1. Hemû Nûçe

  2. Nûçe

  3. Bihara Çand û Hunerê
Bihara Çand û Hunerê,bihara,çand,û,hunerê

Bihara Çand û Hunerê

A+ A-

Amedî dê bi çalakiyên çand û hunerî bikevin demsala buharê. Ji hêla Şaredariya Bajarê Mezin ê Amedê, Navenda Çand û Hunerê ya Cegerxwîn Û Sînemeya Ewropayê ve dê çalakiyên cûr be cûr bên lidarxistin û her wiha gelek hunermend jî dê konsera bidin.

Amed, dê bi bernameyên çand û hunerî bikeve demsala buharê. Şaredariya Bajarê Mezin a Amedê dê di navbera 25 - 26'ê sibatê de lîstîkên bi navê "Daîreya Tebeşîr a Kafkas" û lîstîka zarokan a "Li Rawestgehê Sê Ezezok" derdikeve ser dîkê. Listîk dê li Salona Şanoyê ya şaredariyê bê lidarxistin.

Galaya filmê "Qirêj" dê bê lidarxistin

Galaya filmên "Xaçerê" û "Cambaz" ji hêla xwendekarên Navenda Çand û Hunerê ya Cegerxwîn ve hatine amedekirin dê îro seat 19.00'an de bê kirin. Di 27'ê sibatê de galaya filmê bi navê "Qirêj" ku li ser pergala cerdevaniyê ya herêmê disekine û derhenerê wê Yusuf Çetîn e li Salona Sînemayê ya Yenîşehîrê bê lidarxistin. Gala seat di 19;00'an de ye.

Rojên fîlm ên Tematîk

Li Sînemaya Ewropayêjî di navbera 25'ê sibatê û 3'ê adarê de "Rojên Filmên Tematîk" bê lidarxistin û 16 fîlm, belgefîlm dê bên nîşandan.

Her wiha bi organîzasyona Sînemaya Ewropayê ve gotûbêjên li êrişên zayêndî, nijadî dê bên kirin. Di vê çerçoveyê de îro Mobîng dê bê nîqaşkirin. Di 26'ê sibatê de Jiyana ahûra art: Mobbing,cudaxwazî, ne wekhevî, di 27'ê sibatê de jî mijarên wekî di jiyana xebatê ya ahûra art de jin, tundiya zayendî, mobbîng û cudaxwazî bê bê nîqaşkirin.

4 konser dê bên lidarxistin

Îşev seat 19.00'an de li tesîsên Demîrokê konsera Îlkay Akaya, Xecê û Koma Demsal dê bên dayîn. Di 26'ê sibatê de li Salona Girtî ya Sporê ya Ziya Gokalp de konsera Axîn Biro, Bulent Turan û Koma Nujiyan dê bên lidarxistin. Koma Azad, Axîn Biro û hunermendê erbanê Şêrko jî ji bo Komeleya Otîzîm'ê di 1'ê adarê de li Navenda Çand û Hunerê Cegerxwîn de konserekê bidin. Di mîtînga 27'ê sibatê ya li Qada Îstasyonê de Koma Azad dê derkeve ser dîkê.

DÎHA (ay/mae)


Bêjeyên Miftehî