1. Hemû Nûçe

  2. Polîtîka

  3. Bi Ocalan re Diyalog Didome
Bi Ocalan re Diyalog Didome,bi,ocalan,re,diyalog,didome

Bi Ocalan re Diyalog Didome

A+ A-

ŞIRNEX - Ji parêzerên Nivîsgeha Hiqûqê ya Sedsalê Îrfan Dundar, da zanîn ku li Îmraliyê bi Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan re hevdîtin pêk tên û diyalog didome.

Li Rêxistina BDP’ê ya Navçeya Silopiyê, ji ber nêzîkbûna rasthatina salvegera 15 Reşemiyê, di encama plangereyekê navneteweyî de roja anîna Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan bo Tirkiyeyê, panelek hat lidarxistin. Di panelê de ji parêzerên Nivîsgeha Hiqûqê ya Sedsalê Îrfan Dundar, Seroknavçeyê BDP’ê yê Silopiyê Bahattîn Alkiş, Şaredarê Silopiyê Emîn Togûrlû, endamên civata şaredariyê, endamên Civata Giştî ya Bajar û bi sedan kes amade bûn.

Prz. Dundar der heqê rewşa Ocalan de agahî dan. Dundar, diyar kir ku 15'ê Reşemiyê (Sibatê) ji bo gelê Kurd rojekê pir girîng e û wiha got: "Gelê Kurd gelek caran serî hilda. Lê 15'ê Reşemiyê wekî qirkirina Kurdan tê dîtin. Lê Kurdan ev plangerî û komplo vala derxist."

Dundar, anî ziman ku gelê Kurd di pêvajoyekî dîrokî re derbas dibe û bi mîlyonan Kurd, Ocalan wek "Vîna xwe ya siyasî" dest nîşan kir. Dundar, da zanîn ku ji ber vê yekê Ocalan, ji bo çareseriya pirsgirêka Kurd aktorekî gelek girîng e.

Dundar, da zanîn ku bi Ocalan re hevdîtin tên kirin lê ev yek nayê wateya pirsgirêka Kurd gihiştiye çareseriyê an jî muzakereyan dest pê kir û wiha axivî: "Ji bo muzekereyê bi hêz bibe, divê gelê Kurd hê bi hêztir bixebite. Divê ji aliyê rêxstinbûna siyasî ve -di çarçoveya Xweseriya Demokratîk de, xebatên xwe bi hêz bikin û da ku hevdîtin vegerin muzakereyan."


Bêjeyên Miftehî