1. Hemû Nûçe

  2. Nûçe

  3. 'Bila cerdevan ne li pêş xendekan, li pey xendekan bin'
'Bila cerdevan ne li pêş xendekan, li pey xendekan bin',bila,cerdevan,ne,li,pêş,xendekan,li,pey,xendekan,bin

'Bila cerdevan ne li pêş xendekan, li pey xendekan bin'

A+ A-

SELMAN KELEŞ

VAN (DİHA) – Cerdevanên kevn ên ku gotin "Em gule bernadin gelê xwe" û çek berdan, bang li cerdevanên ku tevlî operasyonên tunekirinê yên li Kurdistanê dibin kirin. Cerdevanan pirsa "Her roj zarokên me dimirin, qet şerm nakin?" kirin û ev bang kirin: "'Bila ne li pêş xendekan, li pey xendekan, li ba gelê xwe bin."

Hikumeta AKP'ê ku li Kurdistanê operasyonên tunekirinê dayê destpêkirin, hemû hêza şer a fermî û ne fermî jî xistiye nava şer. Bi dehhezaran leşker, tîmên taybet û polîs li gel çekên giran bi mehan e êrîşe qadên rêveberiya cewherî dikin. Tevî hemû êrîşan û qetilkirina bi sedan kesî jî berxwedana gel a rêveberiya cewherî didome. Di rewşek bi vî rengî de hikumeta AKP'ê dixwaze cerdevanan jî wekî salên 90'î tevlî konsepta şerê topyekun a nû bike. Cerdevanên kevn ku gotin "Em gule bernadin birayên xwe" û dest ji çekan berdan bang li cerdevanan kirin ku tevlî vî şerî nebin û li gel berxwedana gel bin.

'Bila li pey xendekan bin'

Welatiyê bi navê Necmettîn Kaya ê ku di navbera salên 1991 û 1993'an de li gundê Bileh a Colemêrgê cerdevaniyê kiriye, bang li cerdevanên ku tevlî operasyonên dawî bûne kir û got: "Yê ku dibêje ez mirov im, xwedî wîjdan im, li hemberî birayê xwe çek bikar naynim divê cerdevaniyê neke. Bila li pey xendekan li ba gelê xwe bin."

'Ezê çawa dikaribim li hemberî gelê xwe çek bikar bînim'

Yek ji cerdevanên kevn Agît Temel ku di sala 1994'an de ji ber zexta operasyonê dev ji çek berda jî diyar kir ku dewlet bi cerdevaniyê, bira bi bira dide kuştin. Temel wiha got: "Me ev şaşî zû ferq kir û me çekên xwe danî qereqolê. Ez ê çawa dikaribim li hemberî gelê xwe çek bikar bînim." Temal banga çekberdanê li cerdevanan kir û wiha berdewa kir: "Divê ew jî guleyek jî bernedin gelê xwe û çekên xwe bihêlin. Ezê çawa baweriya xwe bi dewleta ku mala min şewitandiye bînim. Dewlet bi cerdevaniyê heqaretê li Kurdan dike."

'Her roj zarokên me dimirin, qet şerm nakin?'

Cerdevanê kevn Mehmet Tîmur jî di sala 1987'an de ji ber zexta derketina operasyonê, dest ji çek berdaye. Tîmur jî diyar kir ku piştî dest ji çek berdane salek şûn ve gundê wan hatiye şewitandin û vê bangê li cerdevanan kir: "Her roj zarokên me dimirin. Qet şerm nakin? Bila çekên xwe deynin û li ba gelê xwe bin."

(sy)