1. Hemû Nûçe

  2. Nûçe

  3. ‘Berxwedana gelê Kurd berxwedana gelên bindest e’
‘Berxwedana gelê Kurd berxwedana gelên bindest e’,berxwedana,gelê,kurd,berxwedana,gelên,bindest,e

‘Berxwedana gelê Kurd berxwedana gelên bindest e’

A+ A-

HATAY (DÎHA) – Endamên SYKP'ê yên ku li Hatayê ji bo piştgiriya berxwedana gel a li Kurdistanê di çalakiya greva birçîbûnê de ne diyar kirin ku berxwedana gelê Kurd berxwedana hemû gelên bindest e û bang li gelên Tirkiyeyê kirin ku çalakiyan berfirehtir bikin.

Ji bo pêkanînên tevkujiyê yên li Kurdistanê protesto bikin û piştgiriya xwe ya bi berxwedana gel a rêveberiya cewherî nîşan bidin li gelek bajarên Tirkiyeyê di serî de Elewî, jin û ciwan çalakiyên greva birçîbûnê pêş dixin. Li Hatayê jî çalakiya endamên Sosyalîst Yenîden Kuruluş Partîsî (SYKP) di roja duyemîn de berdewam dike. Endamên SYKP yên di grevê de berxwedana gel a li Kurdistanê silav kirin û bang li gelên Tirkiyeyê kirin ku ji bo bêdengiya li rojava bişkînin bikevin nav liv û tevgerê.

'Plana tunekirina gelê Kurd di meriyetê de ye'

Yek ji çalakgeran endamê SYKP'ê Erdî Şudut destnîşan kir ku hikumeta AKP'ê bi taybet piştî hilbijartina 7'ê Pûşberê li hemberî gelê Kurd plana tunekirinê xistiye meriyetê û got ji bo çalakiya Elewiyan dane destpêkirin berfireh bikin ew jî li Hatayê dest bi grevê kirine. Şudut diyar kir ku mafê jiyanê ya gelê Kurd tê binpêkirin û ew berxwedana gel a rêveberiya cewherî silav dikin.

'Heya aşitî nebe aramî nabe'

Tayyîp Eber ê di çalakiyê de jî got ku divê rê li ber terorîzekirina daxwaza gel a xweseriyê bigirin û ewê heya ku daxwaza gelê Kurd bicih were çalakiyên xwe bi awayên cûda berdewam bikin. Eber wiha berdewam kir: "Heya li vî welatî aşitî û biratî nebe dê aramî jî tunebe."

'Eger em bi hev re bin em hene'

Çalakgerê greva birçibûnê Mert Aslanyurek jî anî ziman ku dema gelekî digirî gelên din nikarin bikenin û wiha pê de çû: "Em jî dixwazin li Antakyayê bihistyariya xwe nîşan bidin."

'Berxwedana gelê Kurd berxwedana gelên bindest e'

Serkan Yildirim jî diyar kir ku ewê her tim bi gelê Kurd re di nav hevgirtinê de bin û got ew ê jî wekî gelê Elewiyên Ereb li gel berxwedana gelê Kurd bin. Yildirim wiha axivî: "Berxwedana gelê Kurdistanê berxwedana hemû gelên bindest e. Ji bo berxwedan wan biserkeve çi ji destê me were emê bikin."

(sy)