Berwarî: Tenê bi gotina şerê bira kûjî nabe têrê nake
Endamê Meclisa Kongira Netewiya Kurdistan (KNK) Dr Kamûran Berwarî pêvajo dawî nirxand û di derbarê Konferansa Kurd ya Neteweyî de diyar kir ku bi tu awayi piştgiriyê nadin partiyên ku dijminantiyê ji gelê kurd re dikin.
Endamê Meclisa Kongira Netewi ya Kurdistanê (KNK) Dr Kamûran Berwarî ji Ajansa me DÎHA re axivî û balkişan li ser berxwedana gelê kurd a li Tirkiyeyê. Endamê Meclisa Kongira Netewiya Kurdistan (KNK) Dr Kamûran Berwarî bal kişand ser hevdîtinên Serokê Herêma Kurdistanê Mesûd Barzanî yên li Tirkiyeyê û wiha got: "Tenê nebûna şerê birakûjiyê têrê nake, di heman demê de piştevani û parçekirina Kurdistanê divêt neyê pêkanîn. Divê gelê başûrê kurdistanê bi zanibe ev deskeftiyê wê wan bi tenê nahêle bê parastin ev hîkûmeta heyî ku deskeftiyê mezintirin deskeftiyên netewi yê kurdan yê sere rasta cihanê parastina van deskeftiya û vê xakê berpirsyariyên me hemûyane. Em weke Kongira Neteweya Kurdistanê vê weke erk li ser xwe dibinin û ji bo vê xebat ji bo yekgirtî û yek rêziya gelê Kurd li her çar parçê Kurdistanê bikin."
Dr Kamûran Berwarî der barê Konferansa Neteweyi ya Kurd de jî axivî û wiha got: "Di demek herî nêz de dê konferansa Kurd pêk bê. Lê em naxwazin ku kes û dewletên xêrnexwazên kurdan tevli kunferansê bibin. Ev konferans bêyî PKK, HPG, PJK, PYD, PDK, YNK û PÇDK qet nabe. Kesên ku dixwazin konferansek bê aligirên kurdan dirûst bike û dimin û dagirkerên kurdistanê bejdar bikin û li ser biryar û îtifaqê li ser kurdan binin bê goman ev xizmeta berjewendiya Gelê Kurd nake. Berwarî da diyarkirin ku ev Konferans ya Kurdan û Kurdane di wê konferansê de wê hêzên kuran serweri û xetên sor werin dest nişankirin disan di konferansê de wê ser çarenûsa kurdan were niqaşkirin disan em pişgirî dikin ku hêzên leşkeri yên HPG û Pêşmerge Konferansek xwe yê Netewî bê kirin pêwiste em li gel gel û netewa xwe bin lê bele pêwiste ku em bikarin gel û netewa xwe ji bi parêzin."
Berwarî li ser rewşa Sûriye ji axivî û wiha berdewam kir: "Bi tu awayi pêwiste em gelê Sûrî bi tene ne hêlin em yek bigirn yek berdin. Em bang li Mesut Barzanî, Celal Telebanî û Serokatiya Konseya Rêvebir a KCK’ê Murat Karayilan jî dikin û dixwazin temaşeyî kurdên Suriyeyê bikin û gelê xwe yê Sûriyeyê biparêzin.
(oi/mae)
