1. Hemû Nûçe

  2. Nirxandin

  3. "Bi rengên kesk, sor û zer biçin qadên 1'ê Gulanê!"
"Bi rengên kesk, sor û zer biçin qadên 1'ê Gulanê!",bi,rengên,kesk,sor,û,zer,biçin,qadên,1,ê,gulanê

"Bi rengên kesk, sor û zer biçin qadên 1'ê Gulanê!"

"Her 1’ê Gulanê di heman demê de platforma yekitiya gelan, kedkar û hemû bindastan e. Ev platforma yekitiyê tê wateya sazkirina bloka demokrasiyê ya li dijî AKP’ê û bilindkirina têkoşînê."

A+ A-

NAVENDA NÛÇEYAN - ANF

1’ê Gulanê Cejna Kedê ya gelên Tirkiyeyê û gelên cîhanê pîroz dikim. Cîhaneke ku mêtingerî û her cure zext bi tevahî jê rabûyî, jiyana demokratîk, sosyalîst û azad serdest e hêvî dikim. Em di wê baweriyê de ne ku 1’ê Gulanê bi taybetî li Tirkiye û Kurdistanê bibe roja bilindkirina têkoşînê ya li dijî faşîzma AKP’ê.

Li Tirkiyeyê dîktatorî, faşîst û tevkujer li ser destilatdariyê ye. Li Tirkiyeyê têgihîştineke li cîhanê bê mînak a jiholêrakirina hemû reng û cudahiyan tê birêvebirin. Ji bo bigihîje armanca xwe polîtîkaya çewisandin û bêdengkirina hemû hêzên demokrasiyê dişopîne. Ji ber vê yekê jî 1’ê Gulana 2016’an a bûye roja hevkarî û têkoşîna bindestan li Tirkiyeyê bi watetir bûye.

Her 1’ê Gulanê di heman demê de platforma yekitiya gelan, kedkar û hemû bindastan e. Ev platforma yekitiyê tê wateya sazkirina bloka demokrasiyê ya li dijî AKP’ê û bilindkirina têkoşînê. Eger bi giyanê 1’ê Gulanê bi yên heta niha hatine pîrozkirin re dilsozî hebe, divê yekitiya demokratîk a li daqan pêk were divê ev yek bibe xwedî bernameyeke têkoşînê û tevgerê. Li Tirkiyeyê bêyî têkoşîna li dijî faşîzma AKP’ê, ne mimkûn e armancên demokrasî, sosyalîzm û azadiyê pêk werin. Di vê 1’ê Gulanê de qîrîna ‘rojên bên’ ên di sirûda 1’ê Gulanê de wê bi afirandina yekitiya têkoşînê ya li dijî faşîzma AKP’ê bibe xwedî wate.

Di vê 1’ê Gulanê de divê ruhê 1’ê Gulanê û Newrozê bibe yek, bi sînerjiya (feyz) ev her du rojên têkoşînê bafirînin re divê di têkoşîna demokrasiyê de pêngavek were destpêkirin. Divê 1’ê Gulana 2016’an di dîroka Tirkiyeyê de vegere destpekeke nû. Di rewşa, wateya ku 1’ê Gulanê li têkoşîna demokrasî û sosyalîzmê ya li Tirkiyeyê bar kiriye de dilsozî hebe û li gorî vê yekê li dijî faşîzma li ser gelên me tê ferzkirin têkoşîn were meşandin wê gengaz be; demeke bingehîn a dîrokî were jiyîn.

Di dîroka Tirkiyeyê de têkoşîneke mezin a demokrasiyê hatiye dayîn. Di vê têkoşînê de bedelên giran hatine dayîn. Ev bedelên hatine dayîn jî vala neçûne. Eger hemû hêzên demokrasiyê bi hev re bikevin tevgerê wê daneheva van bedelan bikeve tevgerê; wê demokratîkbûna Tirkiyeyê pêk were. Daneheva ku têkoşîna demokrasiyê ya li Tirkiyeyê afirandiye şik û guman nîne ku xwedî vê hêzê ye. Kêmasiya bi tenê, gihandina hev û xistina tevgerê ya vê danehevê ye.

1’ê Gulanê nirxa hevbeş a tevahiya mirovahiyê ye. Nirxa hevbeş a hemû şoreşger û demokratên Tirkiyeyê ye. Ji ber vê yekê wê 1’ê Gulana 2016’an hêz û daneheva hêzên şoreşger û demokrasiyê ya Tirkiyeyê nîşan bide. Di 1’ê Gulanê de wê gihîştina hev a hêzên şoreşger û demokrasiyê yên Tirkiyeyê û hêzên şoreşger û demokratîk ên gelê Kurdistanê pêk were. Ji xwe Tevgera Şoreşger a Gelan a Hevgirtî (TŞYG) mîna tevgera têkoşînê ya vê yekitiyê derketiye ser dika dîrokê. 1’ê Gulana 2016’an di heman demê de dê bibe platforma ku TŞYG hêz û helwesta xwe raxe ber çavan. Di nîşandana ruh û bername û karaktera ji bo paşerojê yê 1’ê Gulana 2016’an de rola TŞYG wê mezin be. Ji ber vê yekê jî hemû gelê kurd mîna ku biçe Newrozê divê biçe 1’ê Gulanê. Bi beşdariya xwe divê nîşan bidin ku ruhê Newroz û 1’ê Gulanê bûne yek.

Desthilatdariya tevkujer, ji bo têkoşîna demokrasî û azadiya gelên Tirkiyeyê û têkoşîna azadî û demokrasiyê ya gelê kurd negihîje hev her rê û rêbazên şerê taybet û psîkojîk bi kar tîne. Ji ber ku dema gelên Tirkiyeyê û têkoşîna azadî û demokrasiyê ya gelê kurd bigihîje hev, têkoşîna hevpar dan; dizanin ku desilatdariya faşît a tevkujer nikare li ser lingan bimîne. Lewre divê di 1’ê Gulanê de hemû hêzên demokrasiyê û gelê kurd bi hemû hêza xwe beşdar bibin û polîtîkaya şerê taybet a hêzên faşîst ên tevkujer vala derxin. Heger di 1’ê Gulanê de helwest û yekitiya hêzê ya gelan were nîşandan, wê demê derbaskirina faşîzma ku AKP li ser gelê me ferz dike û pêkanîna Tirkiyeya demokratîk dê mimkun be. Ji ber vê yekê divê 1’ê Gulana 2016’an girîng were dîtin; jin, zarok, kal û ciwan her kes beşdar bibe. Ji bilî nexweşan hemû gelê kurd, gelên Tirkiyeyê û hêzên demokrasiyê divê meydanan tije bikin.

Gelê kurd li Kurdistanê jî divê qadên 1’ê Gulanê tije bike. Li Tirkiyeyê jî di serî de Qada Bakirkoya Stenbolê divê hemû qadên 1’ê Gulanê tije bibin. Qadên 1’ê Gulanê divê vegerin roja qîrîna têkoşîn û helwesta li dij faşîzma AKP’ê. Ruhê Newrozê divê bi rengên kesk, sor û zer derbasî qadan bibe; gelên Tirkiyeyê, kedkar û şoreşger mil bi mil di afirandina Tirkiyeya demokratîk de berpirsyariyê bigirin ser xwe.

Çavkanî: Azadiya Welat, Yenî Ozgur Polîtîka