1. Hemû Nûçe

  2. Jin

  3. ‘Berxwedana Jinên Cizîrê bû mînaka herî mezin’
‘Berxwedana Jinên Cizîrê bû mînaka herî mezin’,berxwedana,jinên,cizîrê,bû,mînaka,herî,mezin

‘Berxwedana Jinên Cizîrê bû mînaka herî mezin’

A+ A-

ŞIRNEX (DÎHA) – Jin ji gelek bajarên Tirkiyeyê bi dirûşmeya “Em tililiyên xwe zêde dikin. Em şahidên Cizîrê ne, parstvanên aşitiyê ne” kom bûn û hatin Cizîrê. Endama Ji Bo Aşitiyê Hewldana Jinan Selîn Ceylan diyar kir ku ji bo piştgiriya jinên Cizîrê ji Stenbol hatin û got:”Berxwedan jinên Cizîrê ji bo jinên tirk bû minaka herî mezin”

Gelek jin li ser bangavaziya Ji Bo Aşitiyê Hewldana Jina (BİKG) ji gelek bajarên Tirkiyeyê hatin cem hev û Cizîr ziyaret kirin. Jinên bi dirûşmeya “Em tililiyên xwe zêde dikin. Em şahidên Cizîrê ne, parstvanên aşitiyê ne” hatin Cizîrê lêkolîn pêk anîn. Endama (BİKG) ê Selîn Ceylana diyar kir ku ev ji bo piştgirya jinên Cizîrê hatine û got: ”Berxwedan jinên Cizîrê ji bo jinên tirk bû minaka herî mezin. Berxwedan li Cizîrê hat meşandin hat sansurkirin. Çapemeniya tirk sansûr danî ser berxwedana Cizîrê. Jin zarok û ciwanên Cizîrê li dijî êirişan di ber xwe dan. Lê çapemeniyê ev berxwedan nîşan neda. Kesên ku ji bo ku polis nekevin kolanên wan di ber xwedan ji aliyê çapemeniya tirk ve wekî terorîst hat nîşan dan. Polîsan bi awayek hovane zarok jin qetilkirin. Lê çapemeniyê ev yek nedît."

Ceylan got ku dema wê televizyon teşame dikir tu wate tune bû. Lê dema ew hat li kolanên Cizîrê geriya dît ku her tişt ne raste. Ceylan ji bo ku her kes rastiyê fambike xwest her kes were Cizîrê û berxwedana jinên Cizîra Botan bibine û wiha got: ”Em wek jinên Aşitîxwaz heya dawiyê piştevaniya gele Cizîrê bikin."

‘Cizîr rûmeta gelê Kurde’

Mamosteya ji Enqerê hat Arzu Erdogan jî diyar kir ku ji ber polîsan li Cizîrê êrîş pêk anîn û gelek welati qetil kirin xwast bi çavên xwe bibinin hatin Cizîrê. Erdogan got ku hikumeta AKP’ê ji ber ku bi serê xwe ne bû îxtîdar êrîşên hovane li gelek bajarên Kurdistanê pêk anîn li Cizîrê gelek qetliyaman pêk anî û got: "Lê gelê Cizê bi berxwedanek mezin bersiv da. Ez jî wek jinek kurd êdî naxwazim zarok û dayik bên qetilkirin. Cizîrê rûmeta gelê kürde."

(zf/mae)