1. Hemû Nûçe

  2. Jiyan

  3. Bi kedkariya xwe tevna berxwedaniyê dirêsin
Bi kedkariya xwe tevna berxwedaniyê dirêsin,bi,kedkariya,xwe,tevna,berxwedaniyê,dirêsin

Bi kedkariya xwe tevna berxwedaniyê dirêsin

A+ A-

CÛMA MIHEMED

KOBANÊ – Welatiyên bajarê Kobanê, tevî dorpêça li ser herêma Rojava, tevî kêmderfetiyan bi vîn, keda destan û daxwazeke mezin malên xwe jinûve ava dikin.

Tax û kolanên bajarê Kobanê ji ber êrîşên salekê, ziyaneke mezin dîtine. Gelek mal hatin hilweşandin û kevir li ser kevir nema. Vê yekê hişt ku gelek malbat bê cih û war bimînin û li riyeke din a berxwedanê bigerin. Tevî polîtîkayên dorpêçê û derfetên kêm, şêniyên bajarê Kobanê bi ked û emega xwe dest bi xebatên jinûve avakirinê kirin, roj bi roj bajarê xwe ava dikin û bi vî awayî ji li ber xwe didin.

Di dema dawî de xebatên ji nûve avakirinê di nava kolanên bajêr de, zêde bûne. Şêniyên bajêr jî hewl didin bi derfetên xwe yên kêm malên xwe bi ked û emega xwe ava bikin. Li gorî şaredariya bajêr, di sala 2016ꞌan zêdetirî 310 avahî hatine lêkirin.KOB-BIÎSRAREKE-MEZIN-KOBANÎ-WARÊ-XWE-AVADIKIN (2)

Rêveberiya Xweser bi hemû derfetan, xebatên ji nûve avakirina tax û deverên rûxandî, destek dike. Ji ber rewşa dorpêçê buhayê madeyên lêkirinê bilind bûye, Rêveberî hewl dide di milî de alîkariya bike û madeyan peyda bike.

Tişta ku bale dikişîne ser xwe, ew e ku polîtîkayên dorpêçê û buhayê madeyên lêkirinê nikarîbû vîna welatiyan bişikîne, ew bi hemû derfetên xwe yên kêm malên xwe lê dikin û vê yekê tevna berxwedaniya afsaneyî dirêsin.

Li aliyekî din jî welatiyên ku malên wan di encama şer de hilweşiyane, li hember bêdengiya navneteweyî nerazîbûn nîşan dan.

Jina bi navê Fedîle MistefaKOB-BIÎSRAREKE-MEZIN-KOBANÎ-WARÊ-XWE-AVADIKIN (1) yek jî mala wê di şer de hilweşiyaye ev tişt gotin:” Emê mala xwe ava bikin û tê de bijîn. Em nahêlin ku rûxandina mala me bi sedema dûrxistina me ji welatê me.”

Elî Arif jî mala xwe ya hilweşiyayî ji nûve ava dike û dibêje ku buhabûna madeyên lêkirinê li pêşiya xebatên wan dibe asteng, lê ew ê bi vîneke mezin vê xebatê dewam bike.

(mm)

ANHA