1. Hemû Nûçe

  2. Nûçe

  3. Bi bombeyên Gazê Êrîşê Mexdûran Kirin
Bi bombeyên Gazê Êrîşê Mexdûran Kirin,bi,bombeyên,gazê,êrîşê,mexdûran,kirin

Bi bombeyên Gazê Êrîşê Mexdûran Kirin

A+ A-

Mexdûrên erdhejê daketin kolanan WAN (DÎHA) - Li Wanê piştî erdhejê ji ber ku alîkarî nehat belavkirin û çadir kêm in mexdûrên erdhejê îsyan kirin. Bi hezaran kesên ku daketin kolanan slogana "walî îstîfa" avêtin. Polîsan bi bombeyên gazê êrîşî mexdûrên erdhejê kirin.

Li Wanê mexdûrên erdhejê îsyan kirin. Piştî erdhejê ji ber ku alîkariyên hatin hêj nehatine belavkirin û pirsgirêka cih nehatiye çareserkirin welatiyan îsyan kirin. Bi hezaran welatî li ber Midûriyeta Herêmê ya DSÎ'yê kom bûn Riya Hevrişimê ji trafîkê re girt. Welatiyan bênavber slogana "Walî îstifa" avêtin. Gelek polîs û leşker sewqî cihê bûyerê hatin kirin.

Bİ bombeyên gazê êrîş kirin

Polîsên ku hatin cihê bûyerê bi bombeyên gazê êrîşî welatiyan kirin. Piştî aloziyê polîs paşve vekişiyan, çalakiya mexdûrên erdhejê didome. Hejmara welatiyên ku nerazîbûnên xwe tînin ziman her diçe zêde dibe. Li ser vê yekê gelek leşker û polîs sewqî cihê bûyerê hatin kirin.

Dimaseya krîzê de krîz

Aloziyeke din jî li Maseya Krîzê ya li ser riya Erdîşê hatiye avakirin de derket. Bi hezaran kesên ku li ber Maseya Krîzê kom bûn li dijî belavnekirina alîkariyan nerazîbûn nîşan dan. Li vir jî welatiyan bênavber slogana "Walî îstifa" avêtin. Nerazîbûna welatiyan didome.

Gel daket kolanan

Gelek mexdûrên erdhejê ku li cadeya Mereşê kom bûn jî li li hemberî belavnekirina alîkariyan nerazîbûn nîşan dan. Polîsên ku hatin cihê bûyerê bi bombeyên gazê êrîşî gel kirin. Mexdûrên erdhejê jî bi keviran bersiv dan polîsan. Li cadeya ku alzî mezin bû de bûyer didomin.

(sa)