1. Hemû Nûçe

  2. Nûçe

  3. Bi rengên kesk û sor û zer xemilî
Bi rengên kesk û sor û zer xemilî,bi,rengên,kesk,û,sor,û,zer,xemilî

Bi rengên kesk û sor û zer xemilî

A+ A-

2'yemîn Kongreya Asayî ya BDP'ê bi daxwaza Xweseriya Demokratîk û nerazîbûnên li dijî êrîşên li hemberî Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan dest pê kir. Bi pankarta "Rêbertî jiyan e, em tu caran dev ji jiyanê bernadin" li Ocalan xwedî hate derketin û parastina cewherî ku bi mijara nîqaşan jî di nava rêgezên BDP'ê de cih digire.

2'yemîn Kongreya Partiya Aştî û Demokrasiyê (BDP) di pêvajoyeke krîtîk de li Salonê Sporê ya Ahmet Taner Kişlali dest pê kirn. Bi hezaran kes bi aweyeke coş herikîn salona kongreyê û salon bi rengên kesk û sor û zer hate xemilandin.

Wêneyê Parlamenterê DEP'ê Mehmet Sîncar ê ku hatibû qetilkirin, yên siyasetmedarên kurd ên ku di operosyona KCK'ê de hatin girtin li gel nivîsa Seyît Riza ya "Me nekarî derewên we, ev bila ji bo me bibe ders, lê me jî li ber we serî netewand ev jî bila ji bo we bibe dert" hatin daliqandin. Dîsa wêneyên 7 kesên sivîl ên ku li Herêma Federal a Kurdistanê de bi êrîşa hewayî ya Tirkiyeyê hatin qetilkirin li gel nivîsa "AKP dikuje" hatin daliqandin. Her wiha di salonê de wêneyên Mehmet Sîncar, Mazlum Dogan, Sema Yuce, Husnu Ablay, Cîhan Denîz û Yildirim Ayhan ê ku ji aliyê leşkeran ve hate qetilkirin hatin daliqandin.

Daxwaza kurdan a Xweseriya Demokratîk bi pankartên li salonê jî derket pêş. Daxwaza Xweseriya Demokratîk bi pankartên "Daxwaza me ya Xweseriya Demokratîk nikare bê redkirin", "Kurdistana Xweser Tirkiyeya Demokratîk", "Em bi Xweseriya Demokratîk Komara Demokratîk silav dikin" hate vegotin. Di vê navberê de li gel ku di salonê de pankartên Xweseriya Demokratîk îfade dikirin hebûn jî pankartên bi heman mijarê yên ji derve hatin negirtin hundir. Polîsan pankartên "Gelê Botanê Xweseriya Demokratîk slav dikin", "Em bi germahiya Gabarê Xweseriya Demokratîk slav dikin" desteser kirin. Polîsan hinceta desteserkirinê jî weke "fermana dozgeriyê heye têkildarî Xweseriyê dê neyên girtin" anîn ziman.

Kesên tevlî kongreyê bûn bi pankartên, tirkî, kurmancî û zazakî yên ku li deriyê salonê hatin daliqandin hatin peşwazîkirin. Ji bo Gelê Kurd PKK'ê Abdullah Ocalan jî, pankartên "Rêbertî jiyan e em dev ji jiyanê bernadin", "Qasidê aştiyê li Îmraliyê yê" hatin daliqandin. Her wiha bi pankartên hatin daliqandin hate xwestin ku operasyonên leşkerî û siyasî bên rawestandin. Di pankartan de xwsteken wek kuştinên li dijî jinan bê sekinandin, tecrîda li girtîgehan dawî bibin diyarkirin. Di nava pankartan de "partina cewherî" ku bûbû mijara nîqaşan jî weke rêgezeke BDP'ê hate vegotin. Di pankarta hatî daliqadin de prensîbên "Neteweya Demokratîk, Welatê Demokratîk, Komara Demokratîk, Mafên kolektîf û yekîtiya azadiyan, serbixwebûna îdeolojiyê, dîrok û niha, ehlaq û wijdan û parastna cewherî ya demokrasiyan" hatin nivîsandin.

Di kongreya ku gelek eleqe û tevlîbûn hate nîşan de jinan cilên neteweyî yên rengê kesk û sor û zer dîmenên rengîn derxistin holê. Hin zilam jî bi şal û şapikên tevli kongreyê bûn. Polîsan salona kongreyê weke ku dorpêç kirin. Kesên tevlî kongre bûn, piştî legerîneke kur ketin salonê. Li hemberî lêgerîna kur jinan bi tîlîliyan nerazîbûnên xwe nîşan dan. Bi hezaran kesan di salona kongreyê de dirûşmên, "Bijî Serok Apo" û "Ocalan Ocalan" gotin.

ANF NEWS AGENCY