1. Hemû Nûçe

  2. Nirxandin

  3. Berxwedan: Dewleta Tirk hewl dide DAIŞ'ê li ser piyan bihêle
Berxwedan: Dewleta Tirk hewl dide DAIŞ'ê li ser piyan bihêle,berxwedan,dewleta,tirk,hewl,dide,daiş,ê,li,ser,piyan,bihêle

Berxwedan: Dewleta Tirk hewl dide DAIŞ'ê li ser piyan bihêle

A+ A-

SEDAT SÛR - KOBANÊ - ANF Fermandarê YPG'ê Mehmûd Berxwedan diyar kir, ku êrîşa çeteyên DAIŞ'ê ya duh danê sibê di bin kontrola dewleta Tirk de ji bakur ve hat kirin, êrîşeke plankirî ye û destnîşan kir, ku bi vê êrîşê re hatiye xwestin çeteyên DAIŞ'ê yên li Kobanê hatine têkbirin, komî ser hev bên kirin.

Berxwedan bibîr xist, ku pevçûnên duh li nava xaka Tirkiyeyê rû dane û anî ziman ku li eniyên din jî şer û pevçûn hebûn, lê belê şerê esasî li nava xaka Tirkiyeyê rû daye.

Fermandarê YPG'ê Mehmûd Berxwedan diyar kir ku ew bi dewleta Tirk re cîranê hev in û got, "Dewleta Tirk têkiliyên cîrantiyê binpê kiriye û ji bo rêxistina terorê DAIŞ êrîşî me bike, deriyên xwe lê vekiriye."

Berxwedan anî ziman, ku ew ê ji niha û pê ve li hemberî her şêwe êrîşên ji aliyê Tirkiyeyê ve bên, bi her awayî tedbîran werbigirin û destnîşan kir, ku ew ê ji her alî ve amadekariyan bikin.

'ÇETEYA DAIŞ'Ê DI HEMÛ ÊRÎŞÊN LI HEMBERÎ DERÎ DE HAT TÊKBIRIN'

Fermandarê YPG'ê Mehmûd Berxwedan bibîr xist, ku di berxwedana Kobanê ya du meh û nîv li dû xwe hiştiye de, çeteyên DAIŞ'ê serî li hemû rê û rêbazan dane, lê encam negirtine û got, "Çeteyên DAIŞ'ê berê jî êrîşên bi heman rengî kirin. Di serî de bi wesayîtên bombebar kirî, gelek caran êrîş kirin. Xwestin derî bixin bin kontrola xwe, lê encam negirtin. Bi taybetî, mîna ku me ragihand di dema dawî de însiyatîf ketiye destê me û herî zêde jî me li herêma deriyê sînor a çeteyên DAIŞ'ê xwest lê encamê bi dest bixe, me serweriya xwe misoger kir."

Berxwedan ragihand, ku wan hemû êrîşên çeteyên DAIŞ'ê yên heta niha li hemberî deriyê sînor kiriye, eciqandine û anî ziman ku wan li derdora avahiya Şaredariyê û Mizgefta Hecî Reşad derbên giran li wan dane û hemû êrîşên wan bê encam mane. Berxwedan da zanîn ku di rojên dawî de bi çalakiyên xwe yên li derdora avahiya Şaredariyê re, wan DAIŞ tarûmar kirine û anî ziman, ku li gel hejmareke zêde çeteyên DAIŞ'ê serçeteyek jî li vir hatiye kuştin û cebilxaneya wan hatine desteserkirin.

'DEWLETA TIRK HEWL DA PÊŞÎ LI TÊKÇÛYÎNA ÇETEYÊN DAIŞ'Ê BIGIRE'

Berxwedan bibîr xist, ku çeteyên DAIŞ'ê li dû van hemû hewldanên xwe yên neserketî, yekemcar duh ji sînorê aliyê Tirkiyeyê bi hêsanî derbas bûye, destpêkê bi wesayîta bombebarkirî, dûre jî ji avahiya Gumrukê ya dewleta Tirk a li nava xaka Tirkiyeyê êrîş kirine û got, "Em dixwazin piştperdeya van êrîşan aşkera bikin. Çeteyên DAIŞ'ê, ku heta roja îro hewl da ji eniya rojhilat ve xwe bigihîne derî lê negihaşt, duh hewl da ji du baskan ve derî bi dest bixe. Li eniya başûr li se rêya Helebê û li aliyê din jî di nava sînorên Tirkiyeyê de derbas bû û xwest, kontrola deriyê sînor bi dest bixe."

Fermandarê YPG'ê da xuyakirin ku ew li benda êrîşa li ser rêya Başûr bû û amadekariyên wan di vî warî de hebûn û got, "Lê belê, ya rast em ne li bendê bûn ku li aliyê Tirkiyeyê, avahiya Gumrukê ya dewleta Tirk veguhere mewziyeke DAIŞ'ê û bêyî li ti astengiyê rast bê êrîşeke bi vî rengî bikin. Em ne difikirîn ku dewleta Tirk bikeve nava karekî bi vî rengî, lê diyar e em şaş fikirîne. Ev êrîş bi destûr û fermana dewleta Tirk hatiye kirin. Em dixwazin vê gelekî zelal bînin ziman. Bi vê êrîşê re dewleta Tirk careke din nîşan daye ku ew êrîşên DAIŞ'ê organîze dike. Dewleta Tirk, çeteyênD AIŞ'ê yên li Kobanê şikestin û li pêşberî YPG'ê nikarin bisekinin, bi vê êrîşê re xwestiye ji nû ve li hev kom bike û êrîşeke ji nişka ve însiyatîfa me bişkîne. Lê belê tevî ku hêzên me qet ne li benda êrîşeke wiha bû û tedbîrên di wê astê de negirtibûn jî, bi ruhekî fedaî û bi tevgereke lezgîn, çeteyên DAIŞ'ê yên li avahiya Gumrukê ya dewleta Tirk û embarga Genim tine kirin û li avahiya Gumrukê ya dewleta Tirk xeta parastinê ava kirin."

'ŞERÊ DUH LI NAVA XAKA TIRKIYEYÊ QEWIMÎ'

Mehmûd Berxwedan got, "Vê yekê jî ez dixwazim bi zelalî bînim ziman; pevçûnên duh belê li eniyên din jî qewimîn, lê ew êrîşên bi şêweyê sûîkastê bû. Şerê esasî yê duh li nava xaka Tirkiyeyê qewimî." Berxwedan diyar kir ku ji ber besiv dane êrîşên ji aliyê Tirkiyeyê li hemberî wan hatine kirin, şer li xaka di bin berpirsyariya dewleta Tirk de qewimiye û bibîr xist, ku xaka divê dewleta Tirk biparêze, wan ji terorîstên DAIŞ'ê parastine.

'DAIŞ JI XETÊN ME NIKARE ÊRÎŞÎ DERIYÊ SÎNOR BIKE'

Berxwedan da xuyakirin ku çeteya DAIŞ'ê nikare ji Kobanê bi wesayîta bombebarkirî êrîşî deriyê sînor bike û axaftina xwe wiha dewam kir: "Hemû xetên ku DAIŞ jê êrîşî derî bike, di bin kontrola me de ne û ne pêkane ku ji van xetên di bin kontrola me de DAIŞ bi wesayîteke bombebarkirî xwe bigihêjîne deriyê sînor. Ev yek ancax di bin kontrola dewleta Tirk de bû û ancax ji aliyê Tirkiyeyê ve bihata kirin. Ji xwe ya rû da jî bi vî rengî bû."

'DEWLETA TIRK NEÇARE VÊ RAVE BIKE'

Mehmûd Berxwedan da zanîn ku ew bi dewleta Tirk re cîran in û heta roja îro ji aliyê wan ve ti zerar negihaştiye dewleta Tirk û got, "Em bi awayekî dostane nêz dibin û li dijî hiqûqa cîrantiyê tevnagerin. Pêwîste dewleta Tirk jî li ser vê bingehê nêz bibe û bes destekê bide rêxistina terorê DAIŞ. Li dijî her şêweyên êrîşên ji aliyê dewleta Tirk û çeteya DAIŞ'ê ve were em ê di asta herî bilind de tedbîran bigirin. Em ê welatê xwe û gelê xwe biparêzin." Berxwedan herî dawî destnîşan kir ku dewleta Tirk neçar e rave bike ku ji nuqteyeke di bin kontrola dewleta Tirk de ewçend çete, çek û wesayîta bombebarkirî çawa derbas bû.