1. Hemû Nûçe

  2. Nûçe

  3. 'Bila her kes beşdarî doza 12'ê Îlonê bibe
'Bila her kes beşdarî doza 12'ê Îlonê bibe,bila,her,kes,beşdarî,doza,12,ê,îlonê,bibe

'Bila her kes beşdarî doza 12'ê Îlonê bibe

Ganî Alkan, diyar kir ku doza 12'ê Îlonê pir girîng e û xwest her kes beşdarî rûniştina dozê bibe.

A+ A-

Serokê Komeleya Platforma Piştevanî û Lêkolîna 78'an a Amedê Ganî Alkan, diyar kir ku doza 12'ê Îlonê ku darbekar Kenan Evren û Tahsin Şahinkaya tên darizandin ku di 4'ê Nîsanê de li 12'emîn Dadgeha Cezayê Giran a Enqereyê bê dîtin pir girîng e û xwest her kes beşdarî rûniştina dozê bibe.

Komeleya Platforma Piştevanî û Lêkolîna 78'an a Amedê, ji bo rûniştina doza darbekarên 12'ê Îlonê ku di 4'ê Nîsanê de li 12'emîn Dadgeha Cezayên Giran a Enqereyê bê dîtin banga tevlêbûna rûniştinê kir. Serokê Komeleya Platforma Piştevanî û Lêkolîna 78'an a Amedê Ganî Alkan, anî ziman ku divê her kes li dijî darbekar Kenan Evren û Tahsin Şahinkaya bibin mudaxîl û di 4'ê Nîsanê de li 12'emîn Dadgeha Cezayê Giran a Enqereyê amade bibin. Ganî Alkan, anî ziman ku di 4'ê Nîsanê de divê tenê Evren û Şahînkaya neyên darizandin û hemû kesên piştgirî dane darbeyê bên darizandin û cezakirin. Alkan, anî ziman ku makeqanûna ji aliyê darbekarn ve hatiye amadekirin makeqanûnek dijdemokratîk e û wiha got: "Di darbeya 12'ê Îlonê de sûcê mirovahiyê pêk hat. Em dê li gel parêzeran şopdarê dozê bin. Li Tirkiyeyê ji sedî 70'ê mexdûrê darbeya 12'ê Îlonê ye. Divê di dozê de tenê sûcdar wekî Esat Oktay Kenan Evner û çend kesên din neyên dîtin. Divê hemû darbekar derkevin pêşberî darazê û bên darizandin.

Alkan, destnîşan kir ku feraseta 12'ê Îlonê berdewam dike û xwest hekû kesên di darbeya 12'ê Îlonê de mexdûr bûne û ji bo êdî bes bibin mexdûrên darbeyan bibin mudaxîl û tev li dozê bibin. Alkan, destnîşan kir ku 50 mirov hatin darvekirin û bi sedan mirov rastî cezayên îdamê hatin û wiha dawî li axaftina xwe anî: "Weletiyên ku ji Êlih, Mêrdîn, Qers û Wanê bên dê di 4'ê Nîsanê de tev li rûniştina dozê bibin. Divê hemû mexdûr di 4'ê nîsanê de di dozê de amade bibin."

(mae)