1. Hemû Nûçe

  2. Nûçe

  3. Berxwedana 82 rojan derûniya dewletê xirab kir
Berxwedana 82 rojan derûniya dewletê xirab kir,berxwedana,82,rojan,derûniya,dewletê,xirab,kir

Berxwedana 82 rojan derûniya dewletê xirab kir

A+ A-

ŞIRNEX (DÎHA) - Dewleta tirk a dagirker di berxwedana 82 rojan a Şirnexê de hema bêje li hemberî hêzên parastina cewherî ya xwerêveberiyên herêmê, bi hemû teknîka şer têkçûneke mezin jiya. Ev berxwedana ku di pêşengtiya 100 ciwanan der derbas bû, hêzên dewletê bi mehan nikaribûn bikevin taxên Şirnexê û bajar bi tevahî bi çekên giran hilweşandin. Hêzên dewletê yên ku dixwazin tirsê bidin avakirin, herî dawî rêveberê DBP'a Şirnexê Hurşît Kulter girtin bin çavan û dixwazin di bin çavan de winda bikin.

Piştî pêvajoya çareseriyê ji hêla Serokomarê tirk Erdogan û hikûmeta AKP'ê ve hat xirabkirin û şerê topyekun da destpêkirin, li bajarên Kurdistanê vîna xwerêveberiyên cewherî derketin pêş, li hemberî vê vîna civakî dewleta tirk bi êrîşên hovane bersiv da û di meha îlonê ya 2015'an de bi awayekî fîlî bajarên Kurdistanê dagirkir. Ji van bajaran yek jî Şirnex bû. Piştî navçeyên wekî Cizîr, Silopiya û Hezexê bi awayekî hovane êrîşên qirkirinê hatin meşandin, di 14'ê Adarê de li hemberi Şirnexê êrîş hatin destpêkirin.

Bi êrîşa li hemberî Haci Lokman Bîrlîk re destpêkir. Di 3'yê cotmeha 2015'an de bi kuştina Bîrlîk re wekî salên 90'î cenazeyê Bîrlîk li pey maşîna zirxî ji hêla hêzên dagirker ên tirk ve hat kişandin.

Li hemberî 10 hezar JOH-POH berxwedana 140 YPS'yî

Di êrîşên 3'yê îlona 2015'an re heta 14'ê adara 2016'an bi giştî 18 welatî ji hêla hêzên dewletê ve hatin înfazkirin. Berî êrîşên hêzên dewletê, li bajêr tumenek û bi dehan tûgay hebûn, pişt re 10 hezar tîmên taybet anîn bajêr û li navçeyên der û dorê jî qasî hezarî cerdevan anîn li bajêr bi cih kirin. Li bajêr ji derveyî hin malbatên ku bi dewletê re di nava têkiliyê de nin, hemû gelê bajêr hatin koçberkirin. Li gorî agahiyên YPS'ê li hemberî ew qas êza bêperwa, tenê li bajêr 100-150 berxwedêrên YPS û YPS-JIN'ê hebûn.

Li gorî daxuyaniya Waliyê Şirnexê dê li hemberî ew qas hêza bêperwa dê bajar di nava 20-25 rojan de bihata bi dest xistin. Lê berxwedana xwerêveberiyên cewherî 82 rojan li dû xwe hişt.

Ji bo her malekî topek

Li taxên wekî Yeşîlyurt, Gazîpaşa, Îsmetpaşa, Cumhuriyet, Dîcle, Bahçelîevler û Yeniyê bexwedana xwerêveberiyên cewherî bi rojan bedewam kir. Hêzên dewletê li van taxa ji bo her malekî topeke obûs û tangan veqetandin û avahiyên li van taxan bi tevahî hilweşandin.

113 windahî dan

Dewleta tirk a ku xwe wekî artêşa duyemîn a NATO'yê dibîne, li serê her kuçeyê li hemberî xwe berxwedaneke bêhempa dît. Di berxwedana YPS û YPS-JIN'ê ya 82 rojan de, bi dehan maşîne û kepçeyên zirxî yên ketin taxan hatin îmhakirin, li gorî agahiyan di van pevçûnan de hêzên dewletê 113 windahî dan. Lê dewletê wekî hemû cihan çawa windahiyên xwe vedişêre, windahiyên li Şirnexê jî wekî 22'yan da nîşan.

Di 18'ê gulanê de kesekî li Nexweşxaneya Leşkerî ya Şirnexê dixebitî, agahiyên ku dabû ajansa me, piştrast kir ku heta wê dîrokê 3 jê cerdevan, bi giştî 112 cenaze ji herêmê hatine derxistin, dîsa 123 birîndarên ku sewqî GATA'yê kirin, bi giştî 476 leşker û polîsên artêşa tirk birîndar bûne. Dîsa ji GATA'yê ji bo herêmê 11 pîskolog û psîkiyatrî hatin şandin.

Derûniya têkçûyînê jiyankirin

Di êrîşên qirkirinê yên 82 rojan berdewam kir de, li hemberî bajêr hemû çekên giran hatin bi kar anîn, lê li hemberî bexwedana şervanên YPS û YPS-JIN'ê têkçûneke mezin jiyan kirin. Dewlet ji bo li ser têkçûna xwe bigire, îdia kir ku "Di operasyonan de 489 PKK'î hatine kuştin." Li gorî agahiyan heta niha cenazeyê 63 endamên YPS/YPS-JIN'ê rakirine nexweşxaneyê.

Dewleta tirk a dagirker ji bo tolê ji gelê kurd bistîne, hemû jîngehên welatiyên herêmê ji bo cihê perwerdeya tîmên taybet îlan kir û dest danî ser jîngehên kurdistaniyan.

(ms)