1. Hemû Nûçe

  2. Nirxandin

  3. "Bi rêbazên leşkerî pirsgirêk çareser nabe"
"Bi rêbazên leşkerî pirsgirêk çareser nabe",bi,rêbazên,leşkerî,pirsgirêk,çareser,nabe

"Bi rêbazên leşkerî pirsgirêk çareser nabe"

A+ A-

ALPER ATALAY/DENÎZ TEKÎN Rojnameger û leşkerê berê Rahmî Yildirim, diyar kir ku TSK bi operasyonên dersînor nikare pirsgirêkê çareser bike û xwest li dijî rêbazên leşkerî li rêbazên çareseriyê bigerin. Yildirim, diyar kir ku di pirsgirêka kurd de Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan aktorê herî sereke ye û wiha got: "Xweseriya Demokratîk dê yekîtî, biratî û tifaqê xurt bike."

Leşkerê berê Rahmî Yildirim ku di sala 1978'an de ji Dibistana Herba Bejayî mezûn bû û di sala 1982'an de bi hinceta "fikrên dijzagonî parastiye" ji aliyê Serfermandar û Serokomarê berê Kenan Evren ve ji artêşê hate avêtin, der barê operasyonên heyî û çareseriya pirsgirêka kurd de ji DÎHA'yê re axivî. Yildirim, diyar kir ku yekem car li ser navê têkoşîna bi PKK'ê de di gulana sala 1983'an de operasyona dersînor pêk hat û wê demê bi kod navê Guneş di operasyonê de cih digirt. Yildirim, anî ziman ku piştî wê operasyonê heta niha nêzî 30 operasyonan pêk hatin û wiha got: "Di van operasyonan de derket holê ku dewlet nikare bi operasyonên leşkerî yên dersînor tiştekî bike. Di pratîkê de derdikeve holê ku rebaza leşkerî û operasyonan ne çareserî ye. Divê em li rêbaza ku rê li pêşiya darbestan bigirin bigerin. Divê em dersê vê pratîka xwe derxin. Niha behsa 40 hezar darbestan dikin. Ger ku bi vê ferasetê berdewam biin dê hêj ew qas darbestên din bên."

'Divê feraset bê guhertin'

Yildirim, destnîşan kir ku li Tirkiyeyê her tim feraset û hişmendiya em dem û dûz bikin û bikujin serdest e û ev yek rê li pêşiya diyalog û aştiyê digire. Yildirim, bilêv kir ku ev yek ji ber nijanperestî û hişmendiya mîlîtarîzmê pêk tê û wiha got: "Pirsgirêka kurd pirsgirêkek civakî ye. Divê hişmendiya li hemberî pirsgirêka kurd bê guhertin. Divê rexnedan û xwerexnedana vê paşveçûnê bê kirin.

'Armanca AKP pirsgirêka kurd çareser bike tune'

Yildirim, polîtîkayên AKP'ê jî bi zimanekî hişk rexne kir û wiha got: "Di diroka Tirkiyeyê de partiya herî zêde çavnebarê sermayê hikûmeta AKP'ê ye. Di dema AKP'ê de çîna nava civakê (kesên dewlemend û xizan) zêde bû. Piştgirî da sermiyedaran. Tu armanc û nêta AKP'ê ya pirsgirêka kurd çareser bike tune. Ji ber ku neçar dimîne û zor lê tê kirin hin gavên lawaz davêje. Li gorî AKP'ê pirsgirêka kurd tune pirsgirêka welatiyê kurd heye.

'AKP'ê artêşa xwe ava kir'

Yildim, li ser nêzîkatiya AKP'ê ya li hemberî artêşê jî rawestiya û anî ziman ku AKP'ê artêşa xwe ava kiriye. AKP bi polîsên taybet û tevgera tîmên taybet artêşa xwe ava kiriye. Ger ku AKP bixwaze xizmetekê ji Tirkiyeyê re bike divê pirsgirêkê bi rêya demokratîk bike. Yildirim, da zanîn ku berpirsiyarê geşedanên ku li Tirkiyeyê îro pêk tê Serokwezîr Erdoga e û wiha axivî: "AKP 9 salin îxtîdar e. Ger ku bixwesta niha makeqanûna demokratîk saz kiribûya. Yekem perpirsiyarê neçareseriya pirsgirêka kurd Serokwezîr Erdogan e."

'Ocalan rastiyek e'

Yildirim, da zanîn ku Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan rastiyek Tirkiyeyê ye û xwest her kes vê rastiyê qebûl bike. Yildirim, da zanîn ku Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan ji bo gelê kurd realite ye û wiha pêde çû: "Di encama hilbijartinê de jî ev yek xuya bû. Abdullah Ocalan di çareseriya pirsgirêka kurd de hêzek gelek mezin e. Aktorê herî mezin e. Aktorê aliyê din jî Serokwezîr Erdogan e. Her çend bêje ez bi dewletê re hevdîtin dikim jî îro dewlet Serokwezîr û AKP ye.

Yildikim, derbirî ku Tirkiye her tim gelê kurd înkar dike û li gorî peymana Cenevreyê nameşe. Yildirim, destnîşan kir ku di bingeha nêzîkatiya dewletê ya pirsgirêka kurd de polîtîkayên înkar, bişavtinê heye û ev yek nabe çarekerî. Yildirim, bilêv kir ku pirsgirêka kurd dê li ser bingeha hemwelatiyê wekhev çareser bibe û wiha lê zêde kir: "Ji bo çareseriyê divê Komisyona Lêgerîna Heqîqet û Edaletê bê avakirin.

Yildirim, xwest kes ji Xweseriya Demokratîk netirsin û ev piroje Tirkiye perçe neka, dijberî vê yeke dê biratî, yekîtî û tifaqiyê xurttir bike. DÎHA (mae)