1. Hemû Nûçe

  2. Nirxandin

  3. 'Berxwedana Bakurê Kurdistanê pîroz e'
'Berxwedana Bakurê Kurdistanê pîroz e',berxwedana,bakurê,kurdistanê,pîroz,e

'Berxwedana Bakurê Kurdistanê pîroz e'

Başûriyan ji ANF'ê re êrîşên li Bakurê Kurdistanê û tecrîda şidandî ya li ser Ocalan nirxandin û destnîşan kirin, ku berxwedana li Bakurê Kurdistanê pîroz e, lewma ew cem vê berxwedanê cih digirin

A+ A-

XURMATÛ - ANF Kurdistaniyên li navçeya Xurmatû ya Başûrê Kurdistanê dijîn diyar kir ku ew li cem gelê Bakurê Kurdistanê yê li hemberî êrîşên dewleta Tirk bi heybetî li ber xwe dide cih digirin û gotin, "Yê hurmeta xwe ji nirxên neteweyî re hebe û ji xwe re dibêje ez Kurd im, girîng e li hemberî tecrîda li ser Rêber Apo û êrîşên dewleta Tirk bikeve nava tevgerê û cihê xwe di nava çeperên berxwedanê de bigire."

'GELÊ KURD JI BO MAFÊN XWE LI BER XWE DIDE'

Mihyedîn Reşîd da zanîn ku gelê Kurd ji bo mafên xwe li ber xwe dide û banga destekkirina gelê Bakurê Kurdistanê kir. Reşîd got, "Weke welatiyekî ji Xurmatû, ez êrîşên dewleta Tirk ên li Bakurê Kurdistanê li hemberî gelê Kurd dike, şermezar dikim. Gelê me yê li dijî van êrîşan ji bo mafên xwe li ber xwe dide, silav dikim. Weke gelê Başûrê Kurdistanê dixwazim bêjim ku em li cem gelê xwe yê li parçeyên din li ber xwe dide, cih digirin. Gelê Kurd ji bo mafên xwe li ber xwe dide û divê destek ji vê re were dayîn. Tevî van êrîşan, em tecrîda şidandî ya li ser Birêz Abdullah Ocalan, ku ji aliyê dewleta Tirk ve tê girankirin, lenet dikin. Mîna her lîderî girîng e Ocalan di nava şert û mercên wekhev de rola xwe karibe bilîze. Di vê mijarê de girîng e astengiyên hatine danîn bên rakirin."

'GELÊ KURD DIXWAZE LI 4 PARÇEYÊN KURDISTANÊ BI RÊBERÊ XWE RE BI AWAYEKÎ AZAD BIJÎ'

Welatiyê ji Xurmatû Serbest Mihemed Welîd jî da zanîn ku gelê Kurd bi biryar e tevî Rêberê xwe bi awayekî azad bijî û destnîşan kir ku ti êrîş wê nikaribe gelê Kurd ji ya xwe vegerîne. Welîd got, "Weke welatparêzekî ji Başûrê Kurdistanê, êrîşên dewleta Tirk ên li hemberî gelê Kurd ê li Bakurê Kurdistanê dixwaze xwe bi rê ve bibe hatiye destpêkirin, şermezar dikim û berxwedana gelê Kurd a bi heybet silav dikim. Gelê Kurd êdî dixwaze xwe bi xwe bi rê ve bibe û di vê de israr dike. Dewletên dagirker ya wê vê qebûl bikin û bi awayekî siyasî pirsgirêkê çareser bikin, yan jî wê heta dawiyê berxwedan were nîşandan. Ez, tecrîda li ser Rêber Apo tê meşandin, lenet dikim. Eger dewleta Tirk di çareseriyê de ji dil be, divê tecrîda li ser Rêber APo rake û şert û mercên wekhev ên ji bo muzakereyê biafirîne. Gelê Kurd dixwaze li çar parçeyên Kurdistanê tevî Rêberê xwe bi awayekî azad bijî. Dijminê me divê vê baş fêm bikin."

'KÎ JI XWE RE DIBÊJE EZ KURD IM, DIVÊ LI HEMBERÎ ÊRÎŞAN LI BER XWE BIDE'

Şaxewan Hecî Haşim da xuyakirin ku kî ji xwe re dibêje 'ez Kurd im' divê cihê xwe di nava çeperên berxwedanê de bigire û got, "Mîna Osmaniyan, dewleta Tirk careke din bi awayekî topyekûn êrîşî nirxên gelê me yê ku gelekî nêzî maf û yekîtiyê bûye, dike. Mixabin a ku mirovan gelekî pê diêşîne ew e, ku hin lîderên Kurdan ev êrîş qebûl kirine û dengê xwe dernaxînin. Mîna li Bakur û Rojava, divê gelê me bi awayekî topyekûn li Başûrê Kurdistanê jî li ber xwe bide. Di dema ji nû ve dîzaynkirina Rojhilata Navîn de ji bo Kurd bibin xwedî mafên xwe yên bi sedan salan bi hesreta wan e, divê bi hev re bikevin nava tevgerê. Kesekî ku hurmeta xwe ji nirxên neteweyî hebe û ji xwe re dibêje ez Kurd im, divê li hemberî tecrîda li ser Rêber Apo û êrîşên deweta Tirk, cihê xwe di nava çeperên berxwedanê de bigire."

'DIXWAZIN BI BAŞÛRÊ KURDISTANÊ RE BI SÎNOR BIKIN'

Şanoger Mihemed Basrî jî diyar kir ku hatina leşkerên Tirk bo Başûrê Kurdistanê, parçeyek ji êrîşên li Bakurê Kurdistanê li hemberî gelê Kurd tê meşandin e û destnîşan kir ku gelê Kurd gelekî nêzî azadiyê ye, ti kes wê nikaribe vê asteng bike. Basrî got, "Li 4 parçeyan êrîşên dewletên dagirker li hemberî gelê Kurd dewam dikin. Bi taybetî dewleta Tirk a dagirker bi hovane êrîşî gelê Kurd ê li Bakurê Kurdistanê dike. Hatina leşkerên Tirk bo Başûrê Kurdistanê jî parçeyek ji vê konseptê ye. Têkiliya dewleta Tirk bi Başûrê Kurdistanê re, li ser bingeha nenaskirina gelê Rojava û Bakurê Kurdistanê ye. Dixwazin destketiyên Kurdan bi tenê bi Başûrê Kurdistanê ve bi sînor bikin. Bang li hemû partiyên Kurdistanî dikim; Divê li hemberî van êrîşan em bibin yek. Eger dewleta Tirk û dewletên din dixwazin bi gelê Kurdistanê re bibin dost, beriya her tiştî divê hurmetê nîşanî mafên gelê Kurd ên li çar parçeyên Kurdistanê bidin. Dema dewleta Tirk Qendîlê bomberdûman dike, gelo em çawa dikarin bi dilrehetî bijîn. Kî di vê rewşê de dikare ji xwe re bêje 'ez welatparêz'im. Ji ber vê yekê dixwazim bêjim ku em li cem gelê Bakurê Kurdistanê ne."