1. Hemû Nûçe

  2. Nûçe

  3. Bersiva derewa qeymeqamê Cizîrê!
Bersiva derewa qeymeqamê Cizîrê!,bersiva,derewa,qeymeqamê,cizîrê

Bersiva derewa qeymeqamê Cizîrê!

A+ A-

ŞIRNEX (DIHA) - Qeymeqamê Cizîrê Ahmet Adanur têkildarî 21 welatiyên sivîl ên hatin qetilkirin ji çapameniya AKP'ê re axivî û got "PKK'ê sivîl kuştin" Parlementera HDP'Ê Aycan Îrmez bertek nîşanî vê yekê da û got ev yek bi hişmendiya "psîkolojiya sucdariyê" pêk hatiye. Hevşaredarê Cizîrê Kadîr Kunur jî ji Qeymeqam Adanur re wiha bang kir: "Bila bê em bi hev re taziyeyan ziyaret bikin bila ew bi xwe ji malbata hînbibe ka kê sivîl qetil kirin."

Dewletê li Cizîrê li hemberî gel teror pêk anî û di encama terora dewletê de 21 welatî hatin qetilkirin û dewlet ji bo vê yekê manîpule bike her tiştî dike. Wezîrê Karên Hundur Selamî Altiok ji bo kesên li Cizîrê hatin qetilkirin got "terorîst" û vê carê jî Qeymeqamê Cizîrê Ahmet Adanur ji çapameniya AKP'ê re axivî û got "PKK'ê sivîl qetil kirin"

Parlementera HDP'ê Aycan Îrmez a ku 9 rojan bi gel re rastî êrîşan hat bertek nîqaşî Qeymeqam Adanur dan. Îrmez diyar kir ku kesên sivîl hemû ji aliyê polîs û tîmên taybet ve hatin qetilkirin û daxuyaniya Adanur bi "psîkolojiya sûcdariyê" hatiye kirin.

'Hemû hedef hatin girtin û hatin qetilkirin'

Îrmez got ku ew şahidê hemû bûyerên pêk hatiye û wiha axivî: "Em yek yek bûn şahid. Gelek kesên birîndarbûn û polîsan destûr neda ekîbên tendûrîstiyê mudaxeleya wan bikin. Gelek kes ji ber vê yekê jiyana xwe ji dest da. Hêzên dewletê yek yek hedef girtin û ew qetil kirin. Gelek kesên sivîl li ber malên xwe hatin qetilkirin û ji wan kesan tu kes tevlî çalakiya nebû. Hemû ji aliyê sekvanan ve hatin qetilkirin."

Di destê me de delîl hene!

Îrmez da zanîn ku kesên hatin qetilkirin ji aliyê dewletê ve hatin qetilkirin û di destê wan de delîl hene. Îrmez bilêv kir ku hemû kesên hatin qetilkirin ji aliyê poîlsan ve bi muhîmata ayîdî MKE'yê ve pêk hatin û dê bi van delîlan serî li dadê bidin û wiha axivî: "Ligel vê yekê qeymeqam li gorî çi daxuyaniyê dide me fêm nekir. Serdemekî bêhiqûqî dan jiyîn û dixwazin bi hincetan vê yekê veşêrin. Ev daxuyanî bi psîkolojya sucdariyê hatiye kirin." Îmrez destnîşan kir ku di 14'ê çileyê de jî polîsan li Cizîrê zarokê bi navê Nihat Kazanhan qetil kirin ewil înkar kirin lê piştî dîmen derketin holê qebûl kirin û wiha pê de çû: "Piraniya mirin ji ber guleyên li sing û serî hatin dayîn pêkhat. Bi taybet ji bo kuştinê gule berdan. Hemû înfaz ji aliyê kesên hatin perwerdekirin ve pêk hatin." Îrmez got ku dê rastî bi raporên otopsiyê derbikeve holê.

Ji heyetên serbixwe re bang

Îrmez diyar kir ku dewlet hewil dide tiştên li navçeyê pêk hatin veşêre û divê li hemberî derewan heyetên serbgixwe bên Cizîrê û lêkolînan bikin.

Kunur: Bila qeymeqam kê sivîl qetil kirin ji malbatan hîn bibe

Hevşaredarê Cizîrê Kadîr Kunur jî wiha bersiva Qeymeqam Adanur da: "Hemû kesî şahidîniya tiştên li Cizîrê pêk hatin kir. 21 welatiyên sivîl PKK'ê na polîsan qetil kirin. Heke qeymeqam belavajî vê yekê tiştekî bêje bila bê em bi hev re sersaxiyan ziyaret bikin û ka kê sivîl qetilkirin ji malbatan guhdar bike. Heke PKK'ê li sivîl dabe çima Qeymeqam dernakeve nava gel û sersaxiyan pêk nayne."

(bd)