1. Hemû Nûçe

  2. Polîtîka

  3. Bi komployê pêşeroja Tirkiyeyê dîl hate girtin
Bi komployê pêşeroja Tirkiyeyê dîl hate girtin,bi,komployê,pêşeroja,tirkiyeyê,dîl,hate,girtin

Bi komployê pêşeroja Tirkiyeyê dîl hate girtin

A+ A-

Hevserokê Giştî yê BDP'ê Selahattin Demirtaş, di civîna koma partiya xwe de 12'emîn salvegera 15'ê Sibatê roja anîna Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan a Tirkiyeyê û da zanîn ku ev komplo esas li hemberê Tirkiyeyê hatiye li darxistin. Demîrtaş, diyar kir ku bi vê komployê herikandina dirokê guheiriye û pêşeroja Tirkiyeyê dîl hatiye girtin. Demirtaş, xwest ku raya giştî ya Tirkiyeyê jî bi rastiya vê komployê re rû bi rû bimîne. Demirtaş xwest ku pergala Îmraliyê bela bibe û dewlet ji bo çareseriyê jî li gor girîngiya Ocalan tevbigere. Demirtaş, helwesta hikûmetê ya li hemberê windayiyan jî "bêrumetiya li hemberê êşên gel" nirxand û got ku komîsyona ku hatiye avakirin bixwe "winda" ye.

Hevserokê Giştî yê BDP'e Selahattin Demirtaş, di civîna koma partiya xwe de bi nirxandina "komploya 15'ê Sibatê ya navneteweyî" dest bi axaftina xwe kir û got ku divê Tirkiye hin pirsên wekî, "Gelo armanca vê komployê çi bû? Çi encam derket holê? Kijan hêzen navneteweyî di vê komployê de cîh girt? Dewlemendiyê Tirkiyeyê çawa hate pêşkêşkirin" bê bersivandin. Demirtaş wiha got: "Ger ku em bêjin pirsgirêka herî girîn ya mezin pirsgirêka kurd divê ev pirs bên bersivandin û ev pirs girîng in"

Gelê Tirkiyeyê hate xapandin

Demîrtaş manşetên rojnameyên wî demê ên wekî, "Ji êşan ber bi cejnê ve, tunebûn, çavê te ronî Tirkiye" bi bîrxist û got ku Tirkiye bi serkeftinê hatiye bawerkirin, kesî nizanibûye ka di pişt vê komployê de çi heye. Demirtaş piştê salan gotinên Serokwezîrê demê Bulent Ecevit, "Welleh ez nizanim ka DYA'yê çima Ocalan daye me?" bi bîrxist û wiha domand: "Ger ku ev mesele pir alî hatibûya axaftin, dê îro pirsgirêka kurd hatibûya çareserkirin. Dibe ku gelê Tirkiyeyê hevdû baştir fêm bikira. Dibe ku îro AKP tunebûye. Rastî ev dem di 15'ê Sibatê 1925'an de bi Şêyh Sait destpêkir û bi birêz Ocalan domiya. Aliyê vê yê operasyonê siyasî heye. Hate xwestin ku şerekî navxweyî bê derxistin. Li gel vê teslîmkirinê hemû dewlemendiyê Tirkiyeyê ji Rusyayê heya DYA'yê hate pêşkêşkirin. Dê roj bê derkeve holê ka çend milyar dolar ji Rusyayê re hate pêşkêşkirin. Çend heron hate kirin çend car bi Îsraîlê re peyman hatiye li darxistin. Dê roj bê ev rastî derkevin holê. Ger ku îradeyek ku çareseriyê bi gelê xwe re digere li ser kar bûya ev mesele dê tunebû ya. Lewma 15'ê Sibata 1999'an ji bo Tirkiyeyê guhirandina rotaya çareseriyê ye. Di vê demê de çareserî dihate kirin. Ger ku ev operasyon nehatibûya kirin ger ku Ocalan bi derdestî nehata teslîmkirin dê ev pirsgirêk bihata çareserkirin."

Hatina AKP'ê domandina Komployê bû

Demirtaş, anî ziman ku 15'ê Sibatê ji rêzê nine herikandina dirokê guhirandiye û wiha pêde çe: "Ger ku Serokwezîr îro derkeve van rastiyan bine ziman dê pirsgirêkê çareser bike lê ne daxwaz ne jî îradeya hikûmeta AKP'ê ji bo vê yekê heye." Demirtaş, da zanîn ku AKP ji nîmetên komploya 15'ê Sibatê sude vegirtiye û li ser vê yekê hatiye îktidarê. Disa Demirtaş balkişand ser geşedanên piştî 15'ê Sibatê û got ku Ocalan ji bo çareseriyê hêzên PKK'ê derxistiye derveyê sinor lewma jî "zedetir derfetên aştiyê derketiye" holê lê ev yek nehatiye bi karanîn û Tirkiyeyê firsendê mezin bi kar neaniye. Demirtaş got ku hikûmetê ji feraseta komployê tevgeriya ye lewma firsend nehatiye bi karanîn û wiha domand: "Yanî bi rastî ev komplo li hemberê Tirkiyeyê hate li darxistin û bi ser ketin jî. Xwestin şerê navxweyî derxin Ocalan pêşî li vê yekê girt. Xwestin ku bi îdamkirina Ocalan, şerekî ku tevahiya rojhilata navîn Hilde bin bandora xwe bê derxistin." Demirtaş bi gotinek zelal wiha axivî: "Ger ku li ser van yekan bê sekinandin dê bê dîtin ku li İmraliyê peşeroja Tirkiyeyê hatiye dîlgirtin."

Pergela Îmraliyê bela bikin

Demirtaş, der birî ku ger ku hikûmetê bi xwesta ku pirsgirêkê çareser bikira heya niha dê 10 car pirsgirêk çareser bûya û wiha domand:" Niha Serokwezîr dibêje beriya her hilbijartinê hin rêxistin li pey provakasyona ne. Ya el însaf ev çawa provakasyona ku rêxistin beriya her hilbijartinê agirbest îlan dike. Derdikeve holê ku tu dixwazî fermandariyê bi PKK'ê re bikî nav şer û heza xwe mezin bikî. Ev girêdayî niyetê ye ev pirsgirek din av 3 rojan de jî tê çareserkirin." Demirtaş gotinên Serokwezîr ên derbarê Misirê de jî rexnekir û wiha domand: "Gelê Misirê hefteyek li ser piya bû tu bê dengbûyî heya Obama telefon kir. Tu çima vê ya ji gel re nabêjî gel dikî cîhê nezanan. Bi salane tu bi wan re hevalbendî. Çima me heya niha bangewaziyek Tirkiyeyê li hemberê van welat me ne bihîst." Demîrtaş bi gotinên wekî, "Derkevin bêjin em hevalbendê wan bûn û girçika me bixin" bangewazî li hikûmetê kir û got ku helwesta hikûmetê ya li hemberê pirsgirêka kurdd jî wisa ye. Demirtaş ji bo çareseriyê jî xwest ku muzakereyên bi Ocalan re bê domandin, pergala İmraliyê bê belakirin û wiha domand: "Ger ku hun dizanin Ocalan girtiyek ji rêzî nine li gor wî tevbigerin. Ger ku îradeya we ya çareseriyê hebe divê hun li gor wî nêzikê serokê wî rêxistinê bibin. Divê êdî Tirkiye bi feraseta xwîndariyê tevnegere."

We dewlemendiyê Tirkiyeyê kir qurbanê neçaresriyê

Demirtaş ragihand ku encamên vê pirsgirêkê yên aborî jî hene û bi birxist ku rêyedarên dewletê dibêjin ku 300 milyar dolar pere li ber vê meseleyê çune. Demirtaş di vê warê de hin istatîstikên aborî anî ziman û got ku ji ber vê yekê KİT tên firotan, xwendekar nikarin bixwînin, cotkar nikarin erdê xwe bi karbînin. Demirtaş wiha domand: "Bila kes xwe nexabine û bila destê xwe bide ser wicdana xwe nebêje ez nikarim tiştek bikim. Ev pirsgirêk hemû kesî eleqeder dike. Qedexekirina zimanê kurdî ber van yekan girt? Gelek ji ziman û çanda xwe venagere, lê dewlet dikare ji politikayên xwe yê xelet dev berde ya rast ev e."

Doz li Silivriyê tê dîtin an li Dolmabahçeyê

Demirtaş, girtinên Balyozê jî nirxand û got ku encama niqaşên dawî wiha ye: "Kemalîstên Serdest tên tasfiyekirin yên elîtistên odlar serdest dibin. Nokta. Encama ve yekê ewe. Ji me re jî dibêjin hunê di vê şerê de aliyek bibin. Mexdur em. Feraseta ku Deniz Gezmiş daliqand jî ev e, ya ku kujêrên Ugur Kaymaz beraatkirin jî ev in. Rewşa dadgeriyê ev e." Demirtaş got ku têkoşînek rasteqîn ya li hemberê darbeyê tuneye û wiha axivî: "Ger ku ev têkoşîn hebûya Netekîm (Kenan Evren) dikaribû li Marmarisê wêneyan çêkira. Şerekî serdestiyê heye ev jî me eleqeder nake em heya ku iktidara gel ava bikin." Demirtaş xwest ku hevdîtina Serokwezîr ya bi Serfermandariyê ya derbarê girtinan de jî rexnekir û xwest ku naveroka hevdîtinê bê eşkerekirin û wiha pede çû: "Doz li Silivriyê tê ditin an li Dolmabahçayê. Ger ku hun li ser vê meseleyê hevditin dikin çi pêwistî bi dadger û dozgeran heye. Lewma Tirkiye bi darbeyan re rû bi rû nabe, vesayetek nû heye çareserî jî têkoşîna gel e."

'Dewletê Abdullah Akçayê 18 salî kuşt, kujerên Hizbullahê serbest berda'

Demirtaş rewşa girtîgehan jî nirxand û got ku girtîgeh bûne "işkencexane" û got ku rewşa herî xirab jî ya girtiyên nexweş in. Demirtaş, Abdullah Akçay'ê ku 18 salî nexweşiya kanserê girtiye jî bibîrxist û got ku ji ber brokrasiyê Akçay jiyana xwe ji dest daye. Demirtaş wiha got: "Daxwaza wî ya dawî ew bû di rojên dawî rojên xwe bi birayê xwe derbas bike. Zede dikin. Dayika wî nameyak şandiye dibêje bila Abdullah Akçayên din nebin. Dilê min nagre ku ez nameya wî bixînim. Li gel roparan dewleta ku Akçay serbest berneda li gel bi hezaran cinayetên wan endamên Hizbullahê serbest berda. Ev çi wicdan û edalet e. Li hemberê vê yekê bê deng nemînin. Hun bê deng bibinin hunê mirovatiya xwe winda bikin."

'Li hemberê êşê me bê rumetî nekin…

Demirtaş da zanîn ku hevditina Serokwezîr ya bi dayikên şemiyê re jî ji bo rantê ne û ev yek ji dilê wan di şewitîne. Demirtaş wiha bang li ser Serokwezîr kir: "Temam we 8 sale nedît. Pekî piştî hevditinê ku dayikan ji we re gotin hun çima pêwistiya wi bi cîh naîn in." Demirtaş balkişan ser Komisyona ku hatiye avakirin û got ku 20 roj heye dê pişt re jî bela be. Demirtaş got ku endamê hilnadin komisyonê û wiha pede çû: "Bi van êşan nelîzin. Emê êşê hev re bi rûmet bin. Niha dibêjin ev komisyon dê li windayan bibe. Komisyon bixwe winda ye." Demirtaş qezayê kar jî anî ziman û ji ber vê yekê polîtikaya hikûmetê jî rexnekir." Demirtaş herî dawî bîbirxist ku berpirsiyarê hikûmetê gotiye dibe ku 2 sal karkerê di bin erdê de dibe ku neyê derxistin û wiha bertêk da nîşan: "Hun bi TOKİ'yê di nepixin. Çiqas makiyên kar hebin bişînin wir bila seet di ser re derbast nebe wan hemwelatiya ji bin erdê derxe. Ev daxuyanî bê rumetiye."

DÎHA (kk/mae)