1. Hemû Nûçe

  2. Nûçe

  3. Bi 10 hezar leşker hatin lê 10 gavan pêş de neçûn
Bi 10 hezar leşker hatin lê 10 gavan pêş de neçûn,bi,10,hezar,leşker,hatin,lê,10,gavan,pêş,de,neçûn

Bi 10 hezar leşker hatin lê 10 gavan pêş de neçûn

A+ A-

MÊRDÎN/ŞIRNEX (DÎHA) - Hêzên dewletê ji bo berxwedana gel û daxwaza xweseriya demokratîk bişkîne li Nisêbîn, Cizîr û Sîlopiyê bi deh hezar tîmên taybet û bi tank û topan navçe dagir kirin. Bi 10 hezar hêza arteşê ketin navçeyan, lê 10 gavan pêşve neçûn. Her çend TSK'ê bi nûçe û dîmenên berovajî wekî "Serkeftin" bi dest xistibe û daxuyaniya "Me 130 terorîst kuşt" bide jî, ji roja kolan li navçeyan hatiye qedexekirin heta niha hêj 10 gavan bi pêş ve neçûne. Ji ber vê yekê 12 roj in bi tankan êrîşî xaniyan dikin û xaniyan hildiweşînin. Hewl didin gel bi zorê bidin koçberkirin.

Piştî gelê kurd li navçeyên Sûr, Nisêbîn, Kerboran, Cizîr û Sîlopiyê rêveberiyên cewherî îlan kirin, hikûmeta AKP'ê û hêzên dewletê bi dehan caran kolan li welatiyan qedexe kir. Bi dehan car navçe dagirkirin û navçe dorpêç kirin. Herî dawî dîsa li Navçeya Cizîr û Sîlopiyê 12 roj berê bi 10 hezar tîmên taybet, tang û topan ketin navçeyan. Li navçeyên Cizîr û Sîlopiyê OHAL ava kirin û bi tang û topan êrîşî tax û malan kirin. Lê ji ber ku hêzên dewletê li gel hemû hêza xwe 10 gavan pêşve neçû, niha jî TSK daxuyaniyên ku bingeha wan tune û berovajî bi raya giştî re parve dike. Ji navendên nûçeyan nûçegîhan û rojnamegeran bi panzêr û maşîneyên zirxî dibin herêma kolanên qedexe û nûçeyên bê kok çêdikin. Herî dawî TSK'ê nûçeya "Me 130 terorîst kuşt" û "Barîkat hilweşandin" belav kir. Bi daxuyanî û nûçeyên bê kok wekî "Serkeftin bi dest xistibin" propaganda xwe dikin. Hêzên dewletê yên rastî berxwedana gel hat, niha jî bi tang û topan malan topbaran dike û gel qetil dikin. Hêzên dewletê bi komkujiyê hewl dide tax û malan vala bike û navçeyan vala bikin. Hêzên dewletê di nava 12 rojan de heta niha zarok jî di navde 25 kes qetil kirin.

Li gel êrîşên bi topan pêş ve naçin

Hêzên dewletê di 14'ê Kanûnê saet di 23.00'an de li Cizîrê kolan qedexe kir. Piştî kolan li welatiyan hatin qedexekirin, 10 hezar polîs û tîmên taybet bi maşîneyên zirxî, tang û topan ketin navçeyan û navçe dagirkirin. Lê li aliyê din li taxên Cudî, Nur, Sur û Yafesê gel li dijî êrîşan di ber xwe da û têkoşînek xurd nîşan da. Leşkeran li taxa Nurê li ser girê Aşkê bi cih bû. Li taxên Cudî û Surê jî leşkeran tang û topên xwe li ser girê Cahferî Sadik ê rêya Cizîr Hezexê bi cih kirin. Helîkopter anîn navçeyê û kepçe bi cih kirin. Li saziyên dewletê û dibistanan tîmên taybet û polîsên taybet bi cih kirin. Piştî xedexê dest pê kir, bi top û tangan gule û top barandin. 12 roj derbas bû, lê 10 hezar tîmên taybet hêj 10 gavan pêşve neçûne.

Li hemû taxan berxwedan didome

Di malpera fermî ya înternetê ya TSK'ê de hat diyarkirin ku "Barîkatek hatiye rakirin, xendekek hatiye girtin û du guleyên roketê hatine bidestxistin" Ev jî nîşan dide ku hêzên dewletê li gel çekên giran gavek jî pêş neketiye. Li aliyê din TSK'ê daxuyanî da û got "Li Cizîrê 114 PKK'î hatin kuştin û du guleyên roketê hatin bidestxisin" nakokiya rastiyê nîşan dide. Hêzên dewletê jî bi awayekî fermî qebûl dikin ku piştî 12 rojan barîkatek rakirine. Di van êrîşan de heta niha 15 welatî qetilkirin. Ji ber ku gel serî li ber êrîşên dewletê netewand, hêzên dewletê ceyran qut kir, gel bê av hişt û bi top û tangan êrîş kirin. Heta niha bi dehan xanî hilweşandin, Bi dehan xanî bûn arî. Li gel hemû êrîşên giran li taxên rêveberiya cewherî lê hatiye îlankirin berxwedan didome.

Li Sîlopî rewşa dawî

Li navçeya Sîlopî ku di heman rojê de OHAL lê hat îlankirin û 12 rojin qedexeya kolanan didome, berxwedan jî didome. Li taxên Başak, Cudi, Nuh, Barbaros û Yenişehirê yên rêveberiyên cewherî lê hatiye îlankirin jî li gel hemû êrîşên tang û topan berxwedan didome. Li Sîlopiyê jî li gel êrîşên tang û topan, heta niha leşker û polîs neketine yek taxê jî. Li Sîlopî jî wekî Cizîrê ceyran û av ji ser welatiyan hatiye qutkirin û êrîşên giran berdewam dikin. Gelek xanî û mal hatin hilweşandin û şewitandin. Lê li pişt xendek û barîkatan siloganên "Bijî berxwedana Silopiyê" bilind dibin. Li vir ji hemû dibistan û nexweşxane bûne Baragehên POH û JOH'ê. Hêzên dewletê di 12 rojan de 12 welatî qetil kirin. Cenazeyên 8 welatiyan ji ber êrîşên hêzên dewletê yên tang û topan di malan de tên rawestandin. Cenazeyê Teybet Înan (57) jî ji ber êrîşên JOH'ê 5 rojin li cihê lê hatiye qetilkirin tê rawestandin.

Li Nisêbînê ji neçariyê qedexe hate rakirin

Li Navçeya Nisêbînê ku 7 car in kolan tê qedexekirin jî berxwedan didome. Li Nisêbînê ku ewil 4 tax hatin qedexekirin, pişt re hemû tax hatin qedexekirin û 11 roj dorpêç û dagirkeriya dewletê ya li Nisêbînê berdewam kir. Li taxên Firat, Dicle, Abdulkadirpaşa û Yenimahalle yên Nisîbînê ku berxwedan bilind dibe, li gel hemû êrîşên dewletê heta niha dewlet pêşve neçûye û ji ber vê yekê jî duh li navçeyê qedexe hate rakirin. Li Nisêbînê bi qedexeya dawî re 4 welatî hatin qetilkirin.

Li Cizîr, Silopî û Nisêbînê ku dewlet bi hemû hêza xwe nikare encamê bi dest bixe, vê carê çapemeniya hawiz xistin meriyetê. Niha jî bi nûçeyên berovajî û koka wan tune, dixwaze rastiyan berovajî bike û tiştên şaş wekî rast nîşan bide. Bi taybetî li ser daxuyaniyên TSK'ê û rayedarên dewletê manşetên wekî "Tax ji terorîstan hat paqijkirin", "Leşkerên dest dirêjî zarokên bi hêrs dikin" derdixin pêş.

(mae)