1. Hemû Nûçe

  2. Jiyan

  3. Bi dengê balafirên şer radibin paşîvan
Bi dengê balafirên şer radibin paşîvan,bi,dengê,balafirên,şer,radibin,paşîvan

Bi dengê balafirên şer radibin paşîvan

A+ A-

Gelê Amedê li hemberî balafirên şer ê ku ji bo Herema Kurdistanê bombebaran bikin ji Amedê radibin bêzar û bi xof in. Amedî ditirsin ku malên wan bi ser serên wan de hilweşe. Hemwelatî diyar dikin ku di rojên dawî de ji ber ku bi şev û roj li ser hev balafirên şer radibin, ji bilî dengê defê bi dengê F-16'yan hişyar dibin û radibin paşîvan

Ji 17'ê tebaxê heta niha bê navber bi şev û roj balafirên şer li ser hev radibin û diçin Herêma Federal a Kurdistanê bombe dikin. Li herêma ku bûye hedefa bombebaranê herî zêde welatiyên sivîl zirar dîtin û neçar man ku gundê xwe vala bikin. Ji ber ku Balafira şer a 2'yemîn Fermandariya Hêzên Hewayî ya Amedê li navenda bajar e û balafirên şer ji vir radibin banderek gelek neyînî li ser welatiyan dike. Hemwelatiyên ku Kuruçeşmeyê dijîn diyar kirin ku ji ber dengên balafiran xew nakeve çavên wan, psîkolojiya zarokên wan xarabuye û bi tirs û xofin ku malên wan xara bibe.

'AKP welatê dibe ber şereke navxweyî'

Hemwelatiya taxa Kuruçeşmeyê Gulperî Guzelgul ku xwedî 6 zarok û 13 nêviye bertekên xwe anî ziman û da zanîn ku zarokê wan nikarin razên û dengên lorîkan û balafiran ketîye nav hev. Guzelgul, diyar kir ku dema balafirên şer nivê şevê radibe, zarok ji tirsa ji cihê xwe dipengizin û û matmayî dimînin. Guzelgul bertek nîşanî balafiran da û wiha axivî: "Neviyên min ji tirsan dikevin binê cihên xwe. Ev dewlet ji me çi dixwaze, xewên şevan dixwaze?" Guzelgul di berdewama gotina xwe de hêviyên xwe anî ziman û ji xwedê û peyxemberan xwest ku aştî bê vî welatî. Guzelgul da zanîn ku gelek ciwanên taxê di nava PKK'ê de ne û dema ku balafir radibin tirs û fikara wan zêde dibe. Guzelgul, destnîşan kir ku dema balafir radibin duayan dikin û wiha berdewam kir: "Ew bombe diçin dikevin ser zarokên me. Em bi êş û tirs radibin û rûdinên. Hikûmeta AKP'ê di vê meha pîroz rojiya remezanê de jî operasonan nasekinîne û li ser serê me bombeyan dibarîne. AKP welat ber bi şereke mezin ve diajo.

'Ji xeynî dengê defê em bi dengê balafiran hişyar dibin'

Welatiya bi navê Ferîde Solmaz jî tevî zarokên xwe dimîne û 35 sale şahidê bûyeran e. Solmaz diyar dike ku balafirên şer di her saetên rojê de difirin û ew dibêjin qey esman ji hev diqelişe. Solmaz hestên wiha tîne ziman, "Bi wê dengê em ji cihê xwe veciniqin. Zarokên min ji xew bi kelegirîn radibin û kâbusan dibînin. Em xwe herdem wek di nav şerde hîs dikin." Solmaz destnişan kir ku ne tenê zarok mezin jî ji dengên balafiran ditirsin û his dikin ku weke balafir dê li malên wan bikevin. Solmaz, xwest her kes li hemberî vê yekê bertekên xwe bînin ziman.

'Zarok hertim digirîn'

Welatiyê bi navê Abdurrahman Taşkin jî bertek û nerazîbûnên xwe anîn ziman û da zanîn ku we heta derengê şevê ji bo pariyek nan dixebite û wiha got: "Ez bi şev herî zû saet di 23.30'an de têm malê. Ji ber ku divê ez sibê zû hişyar bibim ez bi lezgîn radizêm. Lê demên dawî de ji ber dengê balafiran nikarim çavên xwe jî bigrim. Zarok ji dengên balafiran ditirsin û hertim digirîn"

'Em ditirsin ku diwarên malê hilweşin'

Sumeye Ozdu jî ji ber ku zarokên wê dixebitin li neviyê xwe dinere. Ozdu diyar dike ku di jiyana xwe de qet balafiran nedîtiye lê êdî ji balafiran nefret dike. Ozdu ramanên xwe wiha tîne ziman, "Cihê ku balafir radibin gelekî nêzî mala meye. Dema ku balafir radibin diwarên malê dilerizin û ez pir ditirsim ku diwarên malê bi ser me de hilweşin." DÎHA (by/mae)