Berxwedana Meskanê didome
9 Gulan
COLEMÊRG (DÎHA) - Çalakiya nobeta li dijî çêkirina qereqola li Çiyayê Meskanê di roja 14'emîn de berdewam dike. Parlementerê HDP'ê yê Colemêrgê Adîl Zozanî piştgirî da berxwedanê û wiha got: "Dewletê li Colemêrgê li şuna 180 qereqolan ji bo ciwanan bila xebatên îstîhdamê bike."
Çalakiya nobetê ya li Çiyayê Meskanê ya Colemêrgê ya li dijî çêkirina qereqolan di roja 14'an de taxa Meskanê nobet ji Meclîsa Ciwanan a BDP'ê ya Colemêrgê dewr wergirt. Parlementerê HDP'ê yê Colemêrgê Adîl Zozanî, Alîkarê Hevserokên Giştî yê BDP'ê Hamît Geylanî û rêveberên BDP'ê yê Colemêrgê jî piştgirî dan welatiyên tax ên nobet dewr wergirtin. Zozanî û rêveberên BDP'ê bi gel re heya serê sibê nobet girtin. Welatiyan ligel barana şevê dibarî nobet girtin û li dora agirên hilkirin xwe ji sermayê parastin û dem dem jî goved girtin. Dîsa ji bo xwe gerim bikin welatiyan lîstik lîstin. Di konê nobetê de Alîkarê Hevserokên Giştî yê BDP'ê Hamît Geylanî axivî û ji ber çalakiyê gelê Colemêrgê pîroz kir û wiha got: "Em dibêjin hemû riyên şer bila bên girtin û riyên aşitiyê bên vekirin." Geylanî, anî ziman ku çêkirina qereqolan li dijî pêvajiya diyalogêne û wiha axivî: "Li vi çiyayî ji bo riyên şer vebin qereqolan çêdikin. Qereqolên bi hinceta ewlehiyê tên çêkirin her tim azadiya mirovan asteng kirin e. Gelê kurd tu caran serî li hemberî zextan netewandiye."
'Kesên di pêvajoya çareseriyê de samîmî qereqolan înşa nakin'
Parlementerê HDP'ê Adîl Zozanî jî balkişand ser pêvajoya ji aliyê Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan ve hatî destpêkirin. Zozanî, diyar kir ku ya dikeve pêşiya hikûmetê çêkirina qereqolan nîn e û wiha got: "Çêkirina qereqolan tevkariyê naed pêvajoya çareseriyê. Helwesta AKP'ê sebotekirina pêvajoyê ye. Kesên di pêvajoya çareseriyê de samîmî qereqolan înşa nakin. Di konsepta ewlehiyê de israr înkarkirina gelê kurd e. Çawa heya niha me li hemberî înkarê berxwedaye em dê dîsa berxwe bidin." Zozanî, anî ziman ku li çiyayan zarokên gelek dayîkan ên bê gor radizên û wiha axivî: "Em îro li vir piştgiriyê didin çalakiya van dayîkan a bi awate. Dayîkên li vir nobetê digirin, dayîkên zarokên xwe windakirin in."
'Li vir guleyek biteqe Tirkiye dê ji Suriyeyê wêrantir bibe'
Zozanî, da zanîn ku ji bo konsepta şer û çêkirina qereqolan bê rawestandin xebitîn lê tu encama bi dest nexistin û wiha pê de çû: "Gelê kurd ji bo aştiyê destê xwe dirêj kir lê destê gelê kurd li hewayî ma. Ev yek ji bo Tirkiyeyê nebaş e. Em li Meskanê careke din dubare dikin. Heke li vir careke din pevçûn dest pê bikin dê Tirkiye winda bike. Ya ku em winda bikin tuneye. Heke li vir guleyek biteqe dê Tirkiye ji Suriyeyê wêrantir be. Heke dewlet dê li Colemêrgê 180 qereqolan çêbike bila şuna wan ji bo ciwan îstîhdamê bikin xebatan bimeşînin."
(bd)
