1. Hemû Nûçe

  2. Nûçe

  3. Bijîşkek tenê nexweşxaneya Girê Spî bi rêve dibe
Bijîşkek tenê nexweşxaneya Girê Spî bi rêve dibe,bijîşkek,tenê,nexweşxaneya,girê,spî,bi,rêve,dibe

Bijîşkek tenê nexweşxaneya Girê Spî bi rêve dibe

A+ A-

ŞÎLAN MIHEMED

GIRÊ SPÎ –Komên çete yên DAIŞ’ê piraniya alevên di nexweşxaneya Girê Spî de dizîbûn. Piştî bajar hate rizgarkirin nexweşxanî careke din hate vekirin, bijşkek û alîkarekî wî tenê di nexweşaneyê de kar dikin. Rojane 30 nexweş serdana nexweşxaneyê dikin.

Piştî ku hêzên YPG’ê û Burkan El-Firat bajarê Girê Spî ji çeteyên DAIŞ’ê rizgar 2015-7-28-KOB-VEKIRINE-NAXWSXNE-TILEBYED (1)kir, Mala Gel a bajar dest bi amadekirina Nexweşxaneya kirin ji bo ku careke din nexweşxane bikeve bin xizmeta gelê bajar. Di demeke kurt de nexweşxane careke din dest bi karê xwe kir û nexweşxane beriya 2 hefteyan hate vekirin.

Di nexweşxaneyê de 8 beş ên taybet hene, beşê dil, gurçisk, kontrol(fehis), zarok, cerahî, benc û jinan heye. Hemû alavên van beşan ji aliyê çeteyan ve hatin dizîn. Li aliyê din jî di nexweşxaneyê de navenda oksjenê jî heye. Di hemû beşdan de tenê yek bijîşek û alîkarekî wî heye.

Alavên çeteyan dizîn

Çeteyên DIAŞ’ê dema ji bajar hatin derxistin, sê alavên beşê lezgîn ên dil, 4 2015-7-28-KOB-VEKIRINE-NAXWSXNE-TILEBYED (7)alavên şuştina gurçiskan, hemû alavên kontrolê(fehis) 8 malên zarokan (yên ku zû tên dinê dêxin hinder de) û hemû navenda alavên oksejenê jî dizîne. Navenda ku hemû tiştên wê hatiye dizîn bihayê wan 100 hezar dolare.

Odeya ronahî û odeya ji dayîkirinê ya di beşê jinan de alavên wan ne hatine dizîn, lê xebatkarên di van odeyan de kar bikin nînin, ji ber wê jî ev beş hatine girtin.

Niha di nexweşxaneyê de tenê textorek û alîkarekî wî heye. textor rojane saet 10.00’an dest bi kar dike û heta saet 120.00’an pêşwaziya nexweşan dike, piştre jî alîkarê wî rojekê û bijîşk rojekê heta sibê li nexweşxaneyê dimîne.2015-7-28-KOB-VEKIRINE-NAXWSXNE-TILEBYED (24)

Berpirsê nexweşxaneyê û alîkarê bijîşkek heye bi navê Mihemed Elî Bubu diyar kirin ku di nexweşxaneyê de gelek beş hene, lê xebatkarên wan beşan bi rêve bibin nîne û got: ̎Em bi hemû hêza xwe hewl didin ku em alîkariya nexweşan bikin.̎

Nexweşxaneya ku tenê 2 xebatkarên wê hene, rojane pêşwaziya 30 nexweşên herêmê dike û dermanên di destê xwe de bê pere û li gorî pêwîstiyê didin nexweşan. Dema rewşên giran hebin wan dewrî nexweşxaneya Kobanê yan Cizîrê dikin.

Piştî ku çeteyên DAIŞ’ê di sala 2013’an de bajar dagir kir hemû xebatkarên nexweşxaneyê reviyan. Tenê hin xebatkarên bidildarî mabûn ku di nexweşxaneyê de dixebitîn.

(dc/ra)

ANHA