1. Hemû Nûçe

  2. Cîhan

  3. Bi mîlyonan mirovên li Pasîfîkê di bin xeteriya karesata klîmayê de ne
Bi mîlyonan mirovên li Pasîfîkê di bin xeteriya karesata klîmayê de ne,bi,mîlyonan,mirovên,li,pasîfîkê,di,bin,xeteriya,karesata,klîmayê,de,ne

Bi mîlyonan mirovên li Pasîfîkê di bin xeteriya karesata klîmayê de ne

A+ A-

SYDNEY 30.05.2014 07:12:55 Giravên Pasîfîk qurbaniyên guhetina klîmayê ne. Li bi hezaran giravên ku zêdeyî 10 mîlyon mirov lê dijîn û bi tenê ji sedî 0,006 ê gaza sera ya ji tevahiya cîhanê berpirsyar e, heta sala pêş wê 1,7 mîlyon mirov ji ber bilindbûna ava oknayûsê ji malên xwe bimînin.

Li welatê bi navê Giravên Fîjî ya ji 870 hezar şêniyî, yek ji cihê herî zêde ketiye bin bandora guhertina klîmayê.

Komara Giravên Fîjî ya li nava Giravên Pasîfîk e, di sala 2013'an de civîna G77+Çîn a welatên bi pêş dikeve pêk anîbû û bal kişandibû ser pirsgirêkên guhertina klîmayê rê li ber vedike.

Li welatê ji sedan giravî, mirov ji ber bilindbûna ava okyanûsê, tofan yan jî lehiyan ji malên xwe man û karên sektora çandiî û yên din jî zerar dîtin. Fîjî ji ber karesatan neçar ma mirovên li gelek bajar û gundên giravan ji herêmê derxîne. Lê belê rêjeya pereyê ku hikûmet ji bo veguhastin û ji nû ve bicihkirina mirovekî/ê xerc dike, 5 hezar 400 dolar e.

Li tevahiya Giravên Pasîfîk heman pirsgirêk heye. Li herêma ji 7 hezar giravan a li 70 mîlyon kîlometrekareyî belav bûye, ku li Awûstûralya û derdora wê ye, herî zêde li 2 hezar giravan jiyana mayînde dewam dike.

Li gorî lêkolîneke ji aliyê Zanîngeha School of Economics a Londonê beriya niha hat kirin, ji sedî 10 ê 16 mîlyon mirovên li giravan wê bikevin bin bandora karesatên klîmayî. Li gorî lêkolînê, eger tedbîr neyên girtin, heta dawiya sala 2015'an ji ber karesatên li Giravên Pasîfîk wê 1,7 mîlyon mirov neçar bimînin malên xwe biterikînin û penaber bibin.

Bi tenê li giravên li Komara Fîjî, ava okyanûsê di nava 10 salan de bi 6 santîmetreyan bilind bûye. Ev rewş bi xwe xeteriya li pêş bi mîlyonan mirovên li Giravên Pasîfîk radixe pêş çavan.

Di Rapora Klîmayê ya Cîhanê de ku îsal hat aşkerakirin, hatibû ragihandin ku eger tedbîr neyê stendin wê di nava deh salan de 800 mîlyon mirov ji ber karesatên xwezayî yên ji ber guhertina klîmayê, ji cih û warên xwe bimînin. Raporê hişyarî dabû ku ji ber karesatên xwezayî wê sektora çandiniyê derbeke mezin bixwe û li cîhanê krîza xurekê derkeve holê.