1. Hemû Nûçe

  2. Jin

  3. Bi QSD'ê re hêviya jinên Reqayî zêde dibin
Bi QSD'ê re hêviya jinên Reqayî zêde dibin,bi,qsd,ê,re,hêviya,jinên,reqayî,zêde,dibin

Bi QSD'ê re hêviya jinên Reqayî zêde dibin

A+ A-

REQA- Jinên Reqayî yên ji DAIŞ'ê hatin rizgarkirin, piştî jiyaneke tirsnak û zehmet, bi hatina QSD'ê re hêviya wan a jiyanê zêdetir bû.

Di pêngava duyemîn a operasyona Reqayê de, Hêzên Sûriyeya Demokratîk (QSD), bi sedan jin ji bin serweriya DAIŞ'ê hatin rizgarkirin. Jinên ku behsa çewisandin û pêkûtiyên DAIŞ'ê kirin diyar kirin ku hezn, xemgînî û tirsa wan, bi hatina QSD re vegeriya ken û hêvîya jiyanê û gotin: "Bi QSD'ê re em dubare li jiyanê vegeriyan."

JIN BI DAIŞ'Ê DIZANIN

Ji niştecihên Gundê Hemreyê yêdi çarçoveya operasyonê de hat rizgarkirin, dayika 2 zarokan Fatînma Abdullah dema behsa xelasbûyîna ji zilma DAIŞ'ê dike hêstir ji çavên wê dibarin. Abdullah wiha kêxweşiya rizgarbûyîna ji DAIŞ'ê vegot: "Hezar carî şikir ji Xwedê Teala re." Abdullah wiha domand: "Nizanim mirov dikare jê re bêje jiyan, nizanim. Lê tiştên hatin serê me, tenê em û XWedê dizane. Dizanim êdî ew roj qediyan, lê dê her di bîra me de be. Ji ber vê em minikarê QSD'ê ne ku me rizgar kirin."

JI NÛ VE JIYAN

Ji Gundê Dahwayê Emîne Elî ya 22 salî jî, çend ferdên malbata wê hatine kuştin. Elî diyar kir ku, malbateke wê ya berfireh heye û anî ziman ku, ji ber ew ji DAIŞ'ê nerihet bûn malbata wan hedef hatiye nîşan dan. Elî diyar kir ku, DAIŞ museletî malbata wan bûbûb û bêyî hincet çend ferd ji malbata wan hatine înfazkirin û got, çend jinên ciwan ên malbata wan hatine revandin. Elî wiha axivî: "Êdî em difikirîn dê kengî dor bê me. DAIŞ pir xerabî li me kir. Ji niha û pê ve dê jiyana me çawa be nizanim. Lê belê, rizgarbûyîna ji esareta wan wek dubare vegerîna jiyanê ye. Em dixwazin ji nû ve jiyana xwe ava bikin û dubare bijîn."

JIN JI MIRINÊ HATIN RIZGARKIRIN

Dayika 4 zarokan Kevser Abdullah jî mala xwe yî ji ber şer rûxiyaye diselihîne û diyar kir ku, ew ê dubare jiyana wan a hatiye binpêkirin ava bikin. Abdullah spasiyên xwe pêş kesî hêzên QSD kir û wiha got: "Bi rastî jî gelek jin ji mirinê hatin rizgarkirin. Em ê çawa deynên van mirovan bidin, em jî nizanin. Lê jiyana xwe avêtin xetereyê û me rizgarkirin. Ew rojê tarî li paş man. Xwedê bi wan re be."

Erdogan Altan- Dîhaber