1. Hemû Nûçe

  2. Çand û Huner

  3. 'Bi rêvebiriya cewherî çanda kurdewar dê bi pêş bikeve'
'Bi rêvebiriya cewherî çanda kurdewar dê bi pêş bikeve',bi,rêvebiriya,cewherî,çanda,kurdewar,dê,bi,pêş,bikeve

'Bi rêvebiriya cewherî çanda kurdewar dê bi pêş bikeve'

A+ A-

GOKHAN ALTAY

AGIRÎ (DÎHA) – Navenda Çanda Semayê ya Agiriyê, di demeke kurt de gihişt gelek welatiyan û li dijî metîngeriya pergalê ya li ser çandê têdikoşe. Mamosteyê navenda çandê Avşîn Aslan destnîşan kir ku ew ê bi rêveberiyên cewherî çand û hunera kurdan zêdetir bi pêş bixin û vegerînin ser cewhera xwe.

Navenda Çanda Semayê ya girêdayî Şaredariya Agiriyê xebatên çandî dimeşîne, li dijî metîngeriya pergalê ya li ser çandê têdikoşe. Li navenda çandê xebatên perwerdehiya erbane, tembûr, folklor, sînema, perwerdehiya ziman, gîtar û koroya zarokan tê dayîn. Nêzîkê 500 xwendekar perwerde dibin. Navenda çandê di gelek warên çandî de jî xebatan dimeşîne. Gelek arşîvên dengbêjiyê ku ji bo çanda kurdan gelek girîng e jî di bin banê navenda çandê de tên tomarkirin.

Navenda Semayê li dijî metîngeriyê têdikoşe

Demek dirêje bi awayek kollektîf bi xwendekaran re xebatên cur bi cur tên meşandin û şevbuhêrka dengbêjiyê ku bi tunebûnê re rû bir û maye jî yek jê van xebatan e. Ji bo ku li bajêr çandeke kurdewar rûne jî li gelek deverên bajêr bi riya navenda çandê xebatên kurdî tên meşandin.

‘Li bajêr xebatên kurdewar rûdinê’

Rêvebirê navenda çandê Avşîn Aslan derbarê armanc û xebatên xwe de agahî dan û destnîşan kir ku bi salan gelê kurd di bin metîngeriya dewletan de ne. Aslan diyar kir ku gelê kurd ji ber vê jî hinek ji çand û hunera xwe dûr ketiye û wiha got: “Bi têkoşîna azadiya gelê kurd jî ev hêdî hêdî ji holê rabû. Hêdî hêdî jî li Agiriyê xebatên kurdewar bi riya me zêdetir dibe. Armanca me ya yekemîn jî di serî de di warê çandê de hişyarkirina gel e.”

‘Bi rêvebiriya cewherî çand jî dê bi pêş bikeve’

Aslan, da zanîn ku yek jê amadekariya wan jî ew e ku di îlankirina rêveberiyên cewherî de pêşxistina çand û hunerê ye û wiha got: “Em ê jî di vî warî de çi dikeve ser milên me bi cih bînin. Bi sedan sal in li vê derê bandora metîngeriyê heye. Herî zêde jî ev metîngerî li ser çandê çêbû. Heke bi awayek xweser ev xebatên çandî neyên meşandin jî hem çand cewhera xwe winda dike hem jî di nav gel de wateyek wê namîne. Çanda me jî dê di nav rêveberiyên cewherî de cewhera xwe bibîne.”

‘Em ê bi gelê xwe çanda xwe bidin jiyîn’

Aslan, bang li welatiyan jî kir ku di vî karê pîroz de zêdetir li saziya xwe xwedî derkevin û wiha dawî li axaftina xwe anî: “Di demên pêş de jî em ê zêdetir gelê xwe di nav xebatan de bidin cih kirin. Ji ber ku di nav rêvebereriyên xweser de bingeh gel e. Hebûna gelekê bi çandê ve girêdayî ye.”

(gka-aht/mae)