên edlî di binê çavan de rastî tecawizê hatin 17, Hejmara jinên rastî destdirêjiya zayendî hatin 90.

Rewşa hiqûqî ya dozan:

Dosya dozan a giştî 178. Hejmara dozên li Dadgeha Mafên Mirovan a Ewropayê (DMME) bi encam bûne 30, dozên li DMME tên dîtin 13. Hejmara dozên li Dadgeha Ceza dewam dike 44, li Dadgeha Bilind in 14, li dozgeriyê ne 69.

HEJMARA DOZÊN JI 247 DOZAN BI ENCAM BÛYE: 8

Dosyayên rakirin arşîvê:

Hejmara giştî 247. Hejmara jinên ku ji ber tirsiya nexwest doz bê meşandin 141, hejmara jinên di dema rêveçûna dozê de dest ji dozê berda 14. Hejmara dosyayên ku piştî serlêdanê mexdûr careke din nehat dîtin 7, hejmara dozên ji aliyê prêzerên mexdûr ve tên şopandin 49, hejmara dozên ji ber şaşitiya parêzeran serî li rêya hiqûqê nedaye 2, Hejmara mexdûrên bi xwe bi dozê re eleqedar bûye 4, hejmara jinên ji ber kêmasiya delîlan dest ji serlêdana hiqûqî berdane, 5. Hejmara dozên li Tirkiyeyê bi biryara dadgehê bi encam bûye 8.

Mirin:

Hejmara giştî: 8.

Jinên ji ber gilîkirinê rastî zexteke giran hatin:

Hejmara giştî 140. Hejmara jinên ji ber zextê neçar ma cihê xwe yê li Tirkiyeyê biterikîne 42, tirsandin, gef, binçavkirin û îşkence 54, dozên li dijî mexdûr hatine vekirin 42, piştî serlêdanê hejmara lêpirsîna dîsîplînê ya li girtîgehê hat vekirin 2.