'Bi fermana Walî Dilan ji nexweşxaneyê hat derxistin'
STENBOL (DÎHA) - Ciwana ku di 1'ê Gulanê de li qada Tasîmê bi bombeya gazê ya polîsan birîndar bû Dîlan Alp, bi fermana Walî ji Nexweşxaneya Medical Parkê hat tabûrcîkirin. Parezerên Alp dişar kir ku rayedarên nexweşxaneyê li dijî sonda Hipokratê tev geriyane.
Di 1'ê Gulanê de dema polîsan bi bombeyên gazê û ava şid mudaxaleyî girsê kir, di mudaxaleya polîsan a bi bombeyên gazê de Dîlan Alp bi giranî birîndar bû. Piştî Alp rakirin Nexweşxaneya Medical Parkê, hêj dermankirina Alp bi dawî nebû, rayedarên nexweşxaneyê bi îdîaya "Cihê vala tune" Alp tabûrcî kirin. Parêzerên Alp Umut Alkaç, Gulizar Tuncer û Fazil Ahmet Tamer, der barê rewşa muwekilê Alp de daxuyaniyek dan. Parêzeran diyar kir ku rayedarên Nexweşxaneya Medical Parkê bi fermana Waliyê Stenbolê Alp ji nexweşxaneyê derxistine û hinceta "Cih li nexwexaneyê tune" nayê qebûlkirin. Parêzeran anîn ziman ku li ser daxwaza heta 6'ê Gulanê saet di 17.30'an de Alp di beşa lênerîna zêde de maye û doktoran gotine lazime e gelek rojên din di bin venêrtina zêde de bê hiştin. Lê piştî çend saeta şûnde rayedarên nexweşxaneyê ew agahdar kirine û xwestine heta çend saetan Alp ji nexweşxaneyê derxin. Parêzeran anîn ziman ku li gel wan ev yek îtîraz kirin jî dîsa rayedaran diyar kirine ku nexweş dikare biçe malê.
Parêzeran anîn ziman ku daxuyaniya rayedarên Nexweşxaneya Medical Park Bahçelievlerê ya "Li nexweşxaneyan kontrolên hewce hatine kirin." Ne rastin. Rayedarên nexweşxaneyê ji ber helwesta xwe ya bîrdozî Alp tabûrcî kirine. Em dixwazin rayedarên nexweşxaneyê sedema tabûrcîkirina Alp vebêjin û zextên ku li ser wan hatin meşandin parve bikin. Em dixwazin ku rayedar lêborîna xwe bixwazin. Em dê li Wezareta Tenduristiyê, TTB'ê û Dozgeriya Komarê serlêdana suc bikin."
(mae)
