1. Hemû Nûçe

  2. Nûçe

  3. Bi girseyî hate şermezarkirin
Bi girseyî hate şermezarkirin,bi,girseyî,hate,şermezarkirin

Bi girseyî hate şermezarkirin

A+ A-

15'ê Sibatê salvegera roja anîna Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan a Tirkiyeyê li Mêrsîn Konya, Îzmîr Riha, Mêrdîn, Êlih, Wan û Agirî bi girseyî çalakiyên şermezarkirinê hatin lidarxistin. Di çalakiyan de 15'ê Sibatê hate şermezarkirin.

MÊRSÎN

Aktîvistên Tevgera Jinên Azad û Demokratîk (DOKH), bi boneya 15'ê Sibatê salvegera roja anîna Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan a Tirkiyeyê şermezar bikin meşek meşaleyî pêk anîn. Di meşê de bi piranî jin bi sedan kes amade bûn. Her wiha endam û rêveberên BDP'a Mêrsîne, Serokê Rêxistina BDP'a Mêrsînê Cîhan Yilmaz, nûnerên Goç Der'a Akdenîzê, ÎHD, MEYADER, endamên meclîsa Şaredariya Akdenîzê, DOKH, DYG, MKM û GKM'ê amade bûn.

Girseya ku li ber Mizgefta Halîl Îbrahim a taxa Guneş a navçeya Akdenîzê kom bûn, pankarta "Em Komploya 15'ê Sibatê şermezar dikin, bila Girtîgeha Îmralî bê girtin" vekirin û dowîzên "Roja me hêj derdorê xwe ronî dike, lê komploger li ku ne?", "Israra di aştiyê de israra di mirovahiyê de ye" û "Em komploya 15'ê Sibatê şermezar dikin" vekirin. Girkê bi dirûşmeyên ku 15'ê Sibatê şermezar dike heta Komeleya Hemwelatiyên Azad meşek pêk anî. Girsê bê navber dirûşmeyên "Bijî Serok Apo", "Bê Serok jiyan nabe", "Tolhildan", "Ocalan Ocalan", "PKK gel e, gel li vir e", "Ji şer re na, aştî hema niha" û "Em jiyana bêrûmet qebûl nakin" qerîyan.

RIHA

Li Rihayê jî bi hezaran kes bi boneya 15'ê Sibatê şermezar bike li Qada Topçu kom bûn û meşek girseyî pêk anîn. Di meşê de Parlementerê BDP'ê yê Rihayê Îbrahîm Bînîcî, endamên meclîsa BDP'ê, nûnerên KCD'ê rêveberên BDP'ê yên Rihayê jî di navde bi hezaran kes amade bûn. Girsê li qada Topuçu pankarta "Komploya 15'ê Sibatê hişmendiya ronahiyê ya gelê me reş nake" vekirin û posterên Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan bilind kirin. Girseya li Topçuyê kom bûn pişt re dowîz û sloganên "Bila agirbestê pûç nekin", "Serokwezîr ka wîjdanê we?" û "Bijî Serok Apo", "Ciwan fedaiyên Apo ne" û "Geleyê Rihayê ranezê" berz kirin, heta Kargeriya Karakoyunê meş pêk anîn.

Pişt re li ber Kargeriya Karakoyunê aktîvîstê KCD'ê Habîb Karabulut, daxuyanî xwend û 15'ê Sibatê şermezar kir. Karabulut, anî ziman ku komploya li dijî gelê kurd bi berwedana gelê kurd vala derketiye û gelê kurd tê her tim têkoşîna xwe mezintir bike. Piştî meşê zarokê bi navê S. D. hate binçavkirin.

ÊLIH

Konseya Bajarê Êlihê têkildarî salvegera 15'ê Sibatê roja anîna Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan a Tirkiyeyê, li Salona Konferansa Şaredariyê civînek li dar xist. Hevserokê Rêxistina BDP'ê ya Êlihê Şehmus Aslan, Serokê Meclîsa Bajarê Giştî Salîh Aktan, Cigirê Şaredarê Êlihê Serhat Temel û gelek kes beşdarî civînê bûn. Endamê Konseyê Alî Saripinar, daxuyaniyê xwend û bibîrxist ku bi sazûmaniya Komara Tirkiyeyê heta niha pirsgirêka kurd nehatiye çareserkirin. Saripinar, diyar kir ku ev yek piştî 15'ê Sibata 1999'an veguheriye aliyekî din û wiha got: "Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan di dema ji bo aştiyê hewl didan bi komployekî navneteweyî radestî Tirkiyeyê hate kirin." Saripinar, da zanîn ku hêviyên gelê kurd a çareserkirina pirsgirêka kurd xwestin bi vê komploya navneteweyî tarî bikin û wiha pê de çû: "Li ser vê armancî em wek Konseya Bajarê Êlihê, kes, kesên, sazî, rêxistin û dewletên di nava vê komployî de bi tundî şermezar û lanet dikin."

Di civînê de herwiha bangewaziya beşdarbûnê meşa ku dê di 15'ê sibatê de di seat 12.00'an de li ber Salona Sînemeya Yilmaz Guney heta Parqa Aram Tîgran li dar bixin hate kirin.

KONYA

Rexistina BDPê ya Konayayê jî bi minasebeta salvegera 15 Sibatê çivîna gel pêk anî. Civîn li avahiya BDP'ê ya Bajar pêk hat. Di civînê de nezi 150 kes amade bûn. Civînê bi rêzgirtinê dest pê kir. Piştre Hevserokê Rexistina BDP'a Konayayê Abdullah Guneş, têkildarî 15'ê sibatê axaftinek kir û 15'ê Sibatê şermezar kir. Guneş, anî ziman ku dewleta Tirkiyeyê ji sala 1925'an heta niha kurda înkar dike û tu encam negirtiyê. Civîn bi guhdariya helbestan bi dawî bû.

ÎZMÎR

Rêxistina BDP'ê ya Îzmîrê jî bi heman armancê bi beşdariya parêzerên Buroya Hiqûqê ya Asrîn li salona konferansê ya NÇM'a Îzmîrê panelek pêk anî. Di panelê de Prz. Îmran Emekçî û Mîzgîn Irgat, parlementera BDP'ê ya Mêrdînê Emîne Ayna wekî axaftvan beşdarî panelê bûn. Li salonê pankartên “Ji bo Ocalan Azadi, ji bo Kurdistan Azadi”, “Em komploya 15'ê Sibatê şermezar dikin" daliqandin. Panelê bi rêzgirtinê dest pê kir. Di panelê de parlementera BDP'ê ya Mêrdînê Emîne Ayna, diyar kir ku kompoya li Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan hatiye kirin li çand, dîrok, ziman, nasname û hemû nirxên gelê kurd hatiye kirin. Ayna, anî ziman ku gelê kurd bi têkoşîna xwe komplo vala derxistiye û wiha got: "Ji bo dewlet bide bersiva KCK'ê ya agirbestê divê kurt têkoşîn û çalakiyên xwe zêde bike."

Parêzerê Buroya Hiqûqa Asrînê Îmran Emekçî jî, bal kişand ser mercên Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan û wiha got: "Komploya 15'ê Sibatê polîtîkaya komkujiyê ya li dijî gelê kurd e. Brêz Ocalan ji azadî û nasnameya kurd tawîz neda. Bi vê komployê xwestin gelê kurd û têkoşîna gelê kurd belav bikin."

AGIRÎ

Li Navçeya Bazîdê ya Agiriyê ciwanan bi armanca şermezarkirina salvegera 15'ê Sibatê roja anîna Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan a Tirkiyeyê riya di navbera Îran û Tirkiyeyê de nêzî 2 saetan ji trafîkê girtin. Li gorî agahiyan şeve din ciwana riya di navbera Îran û Tirkiyeyê de ji trafîkê girtin û 15'ê Sibatê şermezar kirin. Gelek polîs û tîmên taybet sewqî cihê bûyerê hatin kirin. Polîsan bi ava şid û bombeyên gazê êrîş li ciwanan kir û ciwanan ji bi keviran bersiva polîsan da.

WAN

Li taxa Şabaniyeyê ya Wanê jî bi heman armancê wesayîta cerdevanekî hate şewitandin. Di encama şewatê de wesayitê tê zanîn ku aydî cerdevanekiye bi temamî hate şewitandin. Piştî bûyerê polîsan tax dorpêç kir.

Însiyatîfa Dayîkên Aştiyê ya Wanê jî bi heman armancê meş li dar xist. Endamên Însiyatîfa Dayîkên Aştiyê li ber Naveda Kar ya Şaredariyê hatin cem hev û bi pankarta "Ev roj ji bo dayîkan rojeke tari ye" vekirin û heta ber Navena Kar a Degerê meşeke bideng li dar xistin. Endamên Însiyatîfa Dayîkên Aştiyê Kolana Komarê ji trafîkê re girtin û dest bi meşê kirin lê rastî astengiya polîsan hatin. Dayîkên rastî astengiya polîsan hatin li ber Navenda Kar a Degerê daxuyanî dan çapemeniyê. Li ser navê dayîkan Leyla Duman, daxuyanî da û 15'ê Sibatê roja anîna Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan şermezar kir. Duman, diyar kir ku gelê kurd 15'ê Sibatê wekî roja reş îlan kir. Duman, anî ziman ku ji bo aştî li Tirkiyeyê pêk bê divê Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan ji Girtîgeha Îmraliyê derxin û wiha got: "Heke rojekê aştî pêk bê bêyî Birêz Ocalan nayê fikirin. Em wekî dayîk dixwazin ku ji bo xwîn raweste demildest Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan ji girtîgehê derxin."

Piştî daxuyaniyê dayîkan çalakiya rûniştê li dar xist.

MANÎSA

Bi minasebeta salvegera 15'ê Sibatê roja anîna Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan a Tirkiyeyê li Manîsayê meşeke meşaleyî hate lidarxistin.

Ji hêla BDP’a Manîsayê ve meşa bi meşaleyî hate lidarxistin. Girse li ber nûnertiya BDP’a Horozkoyê heya taxa Şehîtlerê bi meşaleyan meşiyan. Endama Meclisa Partiya Meclisê ya BDP’ê Oktay Konyar, serokê BDP’a Manîsayê Kerem Taylan, rêveberên BDP’ê yên bajar û navçeyan, aktîvîstên DYG û DOKH gelek kes tevli meşê bûn. Girse rê ji trafîkê re girtin û her wiha kurdên der dorê ji bi dirûşm û çepikan piştgirî da meşê. Piştî meşê daxuyaniyek hate dayîn û Komploya Navneteweyî hate şermezarkirin.

MÊRDÎN

Rêxistina BDP'ê ya Mîdyatê jî bi heman armancê bi sedan kes li ber avahiya BDP'ê kom bûn û 15'ê Sibatê şermezar kir. Girsê pankarta "Em 15'ê Sibatê Şermezar dikin" vekirin û ber bi Parka Aştî û Azadiyê ve meşiyan. Girsê di meşê de dowîzên "Em 15 Sibate şermezar dikin", "Dest nedin zarokên me" û "Dest nedin vîna me" bilind kirin. Girsê pişt re li Parka Aştî û Azadiyê daxuyanî da çapemeniyê. Di daxuyaniyê de 15'ê Sibatê hate şerezarkirin û hate xwestin ku gelê kurd li hemberî vê kamployê di nava yekîtî û têkoşînek hevpar de bin. Girsê piştî daxuyaniyê dîsa bi meş heta ber avahiya BDP'ê meşiyan.

EDENE

Li Taxa Barbaros ya Navçeya Seyhanê ya Edeneyê ji bi heman armancê gelek kes li ber Mizgefta Hz. Musa hatin cem hev û heta Bazara Çarşemê meş li dar xistin. Di meşê de pankartên "An azadî an azadî" û "Xweseriya Demokratîk û Serokatiyekî azad" û gelek postên Ocalan hatin hilgirtin. Di meşê de sloganên "Bijî serok Apo", "Bê Serok jiyan nabe", "Nêzîkahiya li hemberî Ocalan hinceta şer û aştiyê ye", "Ciwan cangoriyên Apo ne", "PKK gele gel li vir e" û "Ocalan" berz kirin. Di dema meşê de ciwan bang li gel kir ku tevlî meşê bibin û meş li ber nûnertiya BDP'ê ya Barbarosê bi dawî bû.

DÎHA (ft/aw/ae/mae)


Bêjeyên Miftehî