1. Hemû Nûçe

  2. Jiyan

  3. Bi hesreta 76 xizmên wê ji destê DAIŞ’ê rizgar bin, dijî
Bi hesreta 76 xizmên wê ji destê DAIŞ’ê rizgar bin, dijî,bi,hesreta,76,xizmên,wê,ji,destê,daiş,ê,rizgar,bin,dijî

Bi hesreta 76 xizmên wê ji destê DAIŞ’ê rizgar bin, dijî

Jina Êzidî ya bi navê Bêrîvan ku 76 xizmên wê di destê DAIŞ’ê de ne, xwest ku hemû jin û keçên ciwan ên Êzidî ji destê çeteyan werin rizgarkirin. Bêrîvan dibêje: “Rojekî ku em negirîn nîne. Em dikenin, diaxivin lê belê dilê me her tim xemgîne. Em dixwazin ku demek ji ya din zûtir gundên me rizgar bin. Êdî em dixwazin vegerin ser axa xwe.”

A+ A-

SEDA HISÊN / SILÊMANÎ

Di êrîşa çeteyan a 3’ê Tebaxa 2014’an de Bêrîvan tesaduf xilas dibe û li gel malbata xwe niha di kampa Aştî ya navçeya Erbet a Silêmaniyê de dijî. Bi xeyal û hesreta ku rojekî vegere Şengalê û 76 xizmên wê ji destê çeteyên DAIŞ’ê rizgar bibin, jiyan dike.

Bêrîvan Kemal di sala 1996’an li gundê Til Kesab a Şengalê hatiye dinê. Du sal in ku ew û malbata wê di kamapa Aştî ya Erbet de jiyan dikin. Bi wêneyên xizmên xwe yên di destê DAIŞ’ê de di nava kampê de digeriya ku bala min kişand. Serî heta binî reş li xwe kiriye û rastî kê tê behsa hovîtiya DAIŞ’ê ya li hemberî Êzidiyan dike. Li benda alîkariyê ye.

‘Ciwan û kal û pîr li hev duda kirin û kuştin’

Bêrîvan diyar kir ku ewê êşên xwe heta dawiya emrê xwe di hundirê xwe de bihêle û wiha behsa roja 3’ê Tebaxê kir: “Em roja 3’ê Tebaxê seat 7:30’an ji Şengalê derketin. Em bi xizm û kesên xwe re derketin û çûne gundê Kinê. Em ji wan veqetiyan, du birayên min jî bi wan re çû. Ji gundên Koço, Tilbenat û gundên din xelk çûbûn gundê Kinê. Em hatin çiya. Bavê min sê seatan meşiya heta ku çû gundê Kinê û birayên min anî. Xizmên me beriya ku bigihêjin çiya, çeteyên DAIŞ’ê bi ser gund de digirin. Keç, zarok, kal û pîr û zilaman ji hev cuda dikin û bixwe re dibin. Ciwan û kal û pîr ji hev cuda kirin û kuştin. Hemû jî xizm û kesên me bûn.”

‘Malbatek hemû wenda ne’

Ji xizmên Bêrîvanê malbata Îlyas Mehmo ku gelekî ew merax dikirin, 5 jin dikarin ji destê çeteyan xwe rizgar bikin. Der barê wan de Bêrîvan wiha dibêje: “Îlyas Mehmo malbata kurapê bavê min in. Li Şengalê dihatin naskirin. Malbatek 40 kesî bûn ku tenê 5’ê ji wan karîn xwe xilas bikin. Jin û keçên ciwan hemû birin û ciwan jî hemû kuştin. Ji vê malbatê tenê 5 keçan karîn xwe rizgar bikin. Kes nizane çarenûsa yên din çi jê hat.”

‘Keçên ciwan xwe ji zinaran ve avêtin’

Bêrîvan dibêje ku bi çavê xwe dît ku zarok ji têhn û birçiyan mirin û wiha behsa wan kêliyan dike: “Me nedizanî em ê kengê bimirin. Em bûne şahid ku zarok ji têhn û birçîbûnê mirin. Zarokan ji têhna pelên daran dixwarin. Jin û keçên Êzidî ji bo ku nekevin destê DAIŞ’ê xwe ji zinaran ve avêtin. Bi hezaran jin neçar man zarokên xwe li çiyayê Şengalê bihêlin. Hemû ji têhn û birçiyan mirin. Em 6 rojan di çiyan de man, PKK’ê derî ji me re vekir û em heta Sûriyê meşiyan. Em ji gundê Til Kesab heta Sûriyeyê meşiyan. Bavê min dayika min da pişta xwe anî. Em sê rojan li Sûriyeyê man. Ji wir ve jî em hatin Silêmaniyê. Dostek bavê min hebû, wî xwest em werin. Em yek du mehan li gel wî man û paşê derbasî kampa Aştî bûn.”

‘Ti wateyek jiyankirinê tineye’

Bi awirên xwe yên tije kîn û hêrs dibêje ku em ê tola xwe bistînin û wiha berdewam dike: “Li vir rojekî ku em negirîn û êş nekişînin, tineye. Ti wateya jiyankirinê nîne. Ji ber ku çavê me li benda kesên ku me li pişt xwe hiştin e. Belayek wisa nehatiye serê ti olekî.”

‘Heta ku ew di destê DAIŞ’ê de bin em ê ti cejnan pîroz nekin’

Dixwaze êdî vegere Şengalê Bêrîvan. Herî dawî wiha dibêje: “Di vê kampê de jiyan gelekî zehmete. Havînan gelekî germ û elektirîk nîne, tiştek em pê hênik bibin jî nîne. Rojekî ku em negirîn tineye, em dikenin, diaxivin lê belê dilê me her tim xemgîne. Em dixwazin demek ji ya din zûtir gundê me werin rizgarkirin. Êdî em dixwazin vegerin ser axa xwe. Derûniya me têk çûye. Ez ji hikûmeta navendî û saziyên mafê mirovan rica dikim ku; Jin û keçên me yên di destê dijmin de xilas bikin. Heta ku ew di destê DAIŞ’ê de bin, em nikarin ti cejnekî pîroz bikin. Ji dilê me nayê ku cejnê pîroz bikin.”

(ge)