1. Hemû Nûçe

  2. Çand û Huner

  3. 'Berxwedana Axşunê' bû albûm!
'Berxwedana Axşunê' bû albûm!,berxwedana,axşunê,bû,albûm

'Berxwedana Axşunê' bû albûm!

A+ A-

FERHAT ARSLAN Hûnermendê NÇM'a Mêrsînê Kadîr Çat di albûma xwe ya bi navê 'Axşun' de jiyana ji pêşengên PKK'ê Kemal Pîr, sînemavan Halîl Uysal û Hozan Serhat kir mijara stranên xwe.

Ji Hûnermendên Navenda Çanda Mezopotamyayê Kadîr Çat albûma bi navê 'Axşun' ji Kom Prodiksiyonê derxist. Di albuma ku stranên kurmancî û soranî tên strîn de ji bo bîranîna ji kadroyên pêşeng ên PKK'ê Kemal Pîr straneke tirkî jî heye. Çat diyar kir ku wî di nav 2 salan de ev album amade kiriye û got; "Min têkoşîna malbat û gelê xwe di bin banê Navenda Çanda Mezopotamyayê de nas kir. Heke nebibam dengê gelê xwe, heke nebibam lorîna êşên gelê xwe ez ê tu caran nebibûma xwedî sekneke watedar. Apê min Alî Çat yek ji wan şoreşgerên ku dijî nûkerî û axatiyê derketiye ye. Çirûska têkoşîna azadiyê li Hêlwanê bi hevalên xwe re vêxistin. Ev çirûsk pêşiya me ronî kir. Ji bo ez jî girêdana xwe ya bi wan re nîşan bidim min albûma ji stranên şoreşgerî pêk tê amade kir."

'Min diyarî berxwedanvanên dijî xiyanetê kir'

Çat anî ziman ku ji bo bîranîna Cuma Tak, Abdurrahman Manap, Sadun Demîrkoç, Alî Çat û Cuma Bozkoyun ên ku di 11'yê Îlona 1979'an de li gundê Axşuna Hêlwana Rihayê li dijî pergala axatiyê şer kirin û jiyana xwe jidest da ev albûm amade kiriye û wiha axivî: "Min stranên ku ji bo van 5 lehengên dijî axayên Hêlwan û Sîwerekê şer kirin û şehîd ketin nivîsandine di albûmekê de berhev kirin. Min ji bo 5 lehengan navê albûma xwe kir 'Axşun' û diyarî van şehîdan kir. Bavê min di sala 1980'an de li zîndana Amedê di qoxuşa Kemal Pîr de mabû. Her tim behsa sekna wî dikir. Ji me re behsa şoreşgeriya ya wî bi heybet dikir. Kemal Pîr pira di navbera gelên tirk û kurdan de bû. Soza min ji Kemal Pîr re hebû. Lewma min di albûmê de strana 'Kemal Pîr Yoldaş' gotiye. Dîsa Halîl Uysal ji bo hemû hûnermendên kurd pîvan û referans e. Min ji bo Halîl Uysal jî strana 'Xelîlo' nivîsî û strî. Ez sekna Halîl Uysal a entellektûel û şoreşger ya hûnerî ji xwe re esas digirim. Dîsa ji bo dayîkên ku jiyana xwe jidest dane distêrim. Min ji bo kesên ku têkoşîna azadiyê hilbijartine jî stranek strî ye."

(ak)


Bêjeyên Miftehî