1. Hemû Nûçe

  2. Nûçe

  3. Bi dijwarî êrîşî Nisêbînê dikin
Bi dijwarî êrîşî Nisêbînê dikin,bi,dijwarî,êrîşî,nisêbînê,dikin

Bi dijwarî êrîşî Nisêbînê dikin

A+ A-

NAVENDA NÛÇEYAN – Li Nisêbînê, ku 46 roj in derketina derve qedexe ye, hêzên dewleta Tirk taxên Firat, Abdulkadîrpaşa, Zeynelabîdîn û Kişla bi dijwarî bombe dikin.

Li navçeya Mêrdîn Nisêbînê, ku “qedexeya derketina derve” di roja 46. de ye, şer bi dijwarî dewam dike. Danê vê sibehê jî sewqiyata leşkerî ber bi navçeyê ve hat kirin. Maşînên zirxî yên li ser sînorê Qamişlo-Nisêbînê bi cih bûne, bombeyan li taxên Kişla û Zeynelabîdîn dibarînin.

Maşînên zirxî yên li derdora nexweşxaneya berê û rêya Îpekê bi cih bûne jî bombeyan li taxên Firat û Abdulkadîrpaşa dibarînin.

Bomberdûmana danê sibehê destpê kir, dewam dike.