1. Hemû Nûçe

  2. Nûçe

  3. Bexdayê êrîşa DAIŞ'ê ya li hember kampa Başîka derewand
Bexdayê êrîşa DAIŞ'ê ya li hember kampa Başîka derewand,bexdayê,êrîşa,daiş,ê,ya,li,hember,kampa,başîka,derewand

Bexdayê êrîşa DAIŞ'ê ya li hember kampa Başîka derewand

A+ A-

NAVENDA NÛÇEYAN / ROJNEWS

Bexdayê nûçeya çapemeniya Tirk ya li Başîka DAIŞ'ê êrişî kampa leşkerên Tirk lê dimînin kirine û 17 çeteyên DAIŞ'ê hatine kuştin derewand. Fermandariya Hevbeş a Operasyonên Iraqê diyar kir ku li hemberî leşkerên Tirk ên li Iraqê ti êrîş pêk nehatine.

Der barê mijarê de Waliyê Mûsilê yê berê Esil Nuceyfî ji Ajansa Nûçeya a Cîhanê re axivî û diyar kir ku nûçeyên êrîşa li hember kampa Başîkayê nerastin.

Li rexmê zextên di serî de DYA'yê û welatên din ên navnetewî ji bo leşkerên Tirk ên li xaka Iraqê vekêşin zêde bûne jî, Serokwezîrê Tirkiyeyê Ehmed Davûtoglu dabû diyar kir ku, eger leşkerên Tirk ji herêmê vekêşin, wê DAIŞ êrîşî herêmî bikin. Koşka Spî wiha bersiv dabû; "Heya niha DAIŞ'ê êrîşî yek kampa perwerdeyê nekirine."

Piştî vê daxuyaniyê, rayedarên dewletê ragihandin ku di 16'ê Kanûnê de çeteyên DAIŞ'ê êrîşî kampa Başîka ya leşkerên Tirk lêne kirine û 4 leşkerên Tirk birîndar bûne.

(ab)