1. Hemû Nûçe

  2. Nûçe

  3. Bi meşaleyan pêşwazî kirin
Bi meşaleyan pêşwazî kirin,bi,meşaleyan,pêşwazî,kirin

Bi meşaleyan pêşwazî kirin

A+ A-

Çalakiya mertalên zindî ya di pêşengiya Înîsiyatifa Dayikên Aştiyê de li dijî operasyonan li Şirnexê dest pê kir, ket roja 6'emîn. Ciwanan mertalên zindî li Gundikê Melê bi meşaleyan pêşwazî kir.

Çalakiya mertalên zindî ku ji aliyê Înîsiyatifa Dayikên Aştiyê ve li dijî operasyonên Tirkiyeyê yên hundir û derve 6 roj berê li Şirnexê dest pê kiribû didome. Endamên mertalên zindî ku li bajaroka Gundikê Melê kom bûn, piştî xwarina fitarê li ser pêvajoyê niqaş meşandin. Dayikan li ser pêşxistina aştiyê û rawestandina şer guftugo kirin. Di niqaşên li ser pevajoyê de nêzî 100 ciwanên bajarokê serê xwe girtin û bi meşaleyan meşek pêk anî.

Ciwan heta Rêya Şirnex û Qilabanê bi qasî 2 kîlometre meşa meşaleyî pêk anîn. Ciwanan di meşê de bê navber dirûşmeyên "Şehîd namirin", "Bijî Serok Apo" û "PKK gel e, gel li vir e" berz kir. Ciwanan, piştî heta parkê meşiyan dîsa heta navenda bajarokê meşaleyan û heman dirûşmeyan meşiyan û dawî li çalakiya xwe anîn. DÎHA (mae)


Bêjeyên Miftehî