1. Hemû Nûçe

  2. Nûçe

  3. 'Bi saxi ji male birin, mirî hat dîtin'
'Bi saxi ji male birin, mirî hat dîtin',bi,saxi,ji,male,birin,mirî,hat,dîtin

'Bi saxi ji male birin, mirî hat dîtin'

A+ A-

Di çalaya Dayîkên Şemiyê ya vê hefteyê de çiroka windakirina Suleyman Turgut ê di sala 1995'an de hatiye windakirin hat vegotin. Xizmên windayan cardin xwestin axubeta windayan bê diyarkirin.

Li navçeya Cizîrê ya Şirnexê Dayîkên Şemiyê li ber Lîseya Cizîrê hatin cem hev û çalakiya rûniştinê li dar xistin. Di çalakiya ku hat xwestin "Kuştinên kiryar ne diyar" bên ronîkirin de malbatan wêneyên xizmên xwe yên hatine windakirin hilgirtin. Di çalakiya vê çiroka windakirina Suleyman Turgut ê di sala 1995'an de ji aliyê JÎTEM'ê ve ji malê hat girtin û piştre jî li derva cenazeyê wî hat dîtin, hat vegotin. Hevsera Turgut, Suphe Turgut, got ku her tim mala wan dibin çavderiyê de bû û da zanîn ku hevresê wê ji aliyê îtîrafkar Hekîm Guven û Cabbar Uca ve ji malê hatibû û piştre jî tu agahî jê nehatine girtin.

Malbatan piştî çalakiya rûniştinê bi dawî çalakiya xwe ya vê hefteyê anîn. DÎHA (mea)