1. Hemû Nûçe

  2. Nûçe

  3. 'Berxwedana Sûrê bi hilweşandina malan naşkê'
'Berxwedana Sûrê bi hilweşandina malan naşkê',berxwedana,sûrê,bi,hilweşandina,malan,naşkê

'Berxwedana Sûrê bi hilweşandina malan naşkê'

A+ A-

AMED (DÎHA) - Hêzên dewletê 28 roj in Sûr dorpêç kiriye û bi tank û topan êrîşî war û malên dîrokî dike. Hêzên dewletê ku hêvî dikir navçeyê vala bike, ji ber heviya wê pêk nehat jî niha bi tang û topan êrîş dike. Welatiyê Sûrê Azad Yilmaz, diyar kir ku hêzên dewletê mala wî hilweşand, lê niha bi sedan malên wî hene û nikare berxwedana Sûrê bi êrîşan bişkîne.

Rêveberiya awarte 28 rojin bê navber li navçeya Sûrê berdewam dike. Tîmên taybet û polîsan hemû navçe dorpêç kiriye û êrîşên giran pêk tîne. Leşker, tîmên taybet û polîs bê navber bi tang û topan Bajarê dîrokî topbaran dike. Li hemberî êrîşên tang û topan berxwedan bilind dibe. Hêzên dewletê hêvî dikir ku gel koçber bike, lê ev heviya wê pêk nehat. Polîsan di êrîşan de Serokê Baroya Amedê Tahîr Elçî jî di navde 8 kes qetil kirin. Lê dîsa navçe vala nekirin. Ji ber hêviya wê pêk nehat niha warên dîrokî bombe dike. Welatiyên xaniyên wan xera dibin diçin cem cîranên xwe. Ciran deriyên xwe li cîranan vedikin û hev hembêz dikin. Welatiyê Sûrê Azad Yilmaz ê dewletê xaniyê wî xera kir, got "Malek me xera kirin, lê niha bi sedan malên me hene. Dê bi êrîşan nikaribin berxwedana me bişkînin.

Li dijî êrîşan berxwedana hevpar

Malbata Yilmaz diyar kir ku piştî mala wî hat xerakirin, welatiyên taxa Lale Beyê deriyên xwe li wî vekirin û piştgirî dan wan. Dayika 4 zarokan Nurdem Yilmaz, anî ziman ku çawa qedexe rabin dê li dijî van êrîşan berxwedanê bilind bike û xaniyê xwe ji nûve ava bike. Yilmaz, destnîşan kir ku dê tu carî Sûrê terk neke.

Nikarin berxwedanê bişkînin

Azad Yilmaz jî anî ziman ku ew ne mohtacî Serokomar Erdogan in û wiha got:"Hêzên dewletê çekan dixin serê me û bi zorê me ji malên me derdixin. Dixwazin em koçber bibin. Lê em dê bi piştevanî û hevkariya hev li dijî êrîşên wan di ber xwe bidin. Xaniyê me xera kir, lê niha bi sedan malên me hene. Heta em bi ser bikevin em dê di ber xwe bidin."

'Berxwedana me dê berdewam bike'

Malbata Can a li nêzî Bazara Mast diyar kirin ku dê li hemberî hemû zext û êrîşan mala xwe terk nekin. Remziye Can, anî ziman ku polîs û tîmên taybet çek xistin serê wan û xwestin malên xwe vala bikin û wiha got: "Polisên bi ser mala me de girtin gotin 'Hûn dernekevin em dê we bikujin' Ji ber dayika min nexweş bû, me ew ji vir derxist. Bavê min, birayên min û xwişkên min ji mal derneketin. Em bên kuştin jî bila em li mala xwe bên kuştin. Sûra me hilweşandin. AKP û Erdogan dê hesabê vê yekê bide. Em dê heta dawî berxwedana xwe berdewam bikin."

(mae)