1. Hemû Nûçe

  2. Jiyan

  3. Bi konên azad pêşengiya jiyana nû dikin
Bi konên azad pêşengiya jiyana nû dikin,bi,konên,azad,pêşengiya,jiyana,nû,dikin

Bi konên azad pêşengiya jiyana nû dikin

A+ A-

STENBOL (DÎHA) – Li Stenbolê bi pêşengiya HDK û ciwanên welatparêz bi şîara “Ji dagirkariyê re bes e, êdî rabe qada xwe azad bike” li hem berî asîmîlasyon, tîryak û çewisandinê kon hatin vedan. Ciwanan diyar kir ku ew ê bi konan pêşengiya jiyana nû û qadên azad bikin.

Li bajarên Tirkiye û Kurdistanê bî pêşengiya HDK û ciwanên welatparêz li dijî çewisandin, pêkûtî, asîmilasyon û tîryakê bi şîara “Ji dagirkeriyê re bes e, êdî rabe qada xwe azad bike” konên azadiyê tên vekirin. Yek ji wan konan jî beriya hefteyeke li Parka Kemal Pîr a Sultangaziya Stenbolê hate vekirin. Li kon dayik, ciwan, jin hemû tên ba hev û stranan distrên, rojêvê dinirxînin, perwerdeya kurdî dibînin û sînevîzyonan temaşe dikin, şahiyan li dar dixin. Ji ciwanan Serap Aras der barê armanca vekirina kon de diyar kir ku ew ji bo ku li dijî çewisandin û pêkûtiyan derkevin û bibêjin êdî bes e kon vedane. Aras wiha axivî: “Armanca me ya yekemîn ew ê ku em li taxan xwe rêxistin bikin û qadên rexistînî vekin. Em ancax bi rêxistînbûnê dikarin li dijî mêtîngeriyê rawestin. Em difikirin ku li vir jiyaneke komunal ava bikin.” Aras anî ziman ku konê wan bêdem hatiye vekirin û wiha berdewam kir: “Gelê taxe her roj tên kon û pirsa me dikin. Em li vir kom dibin û em ê bikaribin çi bikin nîqaşan dikin.” Aras derbirî ku ew ê li taxên xwe qadên azad ava bikin.

‘Em ê xwe, rengê xwe bidin xuyakirin’

Aras destnişan kir ku ew wek jin û ciwan dê pêşengiya qadên azad bikin û ev tişt li gotinên xwe zede kirin: “Em di jiyana nû de qadên ku jin xwe îfade bikin dixwazin ava bikin. Em naxwazin bibin jinên ku bi polîtîkayên AKP’ê mezin dibin. Em dixwazin jin bi nasnameya xwe ya rastî qadên azad ji xwe re vekin û pêşengiya ve bikin.” Aras anî ziman ku bu taybetî jin dê peşengiya qadên azad bikin û ev tişt li gotinên xwe zede kir: “Eger em qala civakeke azad bikin wê demê divê jin pêşengiye bike. Ev der bi her awayî ji bo me ewlehî bê. Em jin dê li vir xwe rehet îfade bikin. Em ê nasnameya xwe, rengê xwe hebûna xwe bidin xuyakirin.”

‘Em ê polîtîkayên AKP’ê têk bibin’

Aras bal kişan li ser xebatên ku li kon dikin jî û derbirî ku ew ê di rojên pêş de pirtûkxaneyê vekin, qadên tenduristiye ava bikin, dersên kurdî bidin. Aras bilêv kir ku tu heviya wan ji dewlete tuneye û wiha direjî da axaftine xwe: “Bi qadên azad em ê hemû tiştan xwe bi xwe bikin. Der heqe xwe de em ê biryaran bigirin. Tu hêviya me ji dewletê nîne. Em ê xwe bi xwe qadên xwe vekin û em ê qadeke ku hemû gel bi hevre bijîn ava bikin.” Aras bi gotinên “Me ji bo zihniyeta AKP’ê dawî bibe ev kon vekir. Em zarokên taxên yên fekîr dibejin ku em nayên feraseta AKP’ê em ê feraseta AKP’ê têk bibin. Em ê ve jî bi rêxistînî bikin” axaftina xwe bi dawî kir.

‘Banga tevlîbûna konê kir’

Ji ciwanan Onur Seyhan jî diyar kir ku wan kon li dijî tîryak, asîmîlasyon , li hemberî kuştina zarokan û li hemberî hemû çewsandinan ava kirine û wiha axivî: “Em ciwan di jiyana ku dijîn de çewsandin, tîryak û hwd. Naxwazin û em ê van asteng bikin.” Seyhan da zanîn ku armancaka wan jî ew ê ku ciwana birêxistinî bikin û gel û xwe ji çewsandinan dur bigrin e. Seyhan bilêv kir ku ciwan edî li dijî çewsandin û asîmîlasyonê serî radikin û wiha pê de çû: “Divê ciwan xwedî li vî ruhî derbikevin û werin ew ji di kone de cih bigrin.” Seyhan diyar kir ku kon ji bo wan gava yekemîn e û wiha bang li hemû kesan kir: “Divê berî her tiştî tevlî ve jiyana nû bin. Di nava ve jiyana nû de cihê hemû gelan heye. Ez bang li ciwana û hemû gelan dikim ku bila werin li kona xwe xwedî derbikevin.”

‘Heta ji deste me were piştgiriye bidin konê’

Ji koordinasyona HDK’ê Mustafa Erdem jî got ku vekirina kon bi pêşengiya ciwanan vebûye ev giring e lê divê hemû kes li kon xwedî derkevin. Erdem di berdewamiya axaftina xwe de ev tişt vegotin: “Li taxên Stenbolê gel tê vir û xwe îfade dike û xwe pêş dixin ev ji bo me girîng e.” Erdem anî ziman ku ew ê weke HDK’ê piştgiriye bidin ciwanan û bi van gotinan dawî li axaftina xwe anî: “Em ve xebatê girîng dibînin. Heta ji dest ê me jî were em ê piştgiriye bidin kone. Ev kon li dijî tîryak, çewsandin hwd. bersiveke mezin e.”

(sde/sa/wk)