1. Hemû Nûçe

  2. Nûçe

  3. Bi navê 'Mîqdad Mîthad Bedirxan' daristanek ava kirin
Bi navê 'Mîqdad Mîthad Bedirxan' daristanek ava kirin,bi,navê,mîqdad,mîthad,bedirxan,daristanek,ava,kirin

Bi navê 'Mîqdad Mîthad Bedirxan' daristanek ava kirin

A+ A-

AMED(DÎHA)- Xwendekar û endamên Pirtûkxaneya El-Cezerî bi boneya 118'mîn salvegera Rojnameya Kurdistan û yekemîn salvegera El-Cezeriyê bi dirûşmeya "Pirtûkxane û daristan ne dûrî hev in" bi alîkariya Şaredariya Bismilê li cem gora birayê Şêx Seîd, Şêx Evdirehîm bi navê 'Mîqdad Mîthad Bedirxan' daristanek ava kirin.

Li Bismila Amedê bi dehan xwendekarên zanîngeh û endamên Pirtûkxaneya El-Cezeriyê bi boneya 118'mîn salvegera Rojnameya Kurdistan û yekemîn salvgera Pirtûkxaneya El-Cezeriyê di 22'yê Nîsanê de li nêzî bajaroka Seletê li ber tirba birayê Şêx Seîd, Şêx Evdirehîmê Paloyî yê ku bi wêrektî û mêrxasiya xwe bi bernavê xwe yî "Dudilî" dihat nasîn û di 1938'an de li Bismilê ew û çend hevalên xwe yî serhildêr hatin qetilkirin, bi navê 'Mîqdat Mîthad Bedirxan' daristanek ava kirin.

Xwendekar û endamên Pirtûkxaneya El-Cezeriyê bi alîkariya Şaredariya Bismilê li ber tirba Şêx Evdirehîm bi dirûşmeya "Pirtûkxane û daristan ne dûrî hev in" 45 dar çandin. Xwendekaran diyar kir ku wan di yekemîn salvegera damezrandina Pirtûkxaneya El-Cezerî de bi avakirina vê daristanê xwestiye 118'mîn salvegera Rojnameya Kurdistan û Roja Rojnamegeriya Kurdî yad bikin.

'Bi raya me pirtûkxane û daristan ne dûrî hev in'

Her wiha xwendekar û endamên pirtûkxaneyê dan zanîn ku ew vê daristanê îtxafî damezrînerê rojnameyê 'Mîqdad Mîthad Bedirxan' dikin û navê wî li vê daristanê dikin û wiha gotin, "Bi raya me pirtûkxane û daristan ne dûrî hev in. Ji ber ku her du cih jî yek ji cihên xewleyê ne ku mirov xem û keserên xwe di vê xewlexaneyê ji bîr dikin û dikevin nava xewn û xeyalan. Li pirtûkxaneyan ev tişt bi lêzêdekirina pirtûkan, li daristanan jî bi lêzêdekirina daran dibe. Ji ber vê yekê me jî bi xwest bi boneya 118'min salvegera Rojnameya Kurdistanê û yekemîn salvegera Pirtûkxaneya El-Cezeriyê daristanekê ava bikin û me navê Mîqadat Mîthad Bedirxan lê kir."

Her wiha xwendekaran diyar kir ku ew ê li gor derfetên xwe daristanê dewlementir bikin.

Piştî darçandinê xwendekar û endamên pirtûkxaneyê çûn serdana gora Şêx Evdirehîm kirin.

(red)