1. Hemû Nûçe

  2. Nûçe

  3. Berxwedana Cizîrê di roja 20'emîn de ye
Berxwedana Cizîrê di roja 20'emîn de ye,berxwedana,cizîrê,di,roja,20,emîn,de,ye

Berxwedana Cizîrê di roja 20'emîn de ye

A+ A-

ŞIRNEX (DÎHA) – Li Cizîra Botan hêzên dewletê ku ev 20 roj in nikare vîna gel a berxwedanê bişkîne, ji ber gel koçber bike bi tankan taxan topbaran dike, malan xira dike. Welatiyên Taxa Cudiyê yên şevê li gel xizmên xwe derbas kirin jî car din vegeriyan malên xwe.

Li Cizîra Botan, berxwedana gel a rêveberiya cewherî ya li hemberî operasyonên tevkujiyê 20 rojan li dû xwe hêşt. Hêzên dewletê yên nikarin vîna gel bişkînin, ji bo taxên berxwedanê vala bikin bi taybet topbarana giran dikin. Duh jî hêzên dewletê ji bo gel bi zorê koçber bike , taxen Cudî û Nûrê da ber topan. Di êrîşan de gelek mal xira bûn. Her wiha ji ber depoyên avê û trafoyên elektrîkê jî hedef tê girtin, li taxan av û elektrîk jî qut bû.

Welatî vegeriyan taxê

Duh hin malbatên li Taxa Cudiyê ku malên wan di topbaranê de şira bûn, ji taxê veqetiyan û şevê li ba xizmên xwe derbas kirin. Şêniyên taxê, di saetên sibê de zarokên biçûk li cihên ewle hiştin û car din vegeriyan taxê.

Her wiha, Yekineyên Parastina Sivîl (YPS) jî bersiv da êrîşên hêzên dewletê. Tankek bi palet ê ku dixwest li gel du wesayîtên zirxî têkeve Taxa Cudiyê, rastî êrîşa bi roket hat. Di encama êrîşê de paletên tankê qetiyan, tank kete kendalê û bi temamî îmha bû. Du wesayîtên zirxî jî di encama pevçûnan de bi temamî hatin rûxandin.

Li Cizîrê ji saetên sibê pê ve berf dibare û zarokên li taxên berxwedanê jî li pey barîkatan bi berfê dilîzin.

(sy)