1. Hemû Nûçe

  2. Nûçe

  3. Berxwedêrên Sûrê bang li gelê Amedê kirin
Berxwedêrên Sûrê bang li gelê Amedê kirin,berxwedêrên,sûrê,bang,li,gelê,amedê,kirin

Berxwedêrên Sûrê bang li gelê Amedê kirin

A+ A-

NAVENDA NÛÇEYAN - ANF Ji berxwedêrên li Sûrê Îsmaîl Kaya bi rêya telefonê beşdarî weşana MED NÛÇE bû û bang li gelê Amedê kir.

Îsmaîl Kaya da xuyakirin ku di dorpêçiya 23 roj in li Sûrê hatiye kirin de, hêzên dewletê bi çekên giran êrîş dikin.

Kaya ragihand ku di vê êrîşê de hêzên dewleta Tirk çekên qedexe yên weke bombeyên mîsketê bi kar tînin, mizgeftan dişewitînin û anî ziman ku tîmên tevgera taybet ên jendermeryan tevlî operasyonê bûne.

Îsmaîl Kaya da zanîn ku hêzên ewlekariyê yên dewleta AKP'ê, ji ber ku li pêşberî berxwedanê nikarin bi pêş de biçin malan dişewitînin û diyar kir ku di êrîşan de sivîl hedef hatine girtin û sivîl birîndar bûne.

Kaya ragihand ku rewşa berxwedêrên xwerêveberiyê gelekî baş e û destnîşan kir, ku medya Tirk nûçeyên derew diweşîne. Kaya da xuyakirin ku leşker û polîsên dewleta Tirk nikarin bi pêş de biçin.

DEWLET WINDAHIYÊN XWE VEDIŞÊRE

Îsmaîl Kaya der barê şerê 23 rojan de agahî da û diyar kir ku ku di vî şerî de 5 berxwedêran jiyana xwe ji dest dane. Kaya da xuyakirin ku dewleta Tirk leşker û polîsên xwe yên hatine kuştin, hejmara wan vedişêre.

BANGA LI GELÊ AMEDÊ

Berxwedêrê Sûrê ragihand ku rêxistinên mîna DAIŞ'ê di nava van êrîşên li hemberî wan de cih digirin û bang li gelê Amedê bi taybetî jî ciwanan kir.

Kaya got, "Em ê serî netewînin, em vê sîstemê qebûl nakin. Em ê xwerêveberiya xwe ava bikin. Divê gelê Amedê bênavber rabe ser piyan, çalakiyan li dar bixe û bi taybetî divê ciwan pêşengiyê ji vê re bikin."