1. Hemû Nûçe

  2. Nûçe

  3. Berî Hatina Erdogan Operasyona Facebookê
Berî Hatina Erdogan Operasyona Facebookê,berî,hatina,erdogan,operasyona,facebookê

Berî Hatina Erdogan Operasyona Facebookê

A+ A-

Facebook a ku li Misir, Lîbya û welatên din destekê dide dijberên îqtîdarê, li Tirkiyeyê berî hatina Erdogan a Amedê bi hezaran hesabên kurdan girt. Endamiya kurdên populer ên wekî siyasetmedar, nivîskar, parêzer, hunermend, rojnameger û aktîvîst bi hev re hatin girtin. Balkêş e ku Facebookê der barê van girtinan de tu hişyarî ji kesî re neşandiye û xwediyê van hesaban agahdar jî nekiriye.

Koma ku 15 hezar endamên wê heye, ya bi navê “We Want Kurdish Facebook – Em Facebooka Kurdî Dixwazin” jî di nav de bi hezaran komên siyasî, civakî, hevaltî û çalakiyan hatin girtin.

Facebook a ku li cîhanê xwe wekî navnîşana platformeke azad nîşan dide û destekê dide dijberên îtqtîdarên Rojhilata Navîn, li Tirkiyeyê operasyoneke mezin pêk anî. Facebookê berî hatina Erdogan a Amedê bi hezaran hesabên kurdên populer û komên wan girtin.

Endamên ku hesabê wan hatiye girtin dan xuyakirin ku derketiye holê bê çawa Facebook di xizmeta îqtîdarê de ye û hevkarê vê sîstemê ye û li şûna kes dema xwe di malperên wiha de xerc dikin, divê di weşanên kurdî û azad de keda xwe bikin yek. Endaman her wisa dan xuyakirin ku ew bi parêzeran re jî di nav hevdîtinan de ne û heke rê hebe, ew dixwazin dozê li Facebookê vekin.