1. Hemû Nûçe

  2. Jiyan

  3. Bersiva 'birakujiya' PDK'ê: Bi sedan Çekdar Amed
Bersiva 'birakujiya' PDK'ê: Bi sedan Çekdar Amed,bersiva,birakujiya,pdk,ê,bi,sedan,çekdar,amed

Bersiva 'birakujiya' PDK'ê: Bi sedan Çekdar Amed

A+ A-

NAZIM DAŞTAN

EFRÎN (DÎHA) - Şervanê YPG'ê Çekdar Amed di 04'ê tîrmeha 2012'an de ji aliyê Tabura Selahattîn a girêdayî El-Partî ya nêzî PDK'ê ve li Efrînê bi îşkenceyê hat qetilkirin û pişt re Amed weke yekemîn şehîdê Kantona Efrînê hat îlankirin û navê wî li tugaya hatî avakirin kirin. Efrîniyan li hemberî mala Amed lê hatî qetilkirin çalakî li dar xistin û mal xirab kirin û çelega li ser "Bimire îxanet" danî ser. Mala hatî xirabkirin weke "muzeya îxanetê" hat îlankirin û her sal ciwanên Efrînê meşê li dar dixin û Çekdar Amed bibîrtînin. Rêhevalê Amed Kemal Rêber got, "Çalakiya efrîniyan ji "birakujiyê re" bersiva herî baş e. Piştî vê yekê navê wî ji sedan zarokên Efrînê re hatin dayîn."

PKD li Rojava her tim bi komên girêdayî xwe li hemberî şoreşê tevdigere. Tabura Selahattîn a girêdayî El-Partî ya nêzî PDK'ê di 04'ê tîrmeha 2012'an de li Efrînê şervanê YPG'ê Çekdar Amed bi îşkenceyê qetil kir û ji "birakujiyê re" rûpelekî din vekir. Piştî bûyerê gelê Efrînê li hemberî mala Amed lê hatî qetilkirin çalakî li dar xistin û mal şewitandin. Ji mala hatî şewitandin re çelenga "Bimire îxanet" hat danîn û kantonê mal weke muzeya îxanetê îlan kir. Di heman demê de YPG'ê di 14'ê îlona 2014'an de li Efrînê yekemîn tugay ava kirin û li tugayê navê "Şehîd Çekdar" lê kirin. Kemal Rêber ê ku dema Amed hatî qetilkirin li cem bû û bi wî re xebat meşandin û niha li Şaredariya Efîrnê dixebite Amed û roja hatî qetilkirin ji DÎHA'yê re vegot.

'Ji bo bandora wî ya li ser Efrînê bişkênin qetil kirin'

Rêber diyar kir ku ciwanên Efrînê her sal di tên ber mûzeya îxanetê û Amed bîrtînin û qetilkirina birayan lenet dikin. Rêber anî ziman ku Çekdar Amed yekemîn şehîdê Efrînê ye. Rêber da zanîn ku Amed ji aliyê Tabura Selahattîn girêdayî El-Partî ya nêzî PDK'ê ve di encama komployê de hat qetilkirin û mirina wî li ser gelê Efrînê bandorekî mezin afirand. Rêber bilêv kir ku gelê Efîrînê gelek hes ji Amed dikir û Efrîniyan bi hempa şehîdê xwe oxirkirin. Rêber da zanîn ku cisanên bi Amed re tevgeriyan îro hemû di nava YPG'ê de cih digirin û Amed berê hedef hatibû girtin. Rêber derbirî kir ku bi taybet ciwan gelek girêdayî Amed bûn û wiha got: "Çûba ku derê bi dehan ciwan bi wî re diçûn. Li kuderê kareke heba ew li wir bû. Hevalekî gelek bi tevger bû. Li cihê xwe ranediwestiya. Ruhê şoreşê çi dixwast Rêheval Çekdar li gorî wê tevdigeriya. Li gorî wê tevlî xebatan dibû. Dixwastin bandora wî ya li ser bajar bişkênin. Ji ber wê yekê hedef girtin. Berê jî di meşa li Efîrînê pêk hatî de rastî êrîşê hatibû."

'Bi komployê dîl hat girtin'

Rêber diyar kir ku hinek hêzên dixwast li Efrînê tevlî heviyekê derbixin û pêşengiya vê yekê jî Tirkiye, PDK û Tabura Selahattîn a girêdayî El-Partiyê dikirin. Rêber anî ziman ku ev hêz li pey karên qirêj bûn û ji bo Tabura Selahattîn ji bo dest ji sekna xwe berbidin pê re ketin nava têkîliyan û ji bo wan ji bin bandora dijmin derbixin tevgeriyan û wiha axivî: "Li gorî agahiyên herî dawî me girtin li malekê bûn. Em çûn wir. Ji ber ku armanca me axaftin bû me çekên xwe jî bi xwe re nebiribûn. Heval Çekdar li deriyê malê xist. Dema zanîn em bin em gulebaran kirin. Me ji bo parastinê xwe avêt erdê. Me nezanî çi li heval Çekdar hat. Pişt re pevçûn derket. Heya serê sibê berdewam kir. Hin ji wan ji malê reviyan hin jî hatin girtin. Lê Heval Çekdar dîl ketibû."

'Çekdarên nû hatin dinê'

Rêber da zanîn ku serê sibê ew hînbûn ku hatiye qetilkirin û Amed bi têlan hatibû xeniqandin û îşkence li cenazeyê wî hatibû kirin. Rêber bilêv kir ku hevalê wan bi hovîtî hate qetilkirin û wiha pê de çû: "Piştî ciwan û gel hînî vê yekê bû hatin mal şewitandin û çelenga "birmire înxanet" danîn ber. Kantonê ew mal weke muzeya îxanetê îlankirin. Ew çalakî ji "birakujiyê" re bersiv bû. Her sal ew der tê ziyaretkirin û heval çekdar tê bîranîn. Bi taybet ciwan gelek bi hêrs in. Ciwanan bi serê xwe li hemberî cihên wan gelek çalakî li dar xistin. Heke em neban dê gelek tiştên nebaş çêbiban. Piştî vê yekê navê wî li sedan ciwanên li Efrînê hatin dinê kirin."

(bd)