1. Hemû Nûçe

  2. Nirxandin

  3. Berwarî: Biryara YSK'ê kompoya AKP'ê ye
Berwarî: Biryara YSK'ê kompoya AKP'ê ye,berwarî,biryara,ysk,ê,kompoya,akp,ê,ye

Berwarî: Biryara YSK'ê kompoya AKP'ê ye

A+ A-

Hîndekarê Zanîngeha Duhokê Prof. Dr. Kamuran Berwarî, biryara YSK’ê ya der barê Mehmet Hatîp Dîcle de şermezar kir û diyar kir ku ev biryar komploya AKP’ê ye. Berwarî anî ziman ku hikûmet kurdan wekî terorîst dibîne û divê kurd karibin xwe li hemberî vê yekê biparêzin. Berwarî bang li hikûmetê kir û xwest gavê berbiçav bavêje

Bertekên li dijî biryara YSK'ê ya betalkirina parlementeriya Parlementerê Eniya Ked, Demokrasî û Azadiyê yê Amedê Mehmet Hatîp Dîcle yê ku ji Doza KCK'ê girtî ye her ku diçe zêde dibin. Bertekek jî ji Hewlêrê hat. Hîndekarê Zanîngeha Duhokê Prof. Dr. Kamuran Berwarî, biryara YSK’ê ya der barê Mehmet Hatîp Dîcle de şermezar kir û diyar kir ku ev biryar lîstik û polîtîkaya hikûmeta AKP’ê ye. Berwarî, biryara boykotê ya KCD, KCK'ê û piştgiriya Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan a ji bo boykotê nirxand û diyar kir ku helwestek di cih de heye. Berwarî, da zanîn ku Eniya Ked, Demokrasî û Azadiyê helwestek rast nîşan daye û wiha got: "Hikûmeta AKP'ê ji bo çareseriyê tu gavên demokratîk navêje. Hemû gavên AKP'ê dijdemokratîk û gavên înkarê ne. Xuya dibe ku hikûmet naxwaze kurd di meclîsê ne nûnertiya xwe ava bikin. Hikûmet kurdan di meclîsê ne naxwaze. Ev komploya AKP'ê ye."

'Dixwazin tasfiye bikin'

Berwarî di berdewama axaftina xwe de anî ziman ku tu projeya Tirkiye û hikûmetê ji bo çareseriyê tune ye û wiha berdewam kir: "Divê gelê kurd li hemberî van polîtîkayan û helwestên înkarê êdî karibin bi xwe biryara xwe bidin û bi xwe pirsgirêkên xwe çareser bikin. Tirkiye bixwaze dikare niha pirsgirêkê çareser bike. Lê ji ber ku Tirkiye û hikûmet tasfiyeya kurd dixwaze, nêzî çareseriyê nabe. Bi vê helwestê êdî hate zanîn ku polîtîkaya tasfiyekirinê tê meşandin. Divê kurd xwe li hemberî van polîtîkayan biparêzin. Divê hemû kurd ji bo parastina Dîcle û mafê xwe di nava têkoşînê de bin. Berpirsiyarê bûyeran û pirsgirêkan AKP û dewlet e. Divê êdî kurd bi xwe qedera xwe tayîn bikin. Divê heta Dîcle bişînin meclîsê têbikoşin."

Berwarî, bang li hikûmetê jî kir û xwest ku hikûmet gavên çareseriyê bavêje. DÎHA (mae)