1. Hemû Nûçe

  2. Çand û Huner

  3. Bi hunerê re mezin bû
Bi hunerê re mezin bû,bi,hunerê,re,mezin,bû

Bi hunerê re mezin bû

A+ A-


ŞÎNDA EKREM 

ANHA/ QAMIŞLO – Di 6 saliya xwe de bi fehmê (dare şewitî, komir) li ser dîwaran resim xêz kir, di dema xwendinê de li ser berxwedana Xezza resim xêz kirin. Niha amadekariya pêşengeheke li ser Sînemaya Amûdê dike.

Samir Kaloyê 27 salî ji taxa Hilêliyê ya Qamişlo ye, dibistana xwe ya seretayî û navîn li dibistanên taxê xwendin. Ji ber rewşa malbatê ya aborî dest ji xwendinê berda. Hunermendiya Samir di 6 saliyê de destpê kir. Samir dibêje di wî temenî de bi fehmê li ser dîwaran xêz dikir û resmên cûda cûda xêz dikir.QAMISLO-CAND-SAMIR-KALO (3)

Piştî dest ji dibistanê berdfide, dest bi kar kir û alîkariya malbata xwe kir. Di wê demê de jî xebatên xwe yên resim domand û dema xwe ya vala di resmên tabloyan de pêk tanî. Tabloyên xwe yên xêz dikir jî li ser dîwaran dadilqand.

Samir carekê dema dayîka wî pê re şer dike bibîr tîne û bi lêveke bi ken dibêje ku dema ferman pêk ne tanî dayîka wî gefa ku dê tebloyên wî biqetîne yan bişewitîne lê dixwar. Samir, got ku di wê demê de wî dest bi girî dikir û recayî dayîka xwe dike û fermanên wê pêk tîne. Samir, dema di dibistanê de bû, gelek caran dikeve pêşbirkan û her dem di rêza yekem de bidest dixist.QAMISLO-CAND-SAMIR-KALO (2)

Samir, ji ber rewşa aborî ya malbatê ji Qamişlo derdikeve û berê xwe dide paytexta Sûriyê Şamê û li wir di otêlekê de xwarinpêjiyê dike. Kalo di otolê de tevlî pêşbikê dibe û li wir bawernameya Şêf bi dest xist. Bi vê yekê di otêla 5 stêrk a li paytext Şamê kar dike, di heman demê de derfet jê re çê dibe ku bikeve peymangeha otêlan a Bilûdan a Şamê û li wir xwedina xwe didomîne.

Di salên 2008-2009’an de û bi alîkariya hevlên xwe yên peymangehê Samir Kalo beşdarî pêşbirka resim ku ji bo piştgiriya berxwedana gelê Xezayê hatiye lidarxistin dibe. Di wê pêşbirkê de dibe yê 4’emîn li ser asta Sûriyê.

Piştî pêşbirkê Wezareta Perwedeyê ya Sûriyê derfetên dide Samir ku derbasî Zanîngehê bibe û Humera Xweşik li wir xwend. Ev yek ji ber ku bi hezaran kes bi tabloyên Samir bi bandor bûn pêk hat.

Piştî 2 salan dixwîne Samir careke din vedigere Qamişlo û diçe leşkeriya rêjîmê. Li wir jî karê xwe yê resim domand û di derfetên xwe yên heyî de taboloyên xweşik xêz dikirin.

Di sala 2012’an de leşkeriya xwe diqedîne,  careke din vedigere jiyana xwe ya sayî, lê vê carê dest ji resim berdide. Ev yek ji ber derfetên malbatê yên aborî . Samir koçber dibe û berê xwe dide Başûrê Kurdistanê û li wir di xarngehê de kar dike. Samir dibêje ku ji ber hezkirina wî ji Qamişlo û hunerê re nikare gelekî li Başûr bimîne û piştî mehekê carekde din vedigere bajarê xwe û rsmên xwe li wir didomîne. Li vir êdî bi resmên xwe nirxên şoreşa Rojava xêz dike, bi alîkariya hevalên xwe amadekariya vekirina pêşengehekê dikir. Di tabloyên Samir de rewşa Roajva û şoreşa wê dihate vegotin.QAMISLO-CAND-SAMIR-KALO (1)

Samir li Qamişlo karê wênesaziyê kir û dîkor rêz dikirin, her wiha li ser dîwaran tabloyên heyî dirisimand. Samir, piştî karê xwe diqedand jî di saetên êvarê de li ber ronahiya findan resim xêz dikirin.Samir zêdeyî 35 tablo xêz kirin.Di hemû tabloyên xwe de rewşa Rojava û şoreşa wê rêz dikir.

Tevgera Ciwanên Rojava alîkariya Samir kir û jê re amadekariya pêşengehekê kir. Resimên wî di navenda Şehîd Hogir a Ciwanên Rojava de xêz kirin.

Pêşengeha sêyemîn a Samir jî li ser Sînema Amûdê û ya 4’an jî li ser berxwedana jinan û vîna wê ya azad di berxwedana Kobanê û Rojava de. Roj li piştî rojê Samir di nava gel de tê naskirin û bi resmên xwe bandorê li gelek ciwanan dike. Welatiyan wêneyên xwe jê dixwest, ne tenê ew wêneyên şehîdan dixwest. Resimên Samir bala gelek welatiyan dikşand. Samir ne tenê bi resmên xwe, lê belê dest bi vekirina dewreyên perwedeyê yên resim ji kesên dixwestin fêrî resim bibin kir. Heta niha 8 dewreyên perwedeyê vekirine. Kalo ji şagirtên xwe re jî pêşengeh vekir û tabloyên wan pêşkêş dike. Bi sedan welatî beşdarî pêengehê dibin.QAMISLO-CAND-SAMIR-KALO (5)

Samir Kalo niha jî amadekariya vekirina pêşengehekê li ser şewata Sînemeya Amûdê ku 283 zarok bûne qurbaniya wê. Resiman bi alîkariya hevalên xwe amade dike. Kalo destnîşan kir ku wî heta niha 700 tablo xêz kirine, her wiha bi hezaran tabloyên kesayetî û ên taybet bi şehîdan.

Rêveberiya Komîteya Perwerdeya Civaka Demorkatîk ji Samir xwest ku amadekariya metreyalên resim ji xwe dibistanan bike. Di wan metreyalan de wê rêbazên resim û xêzkirinê bêne destnîşankirin. Samir daxwaza wan pêk anî û dest bi amadekirina metiriyal kir. Tê payîn ku piştî hefteyekê metiyal amade bibe.Wê di sala were ya xwendinê de metiryalnê resim ku ji aliyê Samir ve hatiye amadekirin bêne dayîn.

Samir derbarê amadekirina metriyala resim kêfxweşiya xwe anî û bang li welatiyan kirk u serdana dikana wî ya biçûk bikin da ku resimên wî yên bi fehmê amadekirine temaşe bikin.

(dc)

ANHA

QAMISLO-CAND-SAMIR-KALO (4)   QAMISLO-CAND-SAMIR-KALO (7) QAMISLO-CAND-SAMIR-KALO (8) QAMISLO-CAND-SAMIR-KALO (9) QAMISLO-CAND-SAMIR-KALO (10)


Bêjeyên Miftehî