1. Hemû Nûçe

  2. Nûçe

  3. 'Berxwedêrên li pişt xindekan mexdurên TMK'ê ne'
'Berxwedêrên li pişt xindekan mexdurên TMK'ê ne',berxwedêrên,li,pişt,xindekan,mexdurên,tmk,ê,ne

'Berxwedêrên li pişt xindekan mexdurên TMK'ê ne'

Saziyan berê bi UNİCEF û Meclîsa Tirkiyeyê re hevdîtin kirin. Dê sibê jî li Amedê bin

A+ A-

ENQERE (DÎHA) - Hêzên dewletê dagirkirin û êrîşên li ser gelê Kurdistanê berdewam dike. Gelê di tax û navçeyan de hatine dorpêçkirin li dijî êrîşan li pişt xendekan di ber xwe didin. Hezî zêde zarok dikevin bin bandorê. Endama Komeleya Zarokan a Gundemê Ezgi Koman, bang li hêzên navneteweyî kir û got: "Ew zarokên li pişt xendekan, zarokên mexdûrên TMK'ê ne. Me bipartiyên siyasî re hevdîtin kir. Lê AKP'ê hevdîtina me qebûl nekir."

Nêzî 70 sazî, di pêşengiya Komeleya Zarokan a Gundemê de, bi boneya balê bikşîne ser zarokên di bin êrîşa dewletê de mane û zarokên di şer de tên qetilkirin, bernameyan pêk tînin. Saziyan berê bi UNİCEF û Meclîsa Tirkiyeyê re hevdîtin kirin. Dê sibê jî li Amedê bin.

Çapemenî komkujiyan vedişêre

Têkildarî xebatan endama Komeleya Zarokan a Gundemê Ezgi Koman, anî ziman ku wan serî li UNİCEF'ê da û wiha got: "Saziyên navneteweyî zêde li ser zarokên di nava şer de ranawestin. Rê li pêş çapemeniyê digire. Ji ber vê yekê çapemenî rastiyan vedişêre. NY û UNİCEF ne tenê ji zarokên li Tirkiyeyê, ji zarokên hemû cîhanê berpirsiyar in.

'Divê UNİCEF raporê amade bike'

Koman, dazanîn ku wan nûnertiya UNICEF a Tirkiyeyê agahdar kiriye û xwestine der barê Tirkiyeyê de raporê amade bike.

UNİCEF: Wêne delîlên şer in

Koman, anî ziman ku wan ji UNİCEF'ê xwestiye mekanîzmayên mafên mirovan der barê Tirkiyeyê de rakin ser piyan û wiha got: "Li Tirkiyeyê Komîseriya Bilind a Mafên Mirovan, Komîteya Mafên Zarokan a NY'ê û Rapora Înfaza bê Daraz hene. Divê ev mekanîzma bi lezgîn têkevin nava tevgerê. Nûnerê UNİCEF'ê bi mere hevdîtin kir. Me rewşa Tirkiyeyê bi wan re parve kir. Nûnerê UNİCEF'ê diyar kir wan wêneyên li qadên şer dîtine û van wêneyan şer îspat kiriye."

Koman, da zanîn ku têkildarî mijarê wan bi CHP û HDP'ê re hevdîtin kirin, lê AKP'ê daxwaza wan a hevdîtinê red kiriye.

Koman, anî ziman ku li Tirkiye zarok rastî îşkenceyê tên û tên qetilkirin û wiha berdewam kir: "Yahya Menekşe, Nihat û gelek zarok hatin qetilkirin. Nêzî 50 zarok hatin qetilkirin.

(mae)