1. Hemû Nûçe

  2. Jiyan

  3. Bi rojê xwarinê çêdikin bi şevê nobetê digirin
Bi rojê xwarinê çêdikin bi şevê nobetê digirin,bi,rojê,xwarinê,çêdikin,bi,şevê,nobetê,digirin

Bi rojê xwarinê çêdikin bi şevê nobetê digirin

A+ A-

RIHA (DÎHA) - Xebatkarên Aşxaneya Wanê yên bi dildarî hatin Pirsûsê û ji bo Kobaniyan xwarinê çêdikirin rojê ji bo 20 hezarkesan xwarinê çêdikin û şevê jî diçin gundê Mehserê û tevlî nobeta berxwedanê dibin.

Welatiyên Kobanê yên ji ber êrîşên çeteyên ji bo demeke kin jî be koçberbûn bi rihê piştevaniyê tên mêvankirin. Hemû hewcehiyên welatiyên Kobanê yên koçber bûn bi piştgiriyên ji çar perçeyên Kurdistanê û Ewropayê hatin tên dîtin. Xebatkarên Aşxaneya Şaredariya Bajarê Mezin ê Wanê ji roja ewil heya niha ji bo 20 hezar welatiyên di konbajaran de dimînin xarinê çêdikin. Xebatkarên Aşxaneyê bi 6 xwarinpêş û 2 kesên dildar her roj du danan xwarinê ji bo welatiyên konbajar amade dikin û ji wan re belav dikin.

Berpirsiyarê Mala Aşxaneya du mehin ji Wanê hatin Pirsûsê Yilmaz Bîrlîk diyar kir ku kesên li aşxaneyê dixebitin ji serê sibê dest bi çêkirina xwarinê diokin heya derengî şevê berdewam dikin û xwarinên çêdikin bi xwe li welatiyên Kobanê balav dikin û wiha got: "Ji 20 hezar kesan re xwarin çêdkirin zor jî şev û roj xebitîn me nade zorê. Em bi qazanan xwarinê çêdikin. Em dibêjin 'Bila gelek be lê bila kêm nebe' û bila tu kes birçî nemîne û her time hinek din xwarinê zêde çêdikin." Bîrlîk anî ziman ku d stokan de zexîreyên zivistanê kêmbûn e û wiha axivî: "Stokên me kêm bûn e. Hevalên me yên dixwazin zexîr bişînin bila zexîreyên proteîna wan zêde bişînin."

Bîrlîk da zanîn ku rûmeta Kobaniyan rûmeta gelekî ye û wiha pê de çû: "Me heya niha gelek xwarin çêkir û belav kir. Lê tu kes weke gelek Kobanê bi rûmet nebû. Her çiqas berpirsiyariya aşxaneyê jî be ez bi dildarî hatim vir û dixebitim. Ji Kobaniyan re tenê xwarin na çi persiyariyî hebe ez dê bikim."

‘Ew jî malbata min in'

Ji nanpêjan Fîkret Gokmen jî diyar kir ku ji bo Kobaniyan xwarin çêkirinê keyfê digire û her malbata Kobanê weke malbata wî ne û wiha got: "Em serê sibê zû hişyar dibin. Ji bo em xwarineke xweşiktir çêbikin seferber dibin. Ez weke bi zorî berê xwe nadim vî karî. Me xwe pêşniyar kir û em hatin Pirsûsê. Piştî me xwarin çêkir em li konbajaran digerin û xwarinê belav dikin. Piştî karê xwarin belavakirinê bi dawî bû ez diçim tevlî nobeta berxwedanê dibim."

(bd)