1. Hemû Nûçe

  2. Nûçe

  3. Bi meşêkê hate şermezarkirin
Bi meşêkê hate şermezarkirin,bi,meşêkê,hate,şermezarkirin

Bi meşêkê hate şermezarkirin

Li Farqînê tecrîd bi meşêkê hate şermezarkirin

A+ A-

Li navçeya Farqînê ya Amedê bi pêşengtiya Rêxistina BDP'ê ya navçeyê astengkirina li pêş hevdîtinên Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan û operasyonên leşkerî yên zêde bûn bi meşêke meşaleyî hate şermezarkirin.

Li taxa Tekelê ya navçeya Ferqînê gelek kesên di nav de endam û rêveberen BDP'ê, endamên meclîsa şaredariyê hebûn, kom bûn. Girseya li vir kom bû, ber bi Qada Azîzoglu ve bi meşaleyan meş pêk anî. Di meşê de sloganên "Bijî Serok Apo", "PKK'ê gel gel li vire", "Bi can bi xwîn em bi teranê ey Serok", "Ocalan", "Bijî Partîya Karkerên Kurdistan" hate berz kirin. Hin welatiyan li pencereyên malên xwe bi çêpikan piştgirî dan meşê. Meş li Qada Azîzoglu bi dawî bû. Li ser navê girseyê Serokê Rêxistina BDP'ê ya Ferqînê Ahmet Çîftçî, daxuyanî da. Çîftçî, bal kişand ser tecrîda li ser Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan û operasyona leşkerî. Çîtfçî, operasyonên siyasî û leşkerî şermezar kir û xwest dawî li operasyonan bê.

Piştî daxuyaniyê girsê bi sloganên "Bijî Serok Apo" belav bû. DÎHA (dt/mae)