1. Hemû Nûçe

  2. Nûçe

  3. ´Bila daxwazên girtiyan bên qebûlkirin´
´Bila daxwazên girtiyan bên qebûlkirin´,bila,daxwazên,girtiyan,bên,qebûlkirin

´Bila daxwazên girtiyan bên qebûlkirin´

A+ A-

TAYAD’ê bal kişand ser gireva birçûnê ya girtiyên ji doza PKK û PJAK’ê û destnîşan kir ku Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan ku gelê kurd jê re dibêje ‘vîna min e’ ev salek zêdetire di bin tecrîda giran de ye û ev yek ne rewa ye. TAYAD’ê xwest daxwazên mafdar û rewa yên girtiyên siyasî bên qebûlkirin.

TAYA’ê da zanîn girtiyên siyasî yên PKK û PJAK’ê li ser du daxwazan yên wekî ‘Bila şert û mercên azazdî, ewlehî, tendurîstî bê başkirin û tecrîda li ser Ocalan bê rakirin, zimanên gelê kurd bikeve bin ewlehiya qanûnî û astengiyên li pêş zimanê zikmakî bê kirin’ di 12’ê îlonê de dest bi grevê kirine.

TAYAD’ê got grev ketiye roja 41’ê û gihiştiye asteke krîtîk. TAYAD’ê wiha got: “Hikûmeta AKP’ê li şûna ku daxwazên girtiyan bîne cih, ligel girtîgehan ava paqij, xwê, şekir û vîtamîna B jî qut kiriye û cezayên hucreyê dane wan.”

Di daxuyaniyê de hate gotin ku 4 BDP’yiyên li avahiya BDP’ê ya Colemêrgê bi armanca piştgiriyê bidin girtiya ketibûn grevê hatine derbkirin û binçavkirin. Daxuyaniyê wiha berdewam kir: “Desthilatdariya faşîst ya AKP’ê êrîşê kesên piştgiriyê didin grevê jî dike. Desthilatdariya AKP’ê divê demildest hêj ku nebûye sedema mirina girtiyan daxwazan qebûl bike. Ev mafên herî rewa ne. Rêberê PKK’ê Abdullah Ocalan ku gelê kurd dibêje ‘vîna min e’ ev salek zêdetir e di bin tecrîdê ye. Ev tiştekî ne rewa ye. Bila demildest dawî li van pêkûtiyên dij mirohiyê bibin. Bi zimanên xwe axaftin mafê herî rewa yê gelan e. Zimanê gelê kurd ji avabûna komarê heta niha hatiye qedexekirin. Divê zimanê kurdî bikeve bin ewlehiya qanûnî. Divê gelê kurd li hemû lijne û saziyên dewletê bi zimanê xwe xizmetê bibîne. Ji ber vêjî daxwazên girtiyan di cih de ne. AKP divê ji zilm, tecrîd, îşkene û komkujiyan dest berde.

AKP ji roja ku hatiye ser desthilatdariyê heta îro tecrîd, îşkence û zilma xwe berdewam kiriye. Di berxwedana Rojiya Mirinê ya Mezin de ya li dijî îşkenceyê ya tecrîda AKP’ê hate meşandin 25 şoreşger mirin. Kujerê van girtiyan AKP ye.”

Di dawiya daxuyaniyê de wiha hat gotin: “ Ev 10 sal e AKP desthilatdare û zilmê pêk tîne. Li girtîgehan îşkenceyê pêk tîne û tedawiya girtiyên di greva birçîbûnê de ye asteng dike. di encama van pêkûtiyên AKP’ê de bi giştî 1800 girtiyan jiyana xwe ji dest daye. Kujerên van AKP ye. AKP bi derxistina Qanûna Înfaza Cezayê ya 2005’an de derxista, îşkence girantir kiriye. Îro bi dehan girtiyên ligel ku cezayên xwe qedandine jî ji ber ku teslîmê zilma AKP’ê nebûne nayên tehliyekirin.”

ANF NEWS AGENCY