1. Hemû Nûçe

  2. Hevpeyvîn

  3. Bi Weşanên Na re qehwehalek
Bi Weşanên Na re qehwehalek,bi,weşanên,na,re,qehwehalek

Bi Weşanên Na re qehwehalek

A+ A-

Weşanxaneyên kurdan her sala ku diçe li xwe zêde dikin. Navê nû tevî wan dibin. Berî niha bi çend salan, hema heta serê salên 2000'an jî li Kurdistana Bakur weşanxaneyên kurd ku pirtûkên kurdî çap bikin tunebûn. Weşanên kurdan ên li Tirkiyeyê bi piranî di Stenbolê de bûn.

Bi xurtbûna kurdan re hêza dewletê jî roj bi roj şikest û li Bakura Kurdistanê weşanxaneyên kurdan yek bi yek vebûn, komeleyên ku di navê wan de gotina "kurd" heye, vebûn û berê kurdên li koçberiyê ket Kurdistanê. Îro li Amedê navenda weşanxaneyên kurdan hene, ku bi piranî weşangeriya kurdî dikin.

Lê kurdên koçber ên li berfirehiya Tirkiyeyê belav bûne, xuya ye ku gihaştin wê asta ku êdî li wir ji bo xwe kalîteya jiyanê bilind bikin, bi reng û dirbên kurdî û kurdewar.

Vekirina Weşanxaneya Nayê li bajarê tirkan ê Îzmîrê jî ji her alî ve xurtbûna kurdên li nav bajarên tirkan nîşan dide. Xuya ye edebiyatek kurdî jî li wir zîl dide.

Hevpeyvîna me ya Weşanên Nayê re, bersivên birêz Berfo Barî re yên li ser navê weşanxaneyê, bi qasî mirov qehweyekê vexwe, di demek kurt de gelek firk û ramanan bi mirov re peyda dike.

Rêzan Tovjîn: Min di nûçeyeke li ser înternetê de behsa weşanxaneya we dît. Ez kêfxweş bûm. Gelo Weşanên Na kengî dest bi karê xwe kir?

Berfo Barî: Weşanên Na,  di bihara 2011'an de ji hêla Ûsiv Îdîrî, Şems Qemer, Berfo Barî û H. Kovan Baqî ve li Îzmîr hat avakirin.

Vîzyona we çi ye, hûn dixwazin çi bikin, kîjan pirtûkan çap bikin?

Weşanaxana me li herema Egeyê tekane ew weşanxaneya ku bi kurdî weşanê dike ye. Ji ber vê sedemê em dixwazin di serî de ji bo xwendevan û nivîskarên kurd ên li vê heremê bibin navnîşanekê. Em dixwazin weşaneke bi qalîte bikin, rengê xwe bidin wêjeya kurdî. Em ê zêdetir berhemên wêjeyî û yên zarokan çap bikin.

Pir baş e, heta niha we çend pirtûkên çap kirine?

Heta vêga yek jê ferheng 11 pirtûkên me derçûne:
Perde-roman / Cîhan Roj
Metamorfoz- çîrok / Yaqub Tilermenî-
Bêexlaq- Çîrok / H.kovan Baqî
Rêwîtiya Ji moskvayê Ber bi kurdîstanê - Gername / Yurayê Dasinî
Şaêr Kuştin- Helbest / Îslam Tendîk
Rê û rê -  Helbest / Çetîn Lodî
Bêrîkirinên Îlegal-Helbest / Nûroj Munzûr
Sêva Mîra - Zargotin / Nerîman Yagiz
Şêrînk- Zarok / Janya Acar
Rîmbaud'a -şîîr / Zerdeşt Cemal
Îmlasiz Şîîrler- şîîr / Ûmît Fatma Firat

Destê we xweş be. Gelo li ber destê we kîjan pirtûkên nû hene?

Antolojiya Nivîskarên kurd ên Qafqasê / Têmûrê Xelîl
Wergera "Kundê Kor" ji farisî bi wergera Muhsîn Özdemir
Pirtûka Pêşdibistanê / Janya Acar
Premator Roman / H. Kovan Baqî

Hûn beşdarî Fûara Pirtûkan a Amedê bûn an na?

Em beşdarî Fuara a Amedê nebûn, lê pirtûkên me li standa weşanxaneya Ronahiyê hatin firotin.


Bêjeyên Miftehî